Berxwedana Kobaniyê

Berxwedana Kobanê, navê berxwedana kurdan a li hemberî hêrîşên çeteyên DAIŞê yên bi alikariya Tirkiye û welatên herêmê ku hêrîş Kobaniyê kirî ye. Li hemberî pêla hêrîşên DAIŞê a bi alikariya Tirkiyê ya ji 15ê îlona 2014an û pê de dest pê kir. Piştî ku şoreşa Rojavayê bû û pêşket û pê de, hêrîş li Rojavaya Kurdistanê ne sekin in. Piştî ku şoreş bû, weke planeke şerê bi kurdan re DAIŞ hat pêşxistin. Li gorî vê planê, wê DAIŞa ku bi navê olê hatî birêxistinkirin, wê derbeyek mazin li giştiya civata kurd bixista û wê şoreşa Rojavayê jî têkbiriba. Bo vê yekê, DAIŞ, bêî ku rastî berxwedanekê were li Mûsilê bicihkirin û piştre şandina bi serê herêmên Başûrê Kurdistanê ên weke Şingalê û hwd de. Li Şingalê bi hezaran kurdên êzidî ji ber kurdbûn û êzîdîbûnê hatine qatilkirin. Bi sed hezaran jî, koçkirin ji Şingalê li herêmên din ên Başûrê Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê. Piştre, hêzên HPG û YPGê bi Pêşmergeyan re bi hevdû re li dijî DAIŞê şer kirin û DAIŞ ji pirraniya herêmên Başûrê Kurdistanê hat derxstin. Piştre DAIŞê bi alikariya Tirkiye, hêzên xwe veguhaztina li Rojvaya Kurdistanê û Kobaniyê ji xwe re kirine navend û bidest hêrîşê li wê kirin. Pêla hêrîşan a li Kobaniyê, ya herî mazin û bişit ji 15ê îlona 2014an û pê de dest pê kir. Piştî ku hêrîşên DAIŞê li Kobaniyê dest pê kirin, li hemû beşên Kurdistanê ên başûr, rojava, rojhilat û bakur hemû kurd rabûna serhildanê bo Kobaniyê. Kurdên ku derveyî welêt ên li welatên Ewropayê jî hemû daketin qadan û xwepêşadinên şermazarkirina DAIŞê li darxistin.

Kantona Kobaniyê

Serhildanên li beşên Kurdistanê bo berxwedana Kobaniyê

Berxwedana Kobaniyê, di qada navneteweyî de jî dest veda. Ji hemû herêmên cîhanê bertek ji bo piştgiriya li Kobaniyê hatina dayîn nîşandin. Berxwedana Kobaniyê, pirsgirêka Kurd jî, di qada navneteweyî de bi hemû rengê wê hanî rojevê. Cîhan, bi Kobaniyê û navê wê û berxwedana wê re dirazaha û dirabû. Lê berxwedana Kobaniyê giyaneke Kurdistanî di nava kurdan de bo yekbûna wan jî afirand. Kobanî û hêrîşên ku li wê dibûn, hemû kurdistanî bi hemû beşên civaka Kurd re rakiribû serpiyan. Di wê dema ku berxwedana Kobaniyê didomiya jî, li Bakurê Kurdistanê kurd jî li sînorê Kobanê li deverên weke Pîrsûsê û hwd civiyan û nobet digirtin bo piştgiriya berxwedana Kobaniyê. Lê her roj jî, leşker û polîsên tirk, hêrîşî kurdên ku li herêmên Pîrsûsê û gundên wê nobet digirtîn dikir. Rayadarên dewletê dixwest ku kurdan ji şer sînor derbas bike. Ji ber ku rejîma tirk alîkarî dida DAIŞê. Dixwest ku Kobanê bikeve destê DAIŞê de[çavkanî hewce ye].

Piştî ku berxwedana Kobaniyê dest pê kir, li deverên Kurdistanê ên başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê gel rabû serpiyan. Di serhildanê Bakûrê Kurdistanê de polîs û leşkerên tirk hêrîşî kurdistaniyan dikir û di nava herdû rojên pêşî ên serhildanan de ser 42 kurdan kuştin û bi hezaran birîndar kirin. Dem bi dem, ji nava wan birîndan jî mirovên ku jiyana xwe ji dest didan û bi wê re hijmara kuştiyên kurdistanî ên bi destê hêzên rejîma tirk zêdetir dibû. Rayadarên tirk, piştî ku serhildanan, bidest "operasyonên qirkirinê" kir. Ew operasyonên qirkirinê jî, di rengê oparasyonên "dozên KCK" de bûn[çavkanî hewce ye].

Li Bakurê Kurdistanê serhildanên kurdan

Li Bakûrê Kurdistanê piştî ku berxwerdana Kobaniyê dest pê kir û pê de, gelê kurd rabû serpiyan û serhildan kir. Ev asta rabûna serpiyan a kurdan di 7 û 8 kewçêrê de gihişt asta herî bilind. Bi wê re jî, rayadarên dewletê bi polîs û leşkeran re hêrîşî xwepêşanderan dikirin. Di wan hêrîşan ser 50 kurdî re ji aliyê polis û leşkerên tirk ve hatin kuştin. Bi hezaran mirov jî hatine binavkirin û girtin[çavkanî hewce ye].

Li Başûrê Kurdistanê serhildanên kurdan

Li Başûrê Kurdistanê, li pirraniyan kurd rabûne serpiyan xwe pêşandin li darxistin. Li Dihok, Hewlêr, Helebce, Silêmanî, Kerkûk û hwd li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandinên girseyî bûn[çavkanî hewce ye].

Li Rojhilata Kurdistanê serhildanên kurdan

Li Rojhilata Kurdistanê jî, gelek xwepêşandin bûn. Li herêmên weke Ciwanro, Sine, Kirmaşan, Mehabad, Ûrmiye û hwd, li gelek deveran xwepêşandin bûn. Li Tehran û Tewrêzê jî xwepêşandin bo piştgiriya bi kurdan re bûn. Rayadarên îranî jî, weke yên tirk, hêrîşî xwepêşandêran kiribûn û bi dehan ji wan kiribûn binçav[çavkanî hewce ye].

Li welatên Ewropayê xwepêşandinên kurdan

Li hemû bajarên Almanya û Fransayê di nav de, li pirraniya bajarên welatên Ewropayê ku kurd lê dijîn, kurd rabûna serpiyan. Çalakiyên weke dagirkirina balafirgehan, li riyên trênan rûniştin, li pêşiya parlemanan kombûn û hwd, gelek çalakiyên cûr bi cûr kirin. Çalakiyên dorveger ên birçîbûnê jî kirin[çavkanî hewce ye].

Piştî 15ê îlona 2014an û pê de, li hemû welatên Ewropayê kurd li her deverê daketin qadan. Xwepêşandin li darxistin. Li balafirgehan çalakiyên rûniştinê û dagirkirinê li darxistin. Çalekiyên birçîbûnê kirin. Her wisa gelek çalakiyên din jî kirin. Li kuderê kurdek hebû, rabû ser piyan. Kurd, ji qadan neçûn. Berxwedana Kobaniyê, di qada navneteweyî de deng veda. Lê bi wê re jî, bandora xwepêşandinên kurdan ên li Kurdistanê û welatên Ewropayê jî, encamên wê ên dîrokî bûn. Piştî wan xwepêşandinan re êdî rayadarên ewoprî û emrîkî jî behsa dayîna alikariyê li Kobaniyê kir. Piştre hêzên emrîkî alikariya çekdarî gihandin YPGê. Bi wê re jî, balafirên hêzên koalîsyonê yên Amerîkayê çeperên çeteyên DAIŞê bi dest bombabarandînê kirin.

Di 38em roja berxwedana Kobaniyê de

Berxwedana Kobaniyê, di roja xwe ya 38an de jî domiye. Kurdan, heta vê rojê ji gelek deveran çeteyên DAIŞ şikandin û dan derxistin. Têkçûnên mazin xwarin. Lê bi demê re dema ku çeteyên DAIŞê li kobanê derbeyên mazin xwarin, piştre jî, li Başûrê Kurdistanê xwestin ku pêlek din ya hêrîşan bibina ser herêma Şingalê ya Kurdistanê. Gundên weke Dahola, Namzê û hwd hêrîş kirin. Yanî, ew derbeye li Kobaniyê xwarin, xwestin ku ji vir ve bibersivînin. Ji ber ku ji aliyê parastinê ve li herêmê hê pirsgirêk hene. Ev çete jî wê dibînin û ji wir ve hêrîş dikin.

Polîtîkaya Ewropayê di derbarê Kobaniyê de

Politikaya welatên ewropî di derbarê kobanê de di temenê bêdengîyekê de xwe li berçav. Lê piştre dema ku kurd bi tevahî rabûna serpîyan û xwepêşandin kirin, êdî hin bi hin wê bandûr kir. Piştre hin bi hin di keviya rojnemeyan de bi gotaran bahse kobanê hat kirin. Parlamane ewropa di rojên 35 û hwd de bi rojava kobanê dicivîya û biryarên di temmenê alîkarîyê de girt. Berî wê jî, rayadarên ewropî ên ku daxûyaniyên erênî didan dibûn. Piştre ew zêdebûn. BI wê re jî, êdî kobanê li rojava ewropa giştî rûnişt.

Politikaya Amerîkayê di derbarê Kobaniyê de

Piştî ku DAÎŞ mazin bû û piştre di pêşengîya emerika de ´koalîsyona li dijî DAÎŞê ava bû. Di rojên pêşî de weke ku di çapameniya ewropa de diha ser ziman, di ya emerika de jî di hat ser ziman ku ´kurd, hevkarên koalîsyonê ê xweza na´. Piştre emerika di temenê de politika ya xwe pêşxist. Piştî ku hêrîşên DAÎŞ´ê li kobanê Zêebûn û piştre û piştî ku her deverê kurdistanî rabûna serhilldanê, êdî hêzên koalîsyonê di pêşengîya emerika de, bidest bombardima li çeperên DAÎŞê kir. Piştre jî, kurdan alikarîya çekî xwest. Ew jî, êdî bi zora kurdan bû.. Lê di rojênn berxwedanê ên 35´an û hwd de, ew alikarîya çekî li kurdan destpêkir.

Polîtîkaya Tirkiyê di derbarê Kobaniyê de

Politikaya tirkiya di derbarê kobanê de di temenê xistina kobanê de bû. T. Ardogan, weke serokkomarê tirk, derdiket ber çapamemiyê û digot ku "kobanê ket, dikeve." Tirkiya alikarî dide DAÎŞê li dijî kurdan. Ji ber ku tirkiya li dijî statûya kurdan bû û li rojava kurdan statûya xwe pêşxistibû. sê kantonên xwe rêvebirinê avakiribûn. Tirkiya dixwest ku ew werina ji holê rakirin. Bo vê yekê, hem alikarî dide DAÎŞê û hem jî ne dihişt ku kurd alikariyê bidina xwe bixwe. Kurdên ku bakûrê kurdistanê ku bo alikarî û piştgirîyê li herêmên sînor ên weke Pîrsûsê civîyabûn, hertimî rastî hêrîşên polîs û leşkerên tirk dihatin. welatên ewropî û bi teybetî jî emerika û kurdan ji tirkiya xwestibû ku "korîdor"ek were vekirin li kobanê bo alikariyê. Tirkiya ne dixwest ku wê jî vebike.

Mijarên têkildar

Çavkanî

Girêdanên derve