Brusk Zanganeh

Brusk Zanganeh viyolajenek e ku bi eslê xwe lawê kurdên Rojhilata Kurdistanê ye. Ew di 1986an de li Ewropayê hatiye dinyayê û li bajarê Goteborga Swêdê mezin bûye.

Brusk Zanganeh di heft saliya xwe de dest bi xebata viyolînê kir. Piştî ku di 12 saliya xwe de bi orkestraya senfoniyê soloya xwe ya yekem çêkir, Brusk hem wek muzisyenê odeyê hem ji weke solîst li tevahiya Ewropayê derketiye tûrneyan. Brusk beşdari gellek bernameyên televîzyon û radyoyan bûye û gellek CDyên wî hene[çavkanî hewce ye]. Brusk niha li Zürcher Hochschule der Künste ya Swîsreyê alîkariya profesor Rudolf Koelman dike û di heman demê li zanîngeha Gotenborgê ya Swêdê mamoste ye[çavkanî hewce ye].

Di 16 saliya xwe de, qeyda xwe li Konservatuara Hvitfeldtskayê ya di bin rêveberiya profesor Laszlo Sziryani û Ellen Birgithe Nielsen Vecchi de, çêkir. Bi Orkestraya Ciwanan a Gotenborgê re ji 1994an heta 2003yan xebitiye[çavkanî hewce ye].

Brusk wek solîstek konserteke taybet ji bo şah û şahbanoya Swêdê pêşkêş kiriye, û herwesa ji bo şahbanoya Holendayê[çavkanî hewce ye].

Xelatên ku stendiye

  • Yekem xelata muzîkê ya Ingrid û Per Welin
  • Xelata Guido Vecchi
  • Xelata Gustav Holmgrens
  • Xelata Zanîngeha Muzîkê ya Gotenborgê ya viyolînjenên herî behremend
  • Di Pêşbirka Muzîka Odeyê de yekem xelata Weqfa Willinska
  • Pêşbirka Muzîkê Ya Yamahayê
  • Bûrsa Sandrewsê[çavkanî hewce ye]

Bi Ivry Gitlis, Pavel Vernikov, Mauricio Fuks, Boris Kushnir, Phillippe Graffin, Michaela Martin û Zakhar Bron re tevlî masterklasê taybet bûye.

Muzîka kevneşop a kurdî bala wî dikşîne û bi muzîkjenên ku di vî warî de navdar in re xebitiye.

Xwendinên wî

  • Lîsansa xwe li University of Arts in Gothenburg, Swêd.
  • Mastera xwe li Royal University of the Arts in Stockholm, Swêd.
  • Pisporiya xwe jî di warê Solîstiyê de ji University of the Arts in Zurich, Swîsre, (eq. Ph. D performance)[çavkanî hewce ye].

Viyolîna wî ya îro

Brusk niha li viyolîna Nicolaus Lupot ya ku Zanîngeha Gotenburgê jê re dayî dijene. Ev viyolîn li Parîsê di 1797an de ji hêla Lupot ve hatiye çêkirin.

Çavkanî

Girêdanên derve