Kurd

Komeke etnîkî li Rojhilata navîn

Kurd neteweyeke û komeke etnîkî ya dîrokî ya Rojhilata Navîn e ku bi zimanekî di malbata zimanî ya îranî de ye xeber didin.[21][22] Kurd bi piranî li ser axa Kurdistanê dijîn ku piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî, Kurdistan di navbera netewedewletên ereb, tirk û fars (Tirkiye, Sûrî, Iraq û Îranê) de tê parçekirin û tê parvekirin. Li derveyî Kurdistanê kurd li Anatolyaya Navîn, Xorasan û Qefqasyayê jî dijîn, herwiha diyasporayeke kurdan a mezin li welatên ewropî hene.

Kurd
Gelhe tevahî
30–40 milyon[1]
(The World Factbook, texmina 2015an)
36,4–45,6 milyon[2]
(Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, texmîna 2017)
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
KurdistanKurdistan Kurdistan30 - 40 milyon[3]
 Tirkiye16 - 21 milyon +
%18 - %23[1][3][4][5]
 Îran10 - 12 milyon
13%[6][7]
 Iraq8 - 8,5 milyon
25%[8][9][10]
 Sûrî3 - 4 milyon +
15 - 25%
[11][12][13][14][15][16][17][18][19]
 Azerbaycan150.000-200.000
 Efxanistan200.000
 Ermenistan75.000
 Gurcistan40.000
 Tirkmenistan50.000
 Qazaxistan55.000
 Îsrael250.000
 Urdun40.000
 Almanya1.500.000-2.500.000 [20]
 Fransa650.000 [20]
 Keyaniya Yekbûyî200.000 [20]
 Swêd100.000 [20]
 Holenda80.000 - 150.000 [20]
  Swîsre70.000 [20]
 Awistriya60.000 [20]
 Yewnanistan52.000 [20]
 Rûsya70.000
 Belçîka60.000 [20]
 Danîmarka30.000 [20]
 Norwêc5.000 [20]
 Fînlenda15.000 [20]
 DYA15.000 - 40.000
 Kanada12.000
Ziman
Kurdî
(kurmancî, soranî, jêrîn, zazakî, goranî)
Baweriya dînî
Îslam (sunîtî, şiîtî, elewîtî), xiristiyanî, zerdeştî û Cihûtî
Têkildarên komên etnîkî
Îranî, belûç, peştûn, lûr, taliş, fars

Her çiqas hejmara rastî ya tevahiya kurdan di hejmartinên nifûsê de ji aliyê dewletên ku li ser axa Kurdistanê hatine avakirin nayê behskirin jî nifûsa kurdan li gorî texmînên 2015an û 2017an li seranserê cihanê û li Kurdistanê di navbera 30–45 milyon e.[1][2] Nifûsa kurd a herî zêde (14-21 milyon kes) li Tirkiyeyê ye.

Piraniya kurdan misilman in, kurdên ku bi hewramanî, kurmancî û soranî xeber didin bi piraniya xwe sunî ne û ji mezheba şafiî ne. Li herêmên Kirmaşan, Luristan û Hamedan ên Başûrê Kurdistanê kurdên şia jî hene ku bi kelhûrî an jî feylî xeber didin. Kurdên elewî li Bakurê Kurdistanê, li herêmên Dêrsim, Mereş, Meledî, Erzingan, Sêwasê hwd dijîn.

Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem hêzên hevalbend ên rojavayî bi ser ketin û di Peymana Sevrê ya 1920an de ji bo avakirina dewleteke kurdî şert dan. Lêbelê, bi Peymana Lozanê hidûdên Tirkiyeya îro hatine danîn û ev soz piştî sê salan hatiye şikandin. Di encamê de li dewletên ku li ser perçeyên Kurdistanê hatine damezrandin kurd mane bê statû.

Dîroka nêzîk a kurdan gelek komkujî, serhildan û pevçûnên çekdarî yên hîn jî li çar aliyê Kurdistanê berdewam in dîtiye. Kurd li Iraq û Sûriyê xwediyê herêmên otonom in, pê re hereketên kurdan li seranserê Kurdistanê ji bo heqên xwe yên kulturî, otonomî û serxwebûnê têdikoşin.

Etîmolojî

 Gotara bingehîn: Jêdera kurdan

Jêdera navê Kurd bi temamî ne diyar e.[23] Toponîma bingehîn bi asûrî wekî Qardu û bi sûmerî wekî Kar-da di serdema bronzî ya navîn de hatiye qeydkirin.[24] Kelîmeya Qardû ya asûrî behsa devereke li jorî Dîcleyê dike, û tê texmînkirin ku Qardû bi şêweyekî xerab di erebiya klasîk de bûye Ǧûdî, û wek Cûdî dîsa ketiye kurdî jî.[25] Nav di toponîma Corduene de dîsa tê bikaranîn. Ksenofon vî navî ji bo eşîra ku li dijî vekişîna Deh Hezaran ji nav çiyayên bakurê Mezopotamyayê re di sedsala 4an b.z. de rabûye bi kar tîne.

Lêbelê nêrînên mixalif jî hene ku dibêjin navê kurd ji Qardu û Corduene nayê, lê ji Kîrtî (Cyrtaei) tê.[26]

Bêyî guhdana rehên wê yên mihtemel di toponîmiya kevnar de, dibe ku etnonîma Kurd ji têgiheke farisiya navîn a kwrt- be. Ev têgih wekî navdêreke giştî ji bo "koçer" an jî "şêniyên konan" dihat bikaranîn û bi vî awayî dikare ji bo hemî grubên îranî bi jiyaneke wisa jî were bikaranîn.[27]

Piştî fethkirina misilmanan a Îranê, ev têgih bûye etnonîmekê.[28][29]

Şerefxanê Bidlîsî di sedsala 16an de dibêje ku çar parçeyên "kurd" hene: kurmanc, lûr, kelhûr û goran, ku her yek ji wan bi zaravayekî cuda diaxivin. Paul Ludwig nîşan dike ku bikaranîna têgiha Kurd ji aliyê Bidlîsî ve di sedsala 16an de, bêyî guhdana ferqê zimannasiyê, dibe ku nasnameyeke etnîkî ya "kurd" a destpêkî be ku kurmanc, kelhûr û goran dike yek.[30]

Ziman

 Gotara bingehîn: Zimanê kurdî

Zimanê kurdan, komziman in ku gelek ziman an jî zarava tên axiftin. Kurdî ji şêwezarên sereke yên kurmancî, soranî, kurdiya başûrî, zazakî û goranî pêk tê. Roja îro Kurd xwedî alavên ragihandinê ye, bi taybetî li herêma Kurdistana Iraqa Federal; televîzyon, radyo, înternet, pirtûk, rojname û kovarên kurdî gelek hene. Li Başûrê Kurdistanê jî kurdî bûye zimanê dibistanan.

Dîrok

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Li gorî hin pispor û dîroknasan, kurd bi Med û mediyan ve girêdayî ne, lê bi temamî ne eşkere ye. Ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û mil bi milê neteweyên din ji bo pêşxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine. Lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li cîhanê nemaze piştî îslamiyetê bandora ereban û dewletên wan ji holê rabûne û têk çûne.

Serdema antîk

 Gotara bingehîn: Med
Çiyayên Zagrosê di navbera sînorên Tirkiye û Îrana îroyîn de

Di tableteke kîl a sumerî ji hezarsala 3em b.z. de qala "Axa Karda" hatiye kirin. Li vê axê "mirovên Su" yên li herêmên başûrê Gola Wanê rûniştîbûn dijîn. Eleqeyeke fîlolojîk di navbera "kurd" û "karda" de ne diyar e. Lêbelê tê fikirîn ku eleqayek di navbera wan de mimkûn e.[31] Tabletên din ên kîl bi sumerî gelên di axa karda de jiyane wek Qarduçî û Qurtî bi nav kirine.[32] Ji aliyê etîmolojiyê ve têkîliya peyva Karda/Qardu bi têgiha Urartûyê ya bi suryankî û bi têgiha Araratê ya bi îbranî re heye.[33]

Tê gumankirin qartî an qartas yên ku di çiyayên bakurê Mezopotamyayê de niştecih bûn bi îhtîmalekê pêşiyên kurdan in. Akadî di dawiya hezarsala 3em b.z. de ji aliyê koçberên herêma Qartasê ve hatine erîşkirin û ew wek gutî bi nav kirine. Wan di 2150an b.z. de Mezopotamya feth kiriye û bi 21 mîran re hikûm kiriye heta Utu-hengel mîrê sumeriyan ew têk birin.[34]

Li gorî gelek kurdan, pêşiyên wan ji medan, xelkeke îranî ya kevn,[35] hatiye û herwiha teqwîmeke ku digihîje sala 612an (di vê salê de paytexta asûran a Nînewayê ji aliyê medan ve hatiye fethkirin) ji aliye kurdan ve tê bikaranîn.[36]

Îdiaya esla kurdan a ji medan di merşa wan a bi navê Ey Reqîb de jî derbas dibe: "Em xortên Med û Keyxesrew in"[37] Lêbelê, rojhilatnasê îngilîz David Neil MacKenzie û dîroknasê ermenî Garnik Asatrian li dijî têkîliya zimanê medî û kurdî derdikevin.[38][39] Ji aliyê din ve kurdî wekî zimanê medî şaxeke zimanên îranî yên bakurê rojavayê pêk tîne.[40][41] Hin lêkolîner kardoxên serbixwe wek pêşiyên kurdan difikirin,[42] ên din jî kîrtiyan çêtir digirin.[43] Lêbelê, rastî têgiha kurd herî pêşîn di sedsala 7an de di çavkaniyên erebî de tên.[44] Destanên wekî Şahname û Karnameya Erdeşêrê Babekan ên bi pehlewî, kitêbên ji dema destpêka îslamê, û çavkaniyên din ên îslamê nimûneyên pêşîn ên navê kurd didin.[45]

Di Karnameya Erdeşêrê Babekan de (nesîreke kurt a bi farsiya navîn) hatiye vegotin ku di dema Împeratoriya Sasaniyan de Erdeşêrê Yekê li dijî kurdan û seroka wan Madîgî şer kiriye. Tevî ku di destpêkê de têk çûye jî, Erdeşêrê Yekê di serîtewandina kurdan de bi ser ketiye.[46] Di nameyeke Erdeşêrê Yekê ji dijminê xwe yê Erdewan V ku di heman berhemê de tê vegotin stendibû de ew jî wek kurdekî hatiye nîşandan.

Te qasê tu nikarî bicû gez kiriye,
û te mirina xwe di destê xwe afirandiye,
Hey kurê kurdan, di kona kurdan de hatiye mezinkirin,
Kê destûr da te wê tacê deynî ser serê xwe.[47]

Esla kurdan a etnîkî curbicur in.[14] Di vê demê de bikaranîna têgiha kurd bi îhtimaleke gelek mezin têgiheke civakî bû ku şûnda komeke etnîk a eşkere ji bo koçberên îraniya bakurê rojava dihat bikaranîn.[48]

Herwiha di 360an b.z. de mîrê sasaniyan Şepûrê Duyem ji bo fethkirina bajarê Bezabdeyê (Cizîra îro) êrişî parêzgeha Romê ya Zawdexê kiriye. Bajar hatibû xurtkirin û ji aliyê sê lejyonan û gelek tîrvanên kurd ve hatibû parastin.[49] Piştî dorpêçeke dirêj û dijwar, Şepûrê Duyem dîwar hilweşandine, bajar feth kiriye û hemû parêzvanên bajêr qetil kirine. Dûre wî, vî bajarê stratejîk tamîr kiriye, leşkerên xwe yên herî baş di bajêr de bi cih kirine.[49]

Îhtimal e ku qadishaye, yên ji aliyê Kawadê Yekê ve di Singarayê de hatine bicihkirin, kurd bûn[50] û wan Ebdelmesîhê şehîd perestibû.[51] Qadishaye li dijî sasaniyan serî hilda û hemû axên farisan talan kirin. Dûre ew bi ereb û ermeniyan re beşdarî şerê sasaniyan li dijî Bîzansê bûn.[52]

Nivîseke nivîskarekî meçhûl a ji sedsala 7an jî heye ku di derheqê Mar Qardax, şehîdê xiristiyanan, de hatiye nivîsîn. Mar Qardax di sedsala 4an de di dema serdestiya Şepûrê Duyem de jiyabû, û tê gotin ku ew rastî Mar Ebdişoyê metran û şehîd hatiye. Piştî lêpirsîna Mar Qardax û leşkerên wî di derheqê eslê Ebdişoyî de, wî gotiye dê û bavên xwe di rastiya xwe de ji gundê asûran ê bi navê Hazzayê ne lê ew hatine biderkirin, û piştre li Tamanonê, gundekî li axa kurdan ê ku tê terîfkirin li derdora Çiyayê Cûdiyê ye, niştecih bûn.[53]

Serdema navîn

 Gotara bingehîn: Merwaniyan
 Gotara bingehîn: Eyûbiyan
 Gotara bingehîn: Xanedana Şedadiyan
 Gotara bingehîn: Mîrektiya Soran
Selahedînê Eyûbî, damezrînerê Dewleta Eyûbiyan li Rojhilatê Navîn

Çavkaniyên suryanî yên ewil ji bo kurdan Hurdanaye, Kurdanaye, Kurdaye bi kar anîne. Li gorî Mîxaîlê Mezin, hurdanaye ji erebên tayaye veqetiyabû û hewara xwe bir bo împeratorê Bîzansê Theofîlusî. Ew herwiha qala leşkerên parsî yên ku li hêrema Qardu li dijî Musayî, serokê hurdanayeyan, di sala 841ê de şer kiribû dike. Li gorî Bar Hebreausî, mîrekî kurdanayeyan hebû û wî di sala 829an de li dijî ereban serî hilda. Mîxaîlê Mezin ew wek pagan, mirîdên mehdî û pisporên magî hesibandin. Mehdiyê wan xwe wek Îsa û Rihê pîroz bi nav kiriye.[54]

Di destpêka serdema navîn de kurd di çavkaniyên erebî de bi awayekî belawela xuya dikin, û ev têgih hingê jî ji bo xelkekî taybet nedihat bikaranîn; şûna wê, wê têgihê nîşanî eşîrên koçer ên îraniyên rojavayî dida, ku ev eşîr ji parsan cuda bû. Lê dîsa jî di serdema navîn a bilind de nasnameya kurdan a etnikî her ku diçû dihat holê. Digel ku têgih bi awayekî civakî jî dihat bikaranîn,[55] mirov dikare delîlên eşkere yên nasname û hevkariya kurdan a etnikî di nivîsên ji sedsala 12 û 13an de bibîne.[56] Ji sedsala 11an û pê ve têgiha kurd bi eşkereyî wekî etnonîm tê diyarkirin û hevmanetiya wê bi kategoriya etnografîk a koçber re nîne.[57] Teberiyî nivîsiye ku di sala 639an de Hormuzanî, generalekî sasaniyan ê ji malbateke mîrzade, li dijî dagirkerên îslamê li Xûzistanê şer kiriye, û bang li kurdan kiribû ku di wî şerî de alîkariya wî bikin.[58] Lêbelê, ew têk çûne û ketine bin serweriya îslamê.

Di sala 838an de serokekî kurd ê li Mûsilê, bi navê Mîr Ceferî, li dijî xîlafeta El-Mutasimî serî hilda, yê ku li dijî serhildanê fermandarê Îtex şandiye. Îtex di vî şerî de bi ser ket û piraniya kurdan îdam kirin.[59][60] Li dawiyê ereban herêmên kurdan feth kirine û hêdî hêdî piraniya kurdan anîne îslamê, û pir caran kurd di nav leşkerên xwe de bi cih kirine, yek ji wan jî hemdaniyan in, ku endamên malbata wan ên mîrzade bi gelemperî bi kurdan re zewicîne.[61][62]

Di sala 934an de xanedana deylamiyan a biweyhî hatiye damezrandin, û paşê jî wan piraniya Îran û Iraqa îroyîn feth kirine. Di dema serweriya vê xanedanê de Bedr ibn Hasanwaih, serokeşîr û serwerê kurd, xwe wekî yek ji emîrên wê demê yên herî muhîm da qebûlkirin.[63]

Di sedsalên 10-12an de çend serwerî û xanedanên kurdan hatine damezrandin, ku li Kurdistanê û deverên cîran hikûm kirine:

Dewleta Eyûbiyan xanedaneke misilman ya kurd bû, ku ji aliyê Selahedînê Eyûbî ve hatiye damezrandin.
  • Şedadî (951–1174) li hin deverên Ermenistan û Arrana îroyîn hikûm kiriye.[64]
  • Rewadî (955-1221) li hin deverên Azerbaycanê hikûm kiriye.[65]
  • Heseneweyhî (959–1015) li rojavayê Îranê û Mezopotamyaya jorîn hikûm kiriye.[66]
  • Merwanî (990–1096) li rojhilatê Anatolyayê hikûm kiriye.[67]
  • Enazî (990-1117) li rojavayê Îranê û Mezopotamyaya jorîn (ya paşî Heseneweyhî hatiye) hikûm kiriye.[68]
  • Hezarhespî (1148–1424) li başûrê rojavayê yê Îranê hikûm kiriye.[69]
  • Dewleta Eyûbiyan (1171-1341) li Misr, Sûriye, Mezopotamyayê jorîn û parçeyên din ên başûrê rojhilatê Anatolyayê û li Nîvgirava Erebistanê hikûm kiriye.[70]

Ji ber dagirkeriya tirkan a Anatolyayê di sedsala 11an de xanedanên kurd hilweşiyane û beşdarî xanedana selcûqiyan bûne. Piştî vê demê kurd di nav artêşên zengiyan de gelek cih girtine.[71] Piştî zengiyan, bi rêveberiya Selahedînî Dewleta Eyûbiyan di sala 1171ê de hatiye damezrandin. Selahedînî ji bo fethkirina Qudisê ji destê xaçperestan di Şerê Hetînê de serokatiya misilmanan kiriye; herwiha gelek caran li dijî heşhaşiyan jî şer kiriye. Dewleta Eyûbiyan heya sala 1341ê dom kiriye û di dagirkirina mongoliyan de têk çûye.

Serdema sefewiyan

Şerrvanên kurd ji aliyê Frank Feller ve

Xanedana Sefewiyan, a ku di sala 1501ê de hatiye damezrandin, axên kurdan jî bi dest xistiye. Bi rastî eslê vê malbatê digihîje kurdekî bi navê Pîroz Şah Zêrînkuleh, esilzadeyekî ku di sedsala 11an de ji Kurdistanê bar kiriye Erdebîlê.[72][73] Şerê Çaldiranê, ku di sala 1514an de li Parêzgeha Azerbaycana rojava ya Îranê bi dawî bûye, destpêka Şerên osmanî-farisî yên di navbera Îrana sefewî (û xanedanên Îranê yên peyhatî) û osmaniyan de bûye. Ji bo 300 salên bê, piraniya kurdan xwe li heremên ku di dema Şerên osmanî-farisî de di navbera Osmanî û Îranê de gelek caran hatine dest guherandin dijîn dît.

Şahê sefewiyan Îsmaîl I (s. 1501-1524) serhildaneke êzîdiyan a ku ji sala 1506an heta 1510an dom kiriye, dawî anî. Piştî sedsalekê Şerê Dimdimê çêbû, ku Şahê sefewiyan Ebas I (s. 1588-1629) serhildana ku bi serokê kurd Emîrxan Lepzerîn ve hatiye serokatîkirin bi serfirazî dawî aniye. Piştre gelek kurd hatine sirgûnkirin Xorasanê, ne tenê ji bo qelskirina kurdan, lê di heman demê de jî ji bo parastina hidûda rojhilatê ji dagirkirina eşîrên afganî û tirkmen.[74] Xelkên din ên wek ermenî, gurcî û çerkez jî bi darê zorê ji aliyê Ebas I û xelefên wî ve hatine sirgûnkirin.[75][76][77][78][79]

Kurdên Xorasanê, ku hêjmara wan nêzîkê 700.000 in, hîn jî zaravayê kurdiya kurmancî bi kar tînin.[80][81] Çend kurdên esilzade xizmeta sefewiyan kiriye û di nav wan de hatine ritbeyên baş, yek ji wan jî Şêx Elîxanê Zengenê ye, ku ji sala 1669an heta 1689an wek wezîrê mezin ê şah Suleyman I (s. 1666–1694) xebitiye. Ji ber hewldanên wî yên ji bo reformkirina ekonomiya Îranê, di tarîxnivîsiya modern de jê re "Sefewî Emîr Kebîr" tê gotin.[82] Herwiha kurê wî, Şahqulîxanê Zengenê jî ji sala 1707an heta 1716an wek wezîrê mezin xizmet kiriye. Siyasetmedarekî kurd ê din, Genc Elîxan, hevalekî nêzîk ê Ebas I bû, û di parêzgehên têvel de walîtî kiriye û ji bo xizmeta wî ya dilsoz dihat zanîn.

Serdema zend

Kerîmxanê Zend, serokê Xanedana Zend yê Lekî

Piştî hilweşîna Sefewiyan, Îran ketiye bin destê Împeratoriya Efşarî ku di dema xwe ya zêrîn de ji aliyê Nadir Şah ve hatiye hikûmkirin. Piştî mirina Nadîr Şah, Îran ketiye nav şerekî navxweyî, gelek serok hewl dane ku desthilata wî welatî bigirin. Di dawiyê de Kerîmxanê Zend, generalekî lekîeşîra Zend, desthilatê bi dest xistiye.[83] Hingê di serdema Kerîmxanî de welat zengîn bûye; huner pêş ve çûye, û têkiliyên navmiletî jî hatine xurtkirin.[84] Kerîmxan wekî serokekî ku bi xelkê xwe re eleqedar bûye hatiye vegotin û sernavê Wekilê Xelkê lê hatiye kirin. Piştî Şerê osmanî-îranî (1775-76) Kerîmxan karibûye ji bo çend salan desthilatê Besreyê di Iraqa Osmaniyan de bigire.[85][86]

Serdema osmaniyan

Piştî ku Sultan Selîmê Yekê di Şerê Çaldiranê ya 1514an de Şah Îsmaîlî têk bir û Ermenistana Rojava û Kurdistanê îlheq kirin, îdarekirina deverên fetihkirî sparte dîroknasê kurd Îdrîsê Bidlîsî. Wî ev dever li sancaqan dabeş kir, û bêyî ku midaxeleyî prensîba werasetê bike, serokeşîran wek walî tayîn kirin. Wî axên di navbera Erzîrom û Êrîvanê de yên ku ji derbasbûna Tîmûrî ve wêran mabû, bi kurdên Hekarî û Botanê bi cih kir. Ji Peymana Amasyayê heta nîvê yekem ê sedsala 19an, gelek caran osmanî û xanedanên îranî (sefewî, efşarî, qacarî) yên cîran ji bo çend deverên axa kurdan şer kir.

Di destpêka sedsala 19an de siyaseta navendîparêziyê ya osmaniyan kêmkirina desthilatdariya mîrektiyan armanc kir, ku rasterast tesîr li mîrên kurdan kir. Piştî ku di sala 1847an de li dijî osmaniyan ji bo parastina pêkhateyên heyî yên mîrektiyên kurdan serhildanek da destpêkirin, Bedirxan Beg mîrê dawîn ê Mîrektiya Cizîra Botan bû. Her çend serhildana wî weke serhildaneke miletperwerî neyê binavkirin jî, zarokên wî di sedsala pêş de di derketin û pêşvebirina miletperweriya kurdî de roleke muhîm lîstin.[87]

Yekem hereketa miletperweriyê ya kurdî ya modern di sala 1880an de bi serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, ku serokê malbateke bihêz a Şemzînanê bû, derket holê. Şêx Ubeydullah daxwaza otonomiya siyasî yan jî serxwebûna kurdan a temamî û herwiha naskirina dewleta Kurdistanê bêyî mixadeleyên Tirkiyeyê yan otorîteyên farisî dikir.[88] Serhildana li dijî Îrana qacarî û Împeratoriya Osmanî di dawiyê de ji aliyê osmaniyan ve hatiye tepisandin û Şêx Ubeydullah tevî navdarên din sirgûnî Stembolê kirin.

Miletperweriya kurd a sedsala 20an

Hikûmên Peymana Sevrê ji bo Kurdistaneke serbixwe (1920)

Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem bi hilweşandina Împeratoriya Osmanî, ya ku bi riya serkutkirina tevgerên kurdan ên serxwebûnê, di dîrokê de bi awayekî serketî kurd entegre kiribû (lê asîmîle nekiribû), miletperweriya kurd derket holê. Serhildan car bi car çêdibûn lê tenê piştî serhildana Şêx Ubeydullahî di sala 1880an de kurdan daxwazên miletî kirin. Siltanê Osmanî Ebdulhemîdê Duyem (s. 1876–1909) bi kampanyayeke entegrasyonê bersiv da, ku bi teklîfên meqemên biprestîj di hikûmeta xwe de ji bo bihêzkirina desthilatdariya osmanî mixalifên kurd ên navdar wezîfedar kirin. Dema dilsoziya Alayên Hemîdiyeyê yên kurd di Şerê Cîhanî yê Yekem de li ber çavan tên girtin, xuya ye ku stratejiya Ebdûlhemîdî serketî bû.[89]

Hereketa miletperwer a kurd a ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û dawiya Împeratoriya Osmanî di sala 1922an de derket holê, bi giranî reaksiyonek nîşanî li hember guherînên di cimhuriyeta nû ya Tirkiyeyê de da. Di serî de li hember laîkbûna radîkal, navendîkirina desthilatdariyê, û miletperweriya tirk a berbelav rabûn.[90]

Serokê nexweşxaneyeke mîsyoneran li Rihayê Jakob Künzler paqijkirina etnîkî ya mezin a hem ermenî û hem jî kurdan ji aliyê Jon tirkan ve belge kir.[91] Li ser sirgûnkirina kurdên Erzîrom û Bidlîsê di zivistana sala 1916an de gelek agahî daye. Digotin kurd dê bibin insûrên kavilker û dê di şer de aliyê Rûsyayê bigirin. Ji bo jiholêrakirina vê xeterê, Jon tirkan ji herêmên Djabachdjur,[bi kurdî?] Palu, Mûş, Erzirom û Bedlîsê dest bi sirgûneke mezin a kurdan kirin. Jon tirkan mecbûr kir ku nêzîkî 300.000 kurd berê xwe bidin Rihayê li başûr û piştre ji wir jî ber bi Eynteb û Mereşê li rojaveyê. Di havîna 1917an de kurd hatin koçkirin Qonyeyê li Anatolyaya navîn. Bi saya van tedbîran, serokên Jon tirkan dixwestin ku bi sirgûnkirina kurdan ji axa bav û kalên wan û bi belavkirina wan di nav parçeyên biçûk ên civakên sirgûnî de têsîra siyasî ya kurdan qels bikin. Heta dawiya Şerê Cîhanî yê Yekem, bi qasî 700.000 Kurd bi darê zorê hatin sirgûnkirin û hema hema nîvê sirgûnan mirin.[92]

Kultur û huner

Folklor û Mîtolojî

Rovî, lehengeke gelember ya di Çîrokên kurdî de

Kurd xwedî tradîsyoneke folklorê ya dewlemend in, ku heta van demên dawiyê bi piranî bi xeberdan an jî kilaman ji nifşekê derbasî yê din bûye. Her çend e ku hin çîrokên nivîskarên kurd li seranserê Kurdistanê baş dihat zanîn; piraniya çîrokên hatine vegotin tenê di sedsala 20an û 21ê de hatine nivîsîn. Tê bawerkirin piraniya wan ji sedsalan gihiştine heta îro.

Armanc û şêwaza wan curbicur in, di nav folklora kurdan de mirov dikare çîrokên di derheqê xweza, heywanên antropomorfîk, evîn, qehremanên baş û yên xirab, afirandiyên mîtolojîk û jiyana rojane de bibîne. Mirov dikare di kulturên din de jî hin ji van qehremanên mîtolojîk mîna Sîmir, Şahmaran û Kawayê Hesinkar bibîne, nexasim di mîtolojiya îranî de. Herwiha hin çîrok tenê li ser şahiyê ye, û hinên din jî li ser tehsîl û dîn in.[93]

Dibe ku hêmana herî tê dubarekirin rovî be, ew bi fêlbazî û jîrîtiya xwe bi ser hemû cureyên kêm hişmend dikeve, herwiha bi giştî di dawiyê de têk diçe.[93] Mijareke din a gelemper di folklora kurdan de jî eslê eşîran e. Çîrokbêj li pêşberî temaşevanên ku carinan bi tevahiya gundekî pêk tê, çîrokên xwe pêşkêş dikin. Mirovên ji derveyî herêmê ji bo guhdarîkirina çîrokan seyahetê dikin û çîrokbêj bixwe diçin gundên din da ku çîrokên xwe belav bikin. Ev çîrok bi xisûsî di zivistanê de geş dibin ji ber ku bi êvarî mirov di hindurê malê de dimînin û peydakirina şahiyê hingê dijwar e.[93] Ev çîrok bi komên kurd ên heterojen re li hev tên û digel ku hin çîrok û hêman bi giştî li seranserê Kurdistanê tên dîtin, yên din jî xweserî herêmekê ne û girêdayî bi herêm, dîn û zaravaya xwe ve ne. Dibe ku nimûneya vê ya herî baş cihûyên kurd ên Zaxoyê bin; li hemberî çîrokbêjên wan ên jêhatî li hemû deveran ji ber tradîsyoneke devkî ya bêhempa rêz tê girtin.[94] Nimûneyên din jî mîtolojiya êzîdiyan,[95] û çîrokên kurdên Dêrsimê ne, ku di bin tesîra ermeniyan de mane.[96]

Piştî derbeya leşkerî ya 1980an li Tirkiyeyê di dema qedexekirina zimanê kurdî de dengê dengbêj û çîrokbêjan hatiye birîn, û gelek çîrok ketine talûkeya tinebûnê. Di sala 1991ê de qedexeya zimên hatiye rakirin, lê dîsa jî çîrokbêjiya edetî tesîreke negatîv ji televîzyon û radyoyan gelek girtiye.[97] Lêbelê, hin nivîskaran di parastina van çîrokan de gavên mezin avêtine.

Deq

Deq, li ser laşê jineke kurd

Herçend îslama sunnî destûra deqên mayinde nede jî, xemilandina laşên bi deqan di nav kurdan de berbelav e ji ber vê hindê tê texmînkirin van deqên edetî ji demên berî îslamê mane.[98]

Hibira deqan bi tevlîkirina şîrê jineke nû keçik aniye, kezeba heywanan, tenî û hin tiştên din tê çekirin.[99] Deq li ser çerm bi bikaranîna derziyan tê nexşandin û binê çerm tê qulkirin. Mane û armancên deqan curbicur in, nimûne; parastina li dijî xirabî an nexweşiyê, nîşana xweşikiyê û girêdana eşîrê... Sembolîzma dînî jî di nava deqên kurd ên edetî û modern de berbelav e. Deq ji laşê mêran zêdetir li ser laşê jinan tê dîtin, û bi gelemperî li ser ling, çene, enî û derên laşî yên din tê nexşandin.[98][100]

Populerbûna kevneşopiya deqên mayinde di nav nifşên kurdan ên nû de pir kêm bûye. Lêbelê deqên modern zêdetir dibin, û deqên demkî hê jî mîna rêzgiriya çandê di rojên muhîm (wekî şevê hinnê) de tên lêkirin.[98]

Mîmarî

Pira Dehderî ya Merwanî li Amedê

Gundên kurdan ên edetî xwedî xaniyên hêsan in, ji herriyê tê çêkirin. Bi gelemperî, banên malan rast û textîn in. Heke gund li ser çiyayê hatibe avakirin, banê xeniyekî dibe hewşa xaniyê bilindtir. Lêbelê xaniyên bi banên wek kewara mêşan mîna yên li Herranê jî hene.

Bi sedsalan gelek mîmariyên kurd ên nuwaze bi şêwazên curbicur hatine avakirin. Kurdistan bi nimûneyên mîmariyê yên kevnar ji Îran, Roma, Grek û Semîtîk serbilind e, ku yên herî navdar Bêstûn û Taqê Bostan li Kirmaşanê, Textê Silêman li nêzîkê Tekabê, Çiyayê Nemrûdê li nêzî Semsûrê û Kelehên Hewlêr û Amedê ne.

Yekem nimûneyên mîmariya kurdî ya rastîn, yên ku heta niha gihiştine, di sedsala 11an de hatine avakirin. Nimûneyên herî kevn ji Pira Dehderî ya merwaniyan li Amedê, Mizgefta Menûçêhr ya şedadiyan li Aniyê,[101] û Kelha Kurd a li nêzîkê Himsê pêk tên.[102]

Kumbedên Lalişê

Di sedsalên 12 û 13an de Dewleta Eyûbî di tesîra pêşiyê wan ê Fatimî, û reqîbê wan ê xaçparêzan de gelek avahî li seranserê Rojhilata Navîn ava kirine û her wiha teknîkên xwe jî pêş ve xistine.[103] Jinên malbata eyûbî di parastina avahiyên nû de roleke muhîm girtine.[104] Berhemên herî navdar ên eyûbî Mizgefta Xelîl el-Rehman, ya ku Gola el-Rehman a li Rihayê dorpêç dike, Kelha Qahîreyê[105] û piraniya beşên Kelha Helebê ne.[106] Beşa muhîm a din ji mîrasa mîmariyê ya kurd bi banê xwe yê konîk a orîjînal herêmê hecê yê ezîdiyan Lalîş e, ku ji dawiya sedsala 12an/destpêka 13an heta niha gihiştiye. Di serdemên li pey de jî, serokên kurd û dewlet û mîrîtiyên wan li dinyayê şopa xwe bi forma mizgeft, keleh û bircan hiştine. Hin ji wan xirab bûne, hinek din jî bi armanca mîrasa kurd a çandî jiholêrakirinê hatine hilweşandin wekî nimûne Birca Belek ya mîrîtiya Botanê ye. Nimûneyên navdar Kela Xoşabê ji sedsala 17an,[107] Kela Şerwanê ya ji destpêka sedsala 18an, û Pira Dêrîn a Elwen li Xaneqînê ji sedsala 19an.

Ya herî navdar Qesra Îshaq Paşa li Bazîdê ye, ku ev avahî bi tesîrên mezin ji her du edetên mîmariya anatolî û îranî hatiye avakirin. Avakirina qesrê di sala 1685an de bi seroktiya Çolak Ebdî Paşa, begekî Împeratoriya osmanî, dest pê kiribû û avahî di sala 1784an de ji aliyê neviyê wî, Îsheq Paşa ve hatiye xilaskirin.[108][109] Bi qasî 100 odeyên di nav de mizgeft, odeyên xwaringehê û zîndanan pêk tê û bi şekirinên hêja hatine xemilandin, ev Qesr xwedî nasnameyekê ye ku yek ji baştirîn nimûneya mîmariya serdema osmaniyan û ya Anatolyayê ye.

Di salên dawî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend avahiyên tarîxî wekî Keleha Hewlêrê û Mînareya Mudhafaria nû kiriye.[110]

Wêjeya kurdî

 Gotara bingehîn: Wêjeya kurdî

Pêjgeha kurd

 Gotara bingehîn: Pêjgeha kurd

Muzîka kurdî

 Gotara bingehîn: Muzîka kurdî

Civak û jiyana kurdan

Jiyan

Kurdistan ji ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurd berê xwe bidin çandinî û ajeldariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin.

Ya ku diyar e, ji ber ajeldariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û ji hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore û hwd çêkirine.

Zarokên Kurd

Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mast, rûn û hwd girtine. Her karê ku ji destê wan hatiye kirine û hêdî hêdî berhemên xwe ji bo nifşên piştî xwe bi cih hêlane.

Ji bo ku jiyaneke neteweya kurdan a ajeldarî hebûye, diyar e ku di destpêkê de li çiyayan jiyaye.

Ji bo xwedîkirina sewalên xwe li rastî gelek kend û kospan hatiye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe avêtiye xetereyê. Li dijî dijmin, neyar û ajalan şer kiriye. Ji ber van sedeman kurd di pile û payeya yekem de netirs (bi xêret), wêrek û dilêr bûye. Her wisa şerker e û di tu şert û mercan de natirse.

Piştî ku gelê kurd li deşt û çiyayan bi vî rengî jiyaye, hêdî hêdî li hin cihan stiriye ûniştecih bûye. ligel çandiniyê sewalvanî jî kiriye. Lewre mijûlî avedaniyê bûye û ligel vê yekê jî fêrî xet û nivîsînê bûye.

Hêdî hêdî mil bi milê neteweyên din ên ariyayî ji bo pêşxistina çand û wêjeya xwe hewl daye û têkoşiyaye û kemiliye.

Kurdên Zaza li Diyarbekir (Kurdistan), 1881

Ely Bannister Soane ku yek ji rojhilatnasan e, di geştnameya xwe de dibêje: "Kurd zor camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin. Ew dixwazin li deşt û çiyan bijîn. Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in. Gotina wan yek e. Gelekî cesûr û jêrek in. Zû fêrî ziman, kar û pîşeyan dibin. Gelekî jiax û niştimana xwe hez dikin û xwe li serî didin kuştin. Kurd gelekî bexşende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in. Di nav kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê kurdan gelekî rêz û hurmetê dide jiyana xwe. Di pêkanîna karekî de jê dipirse,. Jin jî mil bi milê zilaman dixebitin. di cotkirin, ajeldarî, maldarî, zarokxwedîkirin û xermanê de mil bi milê zilamê xwe dixebite. Jina kurd gelek bi namûs û damenpak e ku dawa wê pîs bibe jî wê dikujin. Keç bi dilê xwe dizewice. Dildarî reşbelek (cergûbez: di govendê de destênhevgirtina jin û mêran) di nava kurdan de bi nav û deng e û hemû ji şahî, dawet û govendê hez dikin. Ew vê yekê nîşan didin ku kurd diltêr, rûxweş, bi hiş, zana û wêrek in."[çavkanî hewce ye]

Eşîr

 Gotara bingehîn: Êlên kurdan

Civaka Kurdan bi giştî jî eşîran pêk tê. Her çend li bajaran eşîrparêzî kêmbûye jî, hîn li gund û bajarên biçûk eşîrparêzî dewam dike. Ji bo ku mirov civaka kurdan baş nas bike, naskirina eşîrên kurd gelek girîng e. Di dîrokê de jî kurd gelek caran ne wek milet, eşîr eşîr şer dikirin. Jixwe ew tesîra eşîrbûnê di dîrokê de heta niha berdewam dike. Wextê ku Kurdistan bûye çar parçe, her eşîrê piştgiriya dewletekê dikir. Di rastiyê de jî ev pêngavên eşîrtî kurd kirin çar parçe. Di bin vê gotarê de em ê eşîrên kurd binasin. Hindek eşîrên sereke;

  • Eşîra Hemawend: Ev eşîr niştecihên navçeya Çemçemalin bi taybetî jî li herêma Bazyan in. Her wisa li Rojhilatê Kurdistanê jî dijîn. Di sedsala 19ê de ev eşîr gelek caran dibû sedema şerê Osmaniyan û Îraniyan. Wî wextî serokê vê eşîrê Ciwanmîr Axa bû. Her wisa wek Cewamîr, Jwamêr jî dihate nasîn. Hêjayî gotinê ye ku Şêx Mehmûd Berzencî li gel vê eşîrê xizmanî kiribû û di gelek şeran de alîkariya Şêx Mehmûd kirine.[111]

Dîn

 Gotara bingehîn: Dînên kurdan

Neteweya kurdan di her serdemê de li ser ayîn û baweriyekê bûne. Wekî hemû neteweyên din ên ariyayî di şefeqa dîrokê de baweriya kurdan jî bi Xwedê hebûye û ew perestine. Her wiha bi perestina heyv, roj, stêrk, agir, av, ba, birûsk û tiştên bi vî rengî mijûl kirine. Wan di destpêkê de laşên miriyên xwe binax nekirine. Wan laşên miriyên xwe danîne ser latekî lûtkeyan da ku laşxwir wan bixwin. Bi vî awayî wan xwestiye ku dîsa bikevin nava laşê giyaneweran. Lê paşê ev rêbaz ji holê rakirine û laşê miriyên xwe pêçane û li çiyayan di bin axê de veşartine.

Kurd û zerdeştîtî

 Gotara bingehîn: Zerdeştîtî

Paşê ji malbata Espîtmanî ya Medyayê kesekî bi navê Zerdeşt peyda bûye û bangî gel kiriye ku Xwedayê tek û teniya biparêzin û baweriyê pê bînin. Gel jî bawerî bi wî aniye û ayîna wî qebûl kiriye. Rêz û rêçikên wî bi kar anîne.

Kurd û Îslam

Pîreke kurdê misilman nimêj dike.

Piştî ku ola Îslamê li Kurdistanê belav bû piraniya neteweya kurdan bawerî pê anî û bûne Misilman.

Şûn û warê kurdan

 Gotara bingehîn: Kurdistan
Nexşeyeke kevnare ku tê de navê Kurdistanê (bi fransî: Curdistan) xuya ye. Ev nexşe di sala 1684an de hatiye çapkirin.

Ew şûn û warê ku kurd lê dijîn jê re dibêjin Kurdistan. Di pirtûka Dairetûl Mearifail Îslamî[çavkanî hewce ye] de tê gotin ku Kurdistan parçe-erdekî biçûk e ku ketiye başûrê Rojhilat. Ew ji Loristanê dest pê dike heta meletî dirêj dibe û diçe bakurê Rojava. Dr. Mihemed Muîn dibêje: "Kurdistan parçe-erdek e ku ketiye Asyaya Rojava û di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatiye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwaze dewlemend e. Xezîneyên wekî av, petrol, sifir (mis), hesin, cîwe (ciwa) zêde tê de heye. Gotina Kurdistan di zimanê selçûqiyan de bi nav û deng bûye. "Hemdulah Mestûfî' ev bajar wekî bajarên Kurdistanê bi êv kirine: Alanî, Elîşter, Behar, Xeftiyan, Derbendî Tacxatûn, Derbendî Zengî, Dibîl, Dînewer, Sultan Avay, Şarezûr, Kengwer, Qirmîsîn, Kirind û Xoşan, Maydeşt, Hersîn û Westam."[çavkanî hewce ye]

Niştecihên kurd li parêzgehên Kurdistanê (1985)

ParêzgehKurd (% ji niştecihan) [112]
Silêmanî99%
Hewlêr89%
Îlam85%
Kurdistan85%
Hekarî97%
Kirmaşan83%
Luristan78%
Sêrt88%
Dihok83%
Bidlîs92%
Mêrdîn85%
Diyarbekir89%
Wan93%
Riha58%
Kerkûk85%
Erzîrom27%
Mûsil45%

Malbata kurdan

 Gotara bingehîn: Qewmên Kurdî yên Dîrokî
GelHozZaravaGelhe
KurmancBehdînanîKurmancî± 20.210.872[113]
SoranSoranî6.750.000 kes[114]
DimilîKird, KirmancDimilî, Kirdkî, Kirmanckî2.500.000 û 3.500.000[çavkanî hewce ye]
BaşûrîFeylî, Sincawî, Kelhûr, ŞêxbizinBaşûrî3–5 milyon [1]
HewramanîŞebekîGoranî1.2 milyon[çavkanî hewce ye]
Kurdên AnatolyayêKurdî, Romî
Kurdên XorasanêKurdî, Farisî

Galerî

Mijarên têkildar

Çavkanî

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.

Bîbliyografî

Girêdanên derve