Kurmancî

Zaravayê kurdî
Ji bo maneyên din li Kurmancî (cudakirin) binêre.

Kurmancî, Kurdiya jorîn yan jî Kurdiya bakurî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye ku ji aliyê kurdan ve tê axaftin. Zaravayê kurmancî li herçar parçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axaftin û rêjeya zêde ya kurdan bi zaravayê kurmancî diaxivin. Kurmancî li henek deverên herêmên Kurdistanê bi navên cuda cuda hatiye binavkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê wekî şikakî û li Başurê Kurdistanê jî wek badînî hatiye binavkirin.

Kurmancî
Kurdiya Kurmancî
Welatên lê tê axaftinKurdistan Kurdistan
Tirkiye Tirkiye
Îran Îran
Iraq Îraq
Sûrî Sûrî
ErmenistanErmenistan
Gurcistan Gurcistan
Azerbaycan Azerbaycan
Îsraêl Îsraêl
Rûsya Rûsya
Ewropa Ewropa
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA
Awistralya Awistralya
HerêmKurdistan
Diyasporaya kurdan
Axiverên zimanê zikmakî28-32m

mîlyon[1] (2019)
[2][3]

Malbata zimanîZimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsêTîpên latînî, erebî û kîrîlî
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî yeKurdistan Kurdistan
IraqIraq
SûrîSûrî
Rojavaya KurdistanêRojava
ErmenistanErmenistan
Cihê lê zimanê kêmneteweTirkiye Tirkiye
Îran Îran
Azerbaycan Azerbaycan
Sazkerên zimênÎraniya berê
Kodên zimanî
ISO 639-1ku
ISO 639-2krd
ISO 639-3kmr


Bi rengekî dinê jî, ji ber ku piraniya cografiya kurdan ji zaravayê kurmancî pêk tê, bi heman reng jî kurmancî bandoreke mezin heye li ser hemû kurdan û piraniya edeb û dîroka kurdan jî her bi vî zaravayî hatiye nivîsîn.[çavkanî hewce ye]

Etîmolojî

Kurmancî[4][5] = kur + man + cî. Wekî tê zanîn di dema Romayê da, gelê kurd[çavkanî hewce ye] xeribî bûyî. Lê herkes neçûye xeribiyê, ji ber ku daxwaza gelê kurd bû "ev axên me ne, em neherrin"[çavkanî hewce ye].

1. Peyva kur kurd e, lê em baş dizanin ku diroka peyva kur gelek kevn e ji ber ku 3000 salan berê zayînê ev peyv hebû. Bi zimanê sûmeran em dibêjin kur ji bona "welat, çiya, erd" .[6] Bi zimanê baskî ji bo "welat" em dibêjin herri ,[7] û ji bo "erd" em dibêjin lur [8][9] (bi ermenî çiya = lêr[10]). Bi zimanê ermenî ji bo "erd" em dibêjin երկիր ('êrkir).[11] Herwiha ji bo "kevir, kersaxê tîk/şefil" em jî dibêjin bi proto-kartvelî [12] ḳarḳar. Ji bo "perçayê axê/çamûr", bi proto-kartveli, bi gurcî û bi lazî em li peyva ḳord [13] dibînin.

2. Peyva man [14] bi kurdî ye û maneya wî wek bi avestayî [15] e "ji cihekî neçûn, li cihekî sekinîn, li cihekî rawestîn". Herweha bi latînî ji bo man em dibêjin manere [16].[17] Bi ermenî em dibêjin mnal [18] û bi îngilîzî remain. Yanî diroka peyva man pirr kevn e. Herwiha bi zimanên proto-kartvelî em dibêjin men [19] ji bo "baregeh/jîngeh/rûniştgeh/xane".

3.Peyva [20] "cih, erd" e. Lewma peyva kurmancî tê wateya "kurd kî li cihê xwe man". Yanî kurmancên ku neçûne xeribiyê. Lê dimilî (daylam [21]) çûne xeribiyê û li gora rapora "MtDNA and Y-chromosome Variation in Kurdish Groups" [22] dimilî ducar hatin erdên xwe li bakurê Kurdistanê. Herweha li gora vê raporê DNAya kurmanc û zazayan heman/wek in.

Belavbûna kurmancî

Di roja me de kurmancî di gelek welat û axan de ji alî gelê kurd ve tê axaftin. Belavbûyîna zarava, ji gola Urmiye dest pê dike, heta bajarên Şino sînorên Îran û Îraqê Helgurd, Rewandiz, Zeyî, Behdînan, Qers, Xinûs, Mûş, Bedlîs, sînorê Sêrtê Kozluk, Farqîn, Pasûr, Licê, Bismil, Amed, Erxenî, Çiyayê Qerej, Sêwreg, Semsûr, Meledî, Gurgum, herêma Hetayê Kirikhan û herêma Helebê Afrîn, ji herêma Dêrsimê li Pertekê, Mazgirt, bakurê Xarpêtê, Kanîreşa ku herêma Çepexçûrê (Çewlîg) ye û li gelek herêmên Sêwazê ev zarava tê bikaranîn.

Deverên kurmancîaxiv

Ergin Öpengin û Geoffrey Haig, du zimannasên Zanîngeha Bambergê (Almanya), li lêkolîneke (Öpengin & Haig 2014), pênc deverên kurmancîaxiv bi vî awayî dabeş dikin[23]:

Devera zaravayên başûrrojhilat

Devera zaravayên başûr

Devera zaravayên bakur

Devera zaravayên başûrrojava

Devera zaravayên bakurrojava

Devokên kurmancî

Kurmanciya rojhilat

  • Botanî, serhedkî, torî, şîkakî, behdînî, qerejdaxî, wanî, hekarî

Kurmanciya navîn

Amedî, şengalî, mêrdînî, batmanî, tatwanî, mûşî, bingolî, erzîromî, laçînî li Kurdistana Sor. Ardahan û Qers dikevin rojhilatê zimanê kurmancî li hema wek navndiye jî diaxivin

Kurmanciya rojava

  • Dersimkî, kurmanciya Dêrsimî
  • Şaddilî, sînemilî, kurmanckî
  • Reşoyî (li Anatolya Navîn, Semsûr, Dîlok, Meletî, Gurgum û Efrîn)
  • Sêwasî
  • Meletî, entebî, efrînkî, kobankî
  • Urfî, kurmanciya Anatolyayê

[24][çavkanî hewce ye]

Kurmanciya Xoresan û Deylaman

  • Ameranlûyî, qoçanî
  • Bocnûrdî, canbegî, modanlûyî
  • Reşwanlû (Reşoyî)
  • Kelûn Abdû (li Farsê)[25]

Dengnasî

Tîpên dengdar

Dengên vokal ên kurdî[çavkanî hewce ye]
PêşNavendPaş
Nêzik'i'
î
'ʉ'
u
'u'
û
Nîvek'e'
ê
'ɪ̈'
i
'o'
o
Vebûyî'æ'
e
'a'
a
 

Tîpên bêdeng

Dengên konsonant ên Kurdî
LêvîDiranîPidûyîArikîZimanokîHefikîGewriyî
Pozîmnŋ
TeqînokBêdengptt͡ʃkq
Dengdarbdd͡ʒɡ
Bêhndart͡ʃʰ
Pêhntard͡ʒʱɡʱ
ArînokBêdengfsʃxħh
Dengdarvzʒɣʕ
Nêzokwlj
Wîçînokr
Civînokɾ

Alfabe

Rêziman

Edebiyata herî pêşî

Pirtûkên pîroz ên êzdiyan

Cilwe[çavkanî hewce ye] û Mishefa Reş kevintirîn pertûkên ewên bi kurmancî hatine nivîsandin[çavkanî hewce ye].

Şerefxanê Bedlîsî

Şerefxanê Bedlîsî yekem dîlok nivîsê kurd bu, bo yekmîn car li sala 1597an Şerefname nivîsandî ye, ko tê da behsa cografî û dîloka kurdan dike.

Eliyê Herîrî

Eliyê Herîrî yekemîn kes bûye ko helbesta kurdî nivîsandî jiyan û mirine wî dikeve di navbera salên 1009-1079an de.

Ehmedê Xanî

Ehemedê Xanî yekemîn helbestavan bû ku di helbestên xwe de li ser hesta kurdayetiyê û yekîtiya kurdan nivîsandiye, ji ber ku hemû helbestvanên berî wî kesî li ser netewatiyê nenivîsandiye, helebistvanên kurdan yên berî Xanî bi tinê behsa dîn û evînê kirin di helbestên xwe de, jiyan û mirna Xanî dikeve sala 1650-1707an[çavkanî hewce ye].

Erebê Şemo

Erebê Şemo nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû.

Destanên sereke

Memê Alan, Mem û Zîn, Xec û Siyemend û Derwêşê Ebdî û Zembîlfiroş ji wan destanên kevin ên kurdî û kurmancî ne.

Navgînên ragîhandinê

Med TV

Med TV yekemîn kanala televîzyonê ya kurdî û kurmancî bû, ko li sala 1995an hatiye damzirandin, ji bilî kurmancî Med TV bi zaravayên din ên kurdî jî bexiş dikir wek zazakî û soranî u kalholî, herwisa yekemîn Radyoya kurdî ya kurmancî jî pişî Radyoya Êrîvanê bû.

Mijarên têkildar

Çavkanî