Şerrî Kirman

Şerrî Kirman (yan karesatî Kirman) rûdawêkî mêjûyî ye ke le salî 1208î koçî mangî le şarî Kirman da pêşhat.[1] Hokarî em rûdawe penadan û palpiştî xelkî Kirman le Lutf Elî Xanî Zend bû. Lem rûdawe da be firmanî Ağa Mehemed Xan hemû xelkî Kirman kwêr kiran û talanî şar û destdirêjî be jinan azad rageyênra.[2]

Paş em rûdawe 20000 cût çaw pêşkêşî Ağa Mehemed Xan kira. Hendêk em jimareye be 70000 cût dezanin.[3]

Perawêz