Wîkîpediya
Wîkîpediya (bi inglîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke serhêl a azad a pirzimanî ye ku ji aliyê civakek dilxwazê wîkîpediyayê ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediya di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin û herî tê xwendin e.[1] Wîkîpediya bi domdarî yek ji 10 malperên herî populer e ku ji hêla Similarweb û berê Alexa ve hatiye rêzekirin ku di sala 2022an de, Wîkîpediya di rêza 5emîn malpera herî populer a cîhanê de bû.[2] Wîkîpediya ji hêla Weqfa Wîkîmedyayê, rêxistineke ne-qezenc a amerîkî ve tê birêvebirin ku bi piranî ji hêla bexşan ve tê fînansekirin.
Wîkîpediya | |
---|---|
Malper | wikipedia |
Ziman | Bi 304 zimanî |
Avabûn | 15ê kanûna paşîn a 2001ê Bi kurdî: 7ê kanûna paşîn a 2004an |
Xwedî | Weqfa Wikimedia |
Dirûşm | Ensîklopediya azad |
biguhêre |
Wîkîpediya projeyeke navneteweyî ku û bi 304 zimanan tê nivîsandin. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û naverokan li gotaran zêde bike. Xweqeydkirin ne pêwîst e. Zêdekirin naverokên gotaran û nivîsandina gotaran bi şêwazek fermî û bi zimanek bêalî têne nivîsandin.
Wîkîpediyaya herî mezin wîkîpediya îngilîzî ye ku tê de ji 6.819.013î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wîkîpediyayê de xwedî malper in, ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.
Logoya Wîkîpediyayê dinyayek e ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.
Wîkîpediyaya kurdî
- Gotara bingehîn: Wîkîpediyaya kurdî
Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku yekem ensîklopediya bi zimanê kurdî ye û cara yekemîn li ser înternetê de ensîklopediyeke kurdî hatiye nivîsandin.Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 07.01.2004an de ji aliyê Erdal Ronahî ve hatiye destpêkirin. Di Wîkîpediyaya kurdî de niha 75.496 gotar heye.
Dîrok
Wîkîpediya di 15.01.2001 de ji aliye Wikimedia Foundation (Weqfa Wîkîmedyayê) hat dan destpêkirin.
Lîsans
Naveroka Wîkîpediyayê di bin Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License)de tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayê naveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navê MediaWiki jî nivîsbariya azad e.
Çavkanî
Girêdanên derve
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Wîkîpediya de hene