Projeyên pratîkî yên avakirina rêveberiya xweser (pirtûk)

Projeyên pratîkî yên avakirina rêveberiya xweser, kitêbeke ku di sala 2011an de ji aliyê Mezlûm Ebdî û Polat Can [1]ve bi erebî hatiye nivîsin û weşandin.

Projeyên pratîkî yên avakirina rêveberiya xweser (2020)

Armanca pirtûkê

Armanca pirtûkê ew e ku gel û xebatkarên şoreşa Rojavayê Kurdistanê projeya Xweseriyê binasin û li gorî armanc û pîvanên wê kar bikin û gav bi gav pêk bînin.

Pirtûk bi giştî li gorî xweserî û taybetmendiyên Rojavayê Kurdistanê hatiyê nivîsin û hemû projeyên tê de jî li gor rastiya rewşa herêmê hatine dareştin.

Çapên pirtûkê

Yekem çapa pirtûkê li Qamişlo di payîza sala 2011an de hatiye belavkirin. Çapa duyem jî di havîna sala 2012an de ji aliyê Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ve hatiye belavkirin. Çapa sêyem ji aliyê Navenda Ragihandina HSD di bihara sala 2020an de hat belavkirin.

Di havîna sala 2020 de, pirtûk bi sê zimanan (farisî, erebî, îngilîzî) û du zaravayên kurdî (soranî û kurmancî) ji aliyê Navenda Xezelnûs[2] ya Çap û Weşanê ve hat çapkirin û belavkirin.

Wergera pirtûkê

Pênc pirtûkên Projeyên pratîkî yên avakirina rêveberiya xweser.

Pirtûk cara yekê di sala 2011an de bi zimanê erebî bi navê ([3]المشاريع العمليّة لبناء الإدارة الذّاتيّة) hatiye nivîsîn. Di sala 2020an de ji bo ziman û zaravayê din hatiye wergerandin.

  • Wergera kurdî - kurmancî: Mihemed Reşîd
  • Wergera kurdî - soranî ([4]پرۆژه‌ پراكتیكییه‌كانی بونیادنانی خۆبه‌ڕێوه‌به‌رایه‌تی): Ekber Hesen.
  • Wergera farisî (برنامەهای عملی تاسیس نظام خودمدیریتی): Ednan Hesenpour.
  • Wergera îngilîzî (Practical Projects for Building the Autonomous Administration[5]): Leylan Îsa.

Çavkanî