Hilary Hahn
Amûr
Giştî
Çap bike/derxîne
Di projeyên din de
Hilary Hahn | |
---|---|
Jidayikbûn | 27 çiriya paşîn 1979 |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde | |
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Hîlary Hahn (jdb. 27ê çiriya paşîn 1979 li Lexington, Virginia), kemanvaneke amêrîkî ye.
Hahn li Baltimore mezin bû. Malbata wê bi eslên xwe ji Almanya ji herêma Pfalz (Bad Dürkheim) ne; ew tenê ye a ku di malê bi ehlên xwe re bi almanî dipeyive, jixwe li kêleka ku bi almanî Hilary dikare bi fransî herweha bi japonî jî biaxive. Hilary Hahn dersên kemanê pêşî li cem Klara Berkovîç stand, yek ji mamosteyên fêrbûna kemanê li gor şêweyê rûsî, bi xwe ji Odêssa ye. Dûv re bi 10 salî çû û li peymangeha muzîkê a Curtisê bajarê Fîladelfiya Curtis Institute of Music in Philadelphia li cem Jascha Brodsky (yek ji dawîntirîn şagirtên Eugène Ysayes e) berdewam kir.
Bi 6 saliya xwe Hilary Hahn konsêrta xwe ya pêşî da û bi 10 saliya xwe yên solo pêşkêşkir. Bi 12 saliya xwe him bi kamera orkêstra re, him jî bi orkêstra bajarê Baltimore a sinfonîk re solistvanî kir. Hahn heta niha 800 konsêrt pêşkêş kirine, 500 ji wan bi orêkstra re ne. Ta niha li 27 welatan geriyaye, li 200 bajarî jenî ye, li 4 parzemînan jiyaye. Bi 150 maystroyan re xebitî ye. Li Elmaniya dêbuta xwe ya pêşîn di sala 1995 da, ew jî bi orkêstra sinfonîk ya Bayer bi rêvebirya Lorin Maazel, re.
Pêşî, dest bi tomarkirina CD ya xwe pêşîn 1997 kir, ku ji solo partîta û sonateyên J. S. Bach pêk tê. Pişt re albûma xwe ya 2 Beehtoven-Violinkonçêrto derxist, û pê re bi 15 saliya xwe wê konçêrtoyê li Elmaniya zindî jenî. 2000 albûma wê ya bi navê Edgar Meyer-Violinkonçêrto derket, Edgar Meyer wê berhemê diyarî wê bixwe kiribû. Pişt re bi salekê berhema wê ya bi navê Violinkonçêrto Brahms û Stravinskî di yek CD de derket. Di filmê Gund The Village de jenî (muzîka wî filmî James Newton Howard nivîsandiye) û di stranên To Russia My Homeland ji albûma Worlds Apart û Witch's Web ji albûma So Devided ya grûpa Rockê amêrîkî a bi navê...And You Will Know Us by the Trail of Dead, de jenî.
Pev re bi Gustavo Dudamel 2007, 80 saliya papst Benedikt XVI li Vatîkanê-Rom bi berhemên Antonín Dvořák, Giovanni Gabrieli û Wolfgang Amadeus Mozart pîroz kir.
Adara 2009 Hilary Hahn bû endama komela Festspielhauses Baden-Baden ya muzîkê. Ew komele piştgiriya bername û instiyatîvên hunerî dike.
Modela kemana Hilary Hahn ya ê hostayê îtalî Guarneri del Gesù ye, lê Jean-Baptiste Vuillaume (hostayê fransî, bi dû wî de) ew keman 1864 çêkiriye. Kevanên wê modêla sedsala 19 ne. Têlên wê ji ên Domînant in û têla Mî ji modêla Pirastro-Zêrîn e.
Filmmusik The Village – Das Dorf[8]
2006 (Hilary Hahn - A - Portrait/ DVD). Filmeke derbarê Hîlary Hahn e, tê de perçeine ji violinkonçêrta E. W. Korngold dijene, bi rêvebirya Kent Nagano ji orkêstra sinfonîk ya elmaniya. Derhênerê film: Benedict Mirow
Navneteweyî | |
---|---|
Neteweyî | |
Akademîk | |
Hunermend | |
Însan | |
Yên din |