Hawpa
Hawpa, anku Rêkxirawî Hawpayî Neteweyî Kurdistan (bi kurdiya kurmancî tê wateya Hempa), rêxistineke rastgirên tûj ên kurd e[1] li Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê). Rêxistin di 21ê adara 2020an de ji aliyê hin xwendekaran ve li Hewlêrê hate damezrandin.
Hawpa | |
---|---|
Logoya Hawpa | |
Dewlet | Herêma Kurdistanê |
Dema avabûnê | |
Cihê baregehê | |
Îdeolojiya siyasî | Neonazîzm |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bi alîkariya platformên Instagram û Telegram xwe pêşkêş dikin û her wiha li hin bajarên Başûrê Kurdistanê mîtîng dikin. Endamên rêxistinê alîgirên teoriyên komployê li dijî siyonîstan in û rexne li malbatên desthilatdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Îdeolojî
Îdeolojiya Hawpayê ji Partiya Hîwa (1939-1946) û Partiya Kajik (1959-1975) ku li ser esasê fikrên faşîst û naziyan hatine damezrandin, vedigere. Her wiha di vê îdeolojiyê de siyasetmedar û kesayetên kurd ên berê yên wekî Remzî Nafî Axa û Rafîq Hilmî jî wekî faşîst dihatin hesibandin û bi Almanyaya Nazî re hevkarî dikirin.[2] Lê Hawpa jî xwe dispêre nivîskarên hevdem ên wek Hemma Mîrweysî û Samar Abbas.
Endamên rêxistinê
Hejmara endamên wan nayê zanîn[çavkanî hewce ye]
Pêşenganên rêxistinê li Hewlêrê
Di havîna sala 2021ê de pêşenganên Hewpayê li Hewlêrê hatin danîn.[3][4]