Partiya Demokrat a Kurdistanê
Amûr
Giştî
Çap bike/derxîne
Di projeyên din de
Partiya Demokrat a Kurdistanê | |
---|---|
Serok | Mesûd Barzanî |
Damezrandin | 1946 |
Îdeolojî | Kurdayetî;[1] Mafê Çarenûsê; Şopparêzî[2][3] |
Alaya partiyê | |
Malper | |
www.kdp.info |
Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi kurte PDK, partî û rêxistina siyasî ku di 16ê tebaxê 1946an hate damezrandin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16ê tebaxa 1946an de ji aliyê kadroyên Partiya Şoreş 1945 û Partiya Rizgarî 1945 ve hate damezrandin. Cîgirê partiyê Şêx Letîf Şêx Mehmûd bû. Sekretere giştî Hemze Ebdula bû. Li destpêka sala 1947ê Îbrahîm Ehmed jî tevlî partiyê bû. Mela Mistefa Barzanî wek serokê yekemîn hate hilbijartin. Hêjayî gotinê ye ku Mela Mistefa wî wextî li Mehabadê bû
Di hilbijartina sala 1954ê li gel Partiya Komûnîst ya Iraqê xebitîn.
Îro serokê PDKê kurê Mele Mistefa Barzanî Mesûd Barzanî ye. Berê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bû jî , Niha Nîçrvan barzanî serokê herêma kurdistanê ye. PDK li Kurdistana başûr û Îraqê jî kar dike. Bingehên serekî yên PDKê li Hewlêr û Dihokê ne. PDK yek ji mezintirîn partiyên Kurdistana başûr e û bi pevgihaniya (hevgirtina) YNKê di parlemana başûrê Kurdistanê de hikûmeta herêmê birêve dibe. PDK ji aliyê îdeolojî ve rexistineke sosyal-demokrat e.
Rêxistinên siyasî yên Kurdistanê | |
---|---|
Piştî Şerê Cîhanî yê Duyem |
|
Berî Şerê Cîhanî yê Duyem |