Çiyayên Xamirpêtê
Çiyayên Xamîrpêtê, rêzeçiyayekî volkanîk e ku li ser sinorên parêzgehên Mûş û Erzîromê ye û li ser xaçesinorê navçeyên Gimgim, Kop, Xinûs û Qereçanê ye.[1]
Çiyayên Xamîrpêtê | |
---|---|
Bilindayî | 2.879 m |
Cih | Gimgim-Xinûs-Kop-Qereçan |
Koordînat | 39°11′5.64″Bk 41°51′42.12″Rh / 39.1849000°Bk 41.8617000°Rh |
Nexşeya cihan Mûş#Bakurê Kurdistanê |
Çiya li rojhilatê Gola Xamirpêtê ye û bilindahiya çiyayê digihîje 2879 mêtreyan.[2]
Erdnigarî
Çiyayên Xamîrpêtê di navbera deşta Xinûs û Çemê Miradê de weke girseyeke çiyayî xuya dibe.[3][4] Çavkaniyên wê yên avê yên dewlemend hene û hin deverên çiyê ji tebeqeyên kelkerî pêk tên.[5] Çiya Gola Xamirpêtê ye ku yek ji golên herî bilind û baş parastiyê Bakurê Kurdistanê ye. Li Çiyayên Xamîrpêtê zêdeyî 100 golên biçûk hene. Piraniya golan li derdora gundên Xinûsê yên li bakurê lûtkeya 2879 metreyî ne.[6]Her wiha herêm ji bo çûkan yek ji zozanan girîng e. Çiyayên Xamîrpêtê yek ji çiyayên herî bilind ên parêzgeha Mûşê ye û xwedî daristanên herî birêxistinkirî ye. Firehiya Çiyayên Xamirpêtê 10 km û dirêjiya çiyê jî 30 km ye. Di encama teqîna volkanên li Çiyayên Xamîrpêtê de golên kratera Xamirpêtê çêbûne. Li quntara başûrê Çiyayên Xamîrpêtê de Çiyayê Kolîbaba heye. Çiyayê Sîpanê jî li deverên herî jêr ên herêmê tê dîtin.
Flora
Li Çiyayên Xamirpêtê giyayên wek Kimkork(jehrîn) û Helîz, Kardî, Gûlik, Kereng, Ribêz, Tirşo, Mendik, Kaşim,[7] Kerengnebi, Pepikên Hirçê, Gonî û Benîştê Qânok hene. Darberû, Kenêr, Guvîj, Hirmî, Sêv, Biyog, Şîlan, Hûlitirşik û Rêxok darên din ên li herêmê ne.