Armîta Gerawen

Armîta Gerawen (jdb. 2 nîsan 2006, li Kirmaşan — m. 28 çiriya pêşîn 2023, li Tehranê), keçeke kurd[1][2] a 17 salî bû ku li gorî şahidên bûyerê di 1ê çiriya pêşîn a sala 2023an de li metroya Tehranê rastî êrîşên polîsên Îranê hatiye. Di hundirê mêtroyê de çi diqewime nayê zanîn lê li gorî îdîayan di dema aloziya di navbera wê û polîsên exlaqê ya Îranê de serê wê li metalek hişk dikeve û ji ser hişê xwe diçe. Piştre ji aliyê hevalên wê ve ji nav metroyê tê derxistin û wê radikin nexweşxaneyê. Armîta Gerawen ji ber birînên ku di mêjiyê wê de çêdibin 20 roj di komayê de dimîne.[3] Piştî 20 rojan ku li beşa lênihêrîna giran a nexweşxaneya artêşê de hatiye dermankirin, di 22ê cotmeha sala 2023an de mirina mêjiyê ya wê tê ragihandin.[4][5] Mirina Armîta Gerawen bi kuştina Jîna Emînî re hatiye berawirdkirin û ji aliyê wezîra derveyê ya Almanyayê Annalena Baerbock ve wekê bûyereke “bêtehemûl” hate binavkirin.[3][6]

Armîta Gerawen
Jidayikbûn2ê nîsana 2006an
Mirin22ê çiriya pêşîn a 2023an
Tehran (17 salî)
Sedema mirinêXwînrêjiya mêjî(Mêrkujî (disputed), qezaya ku mirin tê de (disputed))
EsilKurd
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PerwerdeKonservatuar (xwendegeha muzîkê)
Pîşe
  • Martial artist li ser wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Bahman Geravand Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Shahin Ahmadi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bûyer

Di 1ê çiriya pêşîn a sala 2023an de, Armîta Gerawen a 17 salî û bi du hevalên xwe re diçin metroya Tehranê.[3] Piştre vîdeoyên ku ji aliyê kamereyên ewlehiyê ya rawestgeha metroya Tehranê tê girtin dide nîşan ku çend jinên sergirtî bi Armîta Gerawen û hevalên wê re siwarê metroyê dibin. Di heman vîdeoyê de piştî demek kurt hevalên Armîta wê bi awayekî bê hiş ji trênê derdixin.[7][8]

Li gor rêxistina mafên mirovan Hengawê ku navenda rêxistinê li Norwêcê ye û kesên bûne şahidê bûyerê ragihandiye, Gerawen ji ber ku serê xwe negirtiye, rastî êrîşa polîsên Îranê hatiye û di dema aloziyek demkurt de serê wê li metalek tirênê dikeve û ji ser hişê xwe diçe.[9] Ji ber ku vîdeoyên aloziya di nav vagonên metroyê de tineye nayê zanîn ka serê wê çawa li metalên vagonê ketiye. Piştî vê bûyerê bi "birînên giran ên mêjî" wê radikin nexweşxaneyê.[6]

Vexuyanên kamerayên rawestegehê dide nîşan ku piştî demek kurt Armîta Gerawen û hevalên wê siwarê metroyê dibin, ji hêla hevalên wê ve bi awayekî bêhiş ji trênê tê derxistin.[6] Medyaya dewleta Îranê dîmenê bûyerê parve dike lê bûyerên di hundirê wesayîta trênê de ku Gerawen çawa dikeve yan jî çi li serê wê dikeve nîşan nade.[10] Ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hatiye îspat kiriye ku dîmenên bûyere hatiye qutkirin û ji vexuyanên vîdeoyê sê deqe û 16 saniye ji vîdeoyê hatiye derxistin.[11]

Nexweşxaneya ku Gerawen rakirine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin û tê gotin ku li nexweşxaneyê hêzên ewlekariyê gef li malbat û hevalên wê xwarine.[12][13] Rojnamevanê ku dixwaze li ser rewşa Gerawen lêkolîn bike ji bo demeke kurt ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê desteserkirin.[13]

Mirina Armîta Gerawen

Di 22ê çiriya pêşîn de, medyaya dewletê ya Îranê radigihîne ku mirina mejiyê ya Gerawen pêk hatiye.[14] Di 28ê cotmehê de, ji aliyê rayedarên Îranê ve mirî hat ragihandin.[15]

Veşartîna wê

Cinazeyê Armîta Gerawen ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye desteserkirin destûr nehat dayîn ku malbata wê cinazeyê keça bibin Kirmanşanê veşêrin.[16][17] Gerawen bi zorê rayedarên dewleta Îranê li qebristana Beheştî Zera ya Tehranê hate veşartin.[17]

Çavkanî