Ciwarbûna mirovan a pêşî li dinê
Ev listeya dîrokî ya rûniştina Mirovan e.
Lîste ji çar pariyan pêk tê. Paleolîtîk ya Navîn (beriya 50 hezar sal ) , Paleolîtîk ya Jorîn (Ji 50 hezar salan heya 12.500 sal berê) , Holosen (Ji 12.500 salan heya 500 sal berê) û dema Modern. Tomarên lîsteyê li gor herêman hatine nivîsandin.
Rûniştina mirovan navê ku bidome , dibe ku carinan rûniştgeh hatibin vala kirin ji ber mercên avûhewa , tekîna Çiyayên agirî, mînak tekîna volkanîk ya Toba yê.[1]Derketinên Afrîka yên pêş li dora 270.000 sal in. Herwiha derketinên mayînde dibe ku li derdora 70.000 salan bin.
Beriya Homo Sapîens , ji xwe Homo Erectus milyonek sal berê (lê biner Derketina ji Afrîka) li Afrîka û Ewrasya ya ne-Arktîk belav bibû.Çavkaniya herî kevin ji bo Mirov yê Modern (Homo Sapîens) hatiye dîtin fosîlen Cebel Irhoud ,Maroko yên 300.000 sal berê nin[2]