Daryûş Îqbalî

Daryûş Îqbalî (bi farisî: داریوش اقبالی; z. 1954an li Miyane, Tehran, Îran, bi navê Dariush Eghbali) hunermend, lîstikvanê fîlmê û stranbêjê îranî ye.[2]

Daryûş Îqbalî
Di konsera li Kuala Lumpurê, 2009
Jiyan
Navê jidayikbûnêDaryûş Îqbalî
داریوش اقبالی
Jidayikbûn4ê sibata 1951an(1951-02-04) (73 salî)
Tehran, Îran[1]
Cureyê muzîkêPop-a farisî, rock
PîşeHunermend, Stranbêj
Salên çalak1970 - îro
Malperdariush2000.com
biguhêreBelge

Jiyana wî

Daryûş li Tehranê, di 4ê sibatê 1951an de ji dayik bûye. Qabiliyeta wî ya muzîkê di neh saliya wî de li dibastana xwe gava cara pêşîn derketibû sehneyê hate kişfkirin. Hassan Khayatbashi di 20 saliya wî de wî bi xelkê da naskirin bi riya televizyona neteweyî ya Îranê. Bi strana xwe ya bi navê "Don't Tell Me You Love Me" (bi farisî: به من نگو دوست دارم be man nagu duset dāram) populer bû.[3]

Ew bi Venus Îqbalî re zewiciye.[4]

Kariyer

Xebatên wî ji zêdetirî 208 stranên di 27 albuman de pêk tê. Ji xeynî van di 2 fîlmên îranî de jî cih girtiye.

Strana Daryûşê ya bi navê Dastaye To (Destên Te) wekî strana herî xweragir ya di dîroka Îranê de hatiye binavkirin ji aliyê Manoto TV ve.

Dilxwazî

Daryûş endamekî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ye. Ew mibtelayê tilyakê bûye[5] û bi xurtî hewl dide ku hişyarike çêbike di qada mibtelatiyê de.</ref> and he is heavily involved in bringing awareness and support to the world of addiction.[5]

Fîlmografî

  • Yârân (Dost)
  • Fâryâd Zire Âb (Qîrîna Bin Avê).
  • Dariush live at Gibson Amphitheatre 2009

Dîskografî

Albumên wî yên tevî Taraneh Records

  • Jangal: (Daristan)
  • Nadim
  • Nazanin (Nazenîn)
  • Live In Palace (Jiyana li Qesrê)
  • 2003: 40 Greatest Hits'

Albumên wî yên tevî Caltex Records

  • Mosabab (Musebîb)
  • Bachehye Iran - 1994 (Zarokên Îranê)
  • Sofreh Haft Seen (Sifreya Heft Sênî)
  • Cheshme Man (Çavê Min)
  • Shaghayegh (Lale)
  • Faryad zir Aab - 1991 (Qîrîna Bin Avê)
  • Be Man Nagou Doset Daram (Ji Min Re Nebêje Ji Te Hez Dikim)
  • Zendouni(Zindanî)
  • Khak Koob-e Man
  • Saaleh Do Hezar - 1997 (Salê Du Hezar)

Çavkanî

Giredanen Derve