The Swarm (rêzefîlm)
The Swarm (bi almanî: Der Schwarm) rêzefîlmeke televizyonê ya honaka zanistî ya alman/ewropî ye ku ji hêla Barbara Eder, Luke Watson û Philipp Stölzl ve hatiye çêkirin. Rêzefîlm ku ji romana binavûdeng ya Frank Schätzing hat veguheztin, tekoşîna mirovahiyê ya li dijî hêzeke nenas ya ku di kûrahiya deryayê de dijî, vedibêje.[1]
The Swarm | |
---|---|
Welat | |
Ziman | Inglîzî ![]() |
Senaryonivîs | |
Awazçêker | |
Lîstikvan | |
Hejmara beşan | 8 ![]() |
Hejmara sezonan | 1 ![]() |
Şêwe | Thriller û Honaka zanistî ![]() |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Bi budceya texmînkirî ya 40 mîlyon € hat hilberandin, ev hilberîna TV ya almanî ya herî biha ya hemî deman e.[2] Rêzefîlm promiyera xwe ya cîhanî di 73emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê de di Berlinale Series de di 19ê sibata 2023an de kir. Sê beşên ewil ji 8 beşan li derveyî pêşbirkê hatin nîşandan.[3] The Swarm di 1ê adarê de li ser ZDFê kete weşanê, [4] ewê ji adarê ve li ser RAI, France Télévisions, Viaplay, Movistar, ORF, SRF û Hulu Japonya jî peyda bibe.[5]