Gite, Silopî

Gundekî Silopiya Şirnexê
(Ji Xite Cedîd hat beralîkirin)

Gite, Gite Cedîd (1928: غطهء جديد / Guitté djédid; 1946: Gitta; bi tirkî: Çalışkan), gundekî ser Silopiya Şirnexê ye. Gite navê wê yê ku têt zanîn di bîrahiyên kevn de li dev xelkê gundê Gite. Gite dikevit rojhelata qezaya Girgê, Silopiyê.

Gite
Çalışkan
Kargêrî
WelatBakurê Kurdistanê
DûgelTirkiye
ParêzgehŞirnex
NavçeSilopi
NahiyeSilopi (navend)
Binebeş
Şaredarİsa Yiğit (AKP)
Demografî
Gelhe (2012)4.406[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat37°17′46″Bk 42°38′33″Rh / 37.29611°Bk 42.64250°Rh / 37.29611; 42.64250
Bilindayî690 m
Koda postayê73400
Koda telefonê(+90) 486
Gite li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gite
Gite
Gite (Tirkiye)

Gundên hevsinor li gel gundê Gite

Li bakurê rojhelat, gundê Slib (Silibê) û Herbol; li bakurê rojava, gundê Dêresor û Dêredevş û Bêspin; li rojava gundê Kunsera û Kûlya; li başur gundê Dehlik û Hewrêz û Kernê û Kîzzav. Ev çend gund dikevine başurê Kurdistanê.

Gite ji konfederasyona gundên Bêrsoveyan e, ango giteyî bêrsoveyî ne û ji eşîreta Hacî Bedirya ne.

Cihên kevnar li gundê Gite

  • Kaniya Mêra, Kehniya Mêran, ango ev kanî taybet ya zelaman e.
  • Kaniya Jinka, Kehniya Jinikan, ango ev kanî taybet e bo afretan bi tenê.
  • Kaniya Sirkkê, Kehniya Sirkê, ava ya cemidî ye li werzê havînê gundiyan ji bo vexwarina xwe an ji kaniyê diînan.
  • Kaniya Lîçê, Kehniya Lîçê, ev kanî ji behra pitir avreta bi kar diînat.
  • Kaniya Axê, Kehniya Axê, ya ji karkeftî ye.

Ev kanîyên ku me li jor navê wan dest nîşan kirîn hemû kaniyên dîrokî ne û dîroka wan kes nizanit yan ji gundî nizanin ka yên kî serdemîne.

Ziyaretên gundê Gite

  • Feqê Kilîs
  • Pêlan
  • Tirbên Mîra
  • Şêx Ehmed
  • Ziyaretê mezin

Çavkanî