Çiyayê Bêllî

(Ji Çiyayê Nemrûd hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Nemrûd binêre.

Çiyayê Bêlî yan jî navê ku îro pê tê zanîn Çiyayê Nemrûdê yek ji çiyayên Bakurê Kurdistanê ye çiyayekî sîstema Rêzeçiyayên Torosan e. Çiyayê Bêlî, dikeve nava sînorê parêzgeha Adiyeman îro û çiya di sala 1987an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye diyarkirin. Bilindahiya çiyê 2150 mêtre ye rûerda wî 11 hektar erd e.

Çiyayê Bêlî
Bilindayî         2150 m
CihKolik, Semsûr, Bakurê Kurdistanê
ZincîreçiyaRêzeçiyayên Torosan
Koordînat37°58′51″Bk 38°44′27″Rh / 37.9807°Bk 38.7408°Rh / 37.9807; 38.7408
Nexşeya cihan Adiyeman
Çiyayê Bêlî li ser nexşeya Adiyeman nîşan dide
Çiyayê Bêlî
Çiyayê Bêlî
CureZincîreçiya

Di nîvî lûtkeya çiyayê de parêzgeh û gora keyên Komagênêyê hêne. Ev karpêk ji aliyê keyê Komagênêyê Antîoxos I Theos (69–36 b.z.) û bavê wî Mîtradates I Kallinikos ve (109–69 b.z.) hatine çêkirin. Tê diyarkirin ev peykerên li vir ji bo wek nîşana aşitiya xwedawend ên yewnan û persan hatine avakirin. Antîoxos ji pê li textê rûnişt re navlêka "Theos" (yewnanî: xwedê) li xwe kir. Di sala 1881ê de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hate lêkolîn kirin û kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kir. Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Bêllî sê banokeyan rojhilat, rojava û bakur hene. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.

Dîroka kevnar

Perestgeha dînî ya ku li Çiyayê Belî hatibû avakirin ji bo vejandina kevneşopên persiyên yên komageneyê beşek ji bernameya siyasî ya Antiochus bû. Ji bo çêkirina van peykeran kevneşopiyên siyasî û dînî yên Kapadokya, Pontus û Ermeniyan li hev kir û çêkirina peykeran temam kir. Antîochos bi adetên mîrên Mîthrîdatîk ên Pontusê layîn dike, eslê ji Axamenîsiyan û Selûkiyan bibîr dixe. Yek ji beşên bingehîn ên vê nasnameyê jî pantheona Yewnanî-Îranî ya ku nû hatiye avakirin û li perestgehên taybetî yên li Komageneyê dihatin perizîn.[1]

Banokeya bakur

Banokeya bakur cihê ku serdanên parêzgehê lê kom dibûn.

Banokeya rojava

Li banokeya rojava pênc peykerên runiştî yên bi bilindahiya 9 m hene. Ew banoke cihiye herî pîroza parêzgehê bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hev in, lê karkeriyên wan hîn pir in. Li wir peykerên Antîoxos I û êzidok Tîke; Zeus-Ahûra Mezda; Apollon-Mîtra-Hêlios-Hermês; û Artagnês-Hêraklês-Arês hene.

Banokeya rojhilat

Li vê banokê pênc peykerên êzidokan hene. Ewna ji çepê de berve rastê bi navê xwe yên yewnanî û farisî wiha ne:

Galerî

Çavkanî

Girêdanên derve