Amed

Bajarekî Tirkiyeyê
Ji bo maneyên din li Diyarbekir binêre.

Amed yan jî bi navê dîrokî Amîda, (/ˌaˈmɛd/) (1928: دياربكر/Diyarbekir; bi tirkî: Diyarbakır) yek ji bajarê herî mezin ên Bakurê Kurdistanê ye. Amed li derdora deşteke bilind ê li kêleka Çemê Dîcleyê û li kêleka kelheya dîrokî ya Sûra Amedê hatiye avakirin. Amed ji aliyê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ve wek navend û pozîsyonek polîtîk tê pênaskirin û yek ji bajar û navendên girîng û dîrokî ya erdnîgariya Kurdistanê ye. Li gorî daneyên kanûna sala 2021an nifûsa bajêr 1.791.373 kes bû ku ji wan 1.129.218 li qada navendî (an metro) ya ku ji 4 navçeyên navendî (Rêzik, Payas, Sûr û Bajarê Nû) pêk tê dijîn.

Amed
Diyarbakır
Çend dîmenên ji Amedê
Navçe
WelatBakurê Kurdistanê
DûgelTirkiye
ParêzgehDiyarbekir
SerbajarAmed

Hejmara bajarokan17 bajarok

Navê nîştecihanamedî, diyarbekrî
Gelhe (2022)1.804.880 [1] kes
Rûerd2.060 km2
Berbelavî413,5 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2020)1.756.392 kes
Koordînat37°54′39″Bk 40°14′12″Rh / 37.91083°Bk 40.23667°Rh / 37.91083; 40.23667
Bilindayî670 m
Koda postayê21xxx
Koda telefonê(+90) 412
Amed li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Amed
Amed
Amed (Bakurê Kurdistanê)
Amed li ser nexşeya Diyarbekir nîşan dide
Amed
Amed
Amed (Diyarbekir)

Amed di navbera Kurdan de bûye navendeke sereke û ji aliyê gelek Kurdan ve wekê paytexta defakto ya Kurdistanê tê dîtin.[1][2] Dihat xwestin ku bajar piştî Peymana Sêvrê bibe paytexta Kurdistaneke serbixwe lê piştî geşedanên siyasî yên paşerojê ev yek hatiye paşguhkirin.[3][4]

Etîmolojî

Bajar 1300 sal b.z. de bi navê Amîda hatiye naskirin. Navê Amîd (Amîda) di belgeyên erebî de jî derbas bûye.[5][6] Amîd (Amîda) di belgeyên fermî yên Împaratoriya Trepzonê de di sala 1358an de hatiye dîtin.[7]

Erdnîgarî

Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê, çiya 37,0%, deşt 30,6% û plato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji bo ziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.

Avûhewa

Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.

Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Amedê (1975-2010)
Rêb.Reş.Ada.Avr.Gul.Pûş.Tîr.Gel.Rez.Kew.Ser.Ber.
Bilindtirîn germahî (°C)6,59,014,620,326,633,738,438,033,325,315,99,0Ø22,6
Nimztirîn germahî (°C)−3,0−1,52,36,811,116,721,520,715,69,93,4−0,7Ø8,6
Germahî (°C)1,53,58,613,819,326,331,220,324,717,29,03,7Ø14,9
Barîn (mm)63,468,267,864,338,79,30,90,86,032,653,269,7Σ474,9
Saetên bi tavik (st/r)3,94,85,66,99,712,212,511,79,97,45,43,8Ø7,8
Rojên bi baran (r)11,811,711,511,78,93,21,31,22,05,98,411,5Σ89,1
G
e
r
m
a
h
î
6,5
−3,0
9,0
−1,5
14,6
2,3
20,3
6,8
26,6
11,1
33,7
16,7
38,4
21,5
38,0
20,7
33,3
15,6
25,3
9,9
15,9
3,4
9,0
−0,7
Rêb.Reş.Ada.Avr.Gul.Pûş.Tîr.Gel.Rez.Kew.Ser.Ber.
B
a
r
î
n
63,4
68,2
67,8
64,3
38,7
9,3
0,9
0,8
6,0
32,6
53,2
69,7
 Rêb.Reş.Ada.Avr.Gul.Pûş.Tîr.Gel.Rez.Kew.Ser.Ber.


Çavkanî: www.dmi.gov.tr

Dîrok

 Gotara bingehîn: Dîroka Amedê
Nexşeya bajarê Amedê

Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.

Kronolojî

Berî îsa

Piştî Îsa (zayîn)

Şaredarî

Deriyê Çiyê, 2010.
Kolana Xazî (bi tirkî: Gazi caddesi) li Amedê
Kolana Ekînciyan (bi tirkî: Ekinciler caddesi) li Bajarê Nû yê Amedê
Seyrangeha Parkormanê ya Amedê, 2010.

Şaredarê Amedê ji hilbijartinên 31'ê adarê 2014an û vir ve Gültan Kışanak e.

Nexweşxaneyên Amedê

  • Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê
  • Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê
  • Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Amedê

Çand û huner

Navendên çandê yên Amedê

  • Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê
  • Navenda Hunerê ya Amedê
  • Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun
  • Rojeva Cihkî 21 a Bajarê Mezin
  • Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin
  • Konservatiwara Bajêr a Aram Tîgran

Ol û civak

Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.

Xwarinên herêmê

Kincên herêmê

Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êleg li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene û gelek ji wan Kum, şewqe yan jî kefiya sipî didin serên xwe.

Jinên Diyarbekirî (Amed) fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranîya jinên zewicî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan yan serqot in (serî pas) yan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên herêmî li xwe dikin, û piraniya gel kincên modern li xwe dike.

Çanda xwedîkirina kevokan

Li Amedê xwedîkirina kevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin û di navbera wan de pêşbaziyan li dar dixin. Ji kevokên Amedê re dibêjin "boran".

Ciyên turîstîk û gerê

Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.

Cihên dîrokî yên girîng

Deriyên Amedê

  • Deriyê Xerpûtê an Deriyê Çiyayî an jî Deriyê Bakur
  • Deriyê Rihayê an Deriyê Rûm an jî Deriyê Rojava
  • Deriyê Mêrdînê an Deriyê Başûr
  • Deriyê Nû an Deriyê Rojhilat
  • Deriyê Serayê

Bircên Amedê

Mizgeftên Amedê

  • Mizgefta Mezin
  • Mizgefta Nebî
  • Mizgefta Husrev Paşa
  • Mizgefta Kozlû (Qozlî?)
  • Mizgefta Hecî Buzruk (Buzruq?)
  • Mizgefta Hezretî Silêman
  • Mizgefta Qazî
  • Mizgefta Îbrahîm Beg
  • Mizgefta Nasûh Paşa
  • Mizgefta Kurşunlu
  • Mizgefta Xoceoxlî
  • Mizgefta Şêxereb
  • Mizgefta Îskender Paşa
  • Mizgefta Xanzade
  • Mizgefta Ragibiye
  • Mizgefta Hecî Hemîd
  • Mizgefta Şêx Mitahar (Minareya Çarling)
  • Mizgefta Parlî
  • Mizgefta Melik Ehmed
  • Mizgefta Şêx Yûsif
  • Mizgefta Sîm
  • Mizgefta Behram Paşa
  • Mizgefta Tacetin
  • Mizgefta Lala Qasim Beg an Mizgefta Lala Beg
  • Mizgefta Elî Paşa
  • Mizgefta Minareya bi Neynik
  • Mizgefta Hezretî Emer
  • Mizgefta Safa

Medreseyên Amedê

  • Xwendegeha Mesûdiyê
  • Xwendegeha Zîncîriye

Hemamên dîrokî yên Amedê

  • Hemama Çardaklî
  • Hemama Deva
  • Hemama Melik Ehmed
  • Hemama Paşa
  • Hemama Qazî
  • Hemama Vahap Axa

Dêrên Amedê

Xanên dîrokî yên Amedê

  • Xana Delîlan
  • Xana Hesen Paşa
  • Xana Borsayê (Cotxan, Çîftexan), îro wêran e.

Muzexane

  • Muzeya Arkeolojiyê
  • Muzeya Ziya Gökalp
  • Muzeya Cahit Sıtkı Tarancı
  • Koşka Sem'an (Koşka Xazî)
  • Koşka Erdebîlê (Qesra ber Derê Pirê)

Seyrangeh û parkên Amedê

Navdarên Amedê

Bedenên Amedê

Çavkanî

Girêdanên derve

Amed 2015.