Înkara nîjadkujiya ermeniyan

Înkara nîjadkujiya ermeniyan îdeolojiyek[1] e ku dibêje Împeratoriya Osmanî û partiya wê ya desthilatdar, Komîteya Îtihad û Tereqî, di Şerê Cîhanî yê Yekem de li dijî welatiyên xwe yên ermenî nîjadkujî (tawanek e ku bi gelek delîlan ve hatiye ispatkirin[2][3] û ji hêla piraniya zanyarên mezin ve tê pejirandin) pêk neaniye.[4][5]

Protesteke li dijî angaştên nîjadkujiya ermeniyan

Osmanî di dema nîjadkujiyê de jî van qirkirinan înkar dikirin. Wan îdîa kir ku ermenî nehatine qirkirin, lê ji ber sedemên leşkerî cihên wan hatine guhartin.[6][7] Piştî jenosîdê, belgeyên ku wan sûcdar dikir bi awayekî sîstematîk hatine tunekirin. Ji hingê ve siyaseta înkara nîjadkujiyê ji aliyê her hikumeta Komara Tirkiyeyê ve hatiye dubarekirin.[8][9]

Înkara nîjadkujiyê heman ramanên ku Komîteya Îtihad û Tereqî bi kar anî ji bo meşrûkirina kiryarên xwe bi kar anî. Înkara ev e ku "veguheztina" ermeniyan de çalakiyek dewleta rewa bû  di bersiva serhildanek ermenî ya rastîn an têgihiştîku hebûna împeratoriyê di dema şer de tehdît dikir. Alîgirên înkarê dibêjin ku Komîteya Îtihad û Tereqî bi mebesta dersînorkirina ermeniyan bû lê mebesta kuştina wan tunebû.[10] Ew îdîa dikin ku jimara mirinên pir mezin hatine zêdekirin an jî mirinan bi faktorên din ve girê didin, wek şerekî navxweyî, nexweşî, hewaya xirab, karbidestên herêmî yên hov, an komên derqanûn û kurd. Dîroknas Ronald Grigor Suny diyar dike ku nîqaşa sereke "nîjadkujiyê çênebû û ermenî berpirsiyar bûn (bi inglîzî: There was no genocide, and the Armenians were to blame for it)".[11] Li gel înkarê, "retorîka xayîntiya ermenî, êrişkarî, sûcdarî û hewildana axê (bi inglîzî: Rhetoric of Armenian treachery, aggression, criminality, and territorial ambition)" jî heye.[12]

Çavkanî

Bîbliyografî

  • Bloxham, Donald (2003). "Determinants of the Armenian Genocide". Looking Backward, Moving Forward (bi îngilîzî). Routledge. rr. 23–50. doi:10.4324/9780203786994-3. ISBN 978-0-203-78699-4.
  • Cheterian, Vicken (2018a). "Censorship, Indifference, Oblivion: the Armenian Genocide and Its Denial". Truth, Silence, and Violence in Emerging States. Histories of the Unspoken (bi îngilîzî). Routledge. rr. 188–214. ISBN 978-1-351-14112-3.
  • Dadrian, Vahakn N.; Akçam, Taner (2011). Judgment at Istanbul: The Armenian Genocide Trials (bi îngilîzî). Berghahn Books. ISBN 978-0-85745-286-3.
  • Ihrig, Stefan (2016). Justifying Genocide: Germany and the Armenians from Bismarck to Hitler. Harvard University Press. ISBN 978-0-674-50479-0.
  • Göçek, Fatma Müge (2015). Denial of Violence: Ottoman Past, Turkish Present and Collective Violence Against the Armenians, 1789–2009. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-933420-9.
  • Gürpınar, Doğan (2016). "The Manufacturing of Denial: the Making of the Turkish 'Official Thesis' on the Armenian Genocide Between 1974 and 1990". Journal of Balkan and Near Eastern Studies. 18 (3): 217–240. doi:10.1080/19448953.2016.1176397.
  • Kasbarian, Sossie; Öktem, Kerem (2016). "One Hundred Years Later: the Personal, the Political and the Historical in Four New Books on the Armenian Genocide". Caucasus Survey. 4 (1): 92–104. doi:10.1080/23761199.2015.1129787.
  • Suny, Ronald Grigor (2015). "They Can Live in the Desert but Nowhere Else": A History of the Armenian Genocide. Princeton University Press. ISBN 978-1-4008-6558-1. {{cite book}}: Parametreya |lay-url= nayê zanîn, tê tine hesibandin (alîkarî)
  • Laycock, Jo (2016). "The Great Catastrophe". Patterns of Prejudice. 50 (3): 311–313. doi:10.1080/0031322X.2016.1195548.
  • "Taner Akçam: Türkiye'nin, soykırım konusunda her bakımdan izole olduğunu söyleyebiliriz". CivilNet (bi tirkî). 9 tîrmeh 2020. Ji orîjînalê di 16 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2020.