Alexis Bledel

Kimberly Alexis Bledel, (jdb. 16ê îlona 1981ê; Houston, Teksas, DYA) lîstikvan û modela amerîkî ye. Bledel, bi rola xwe ya Rory Gilmore ya rêzefilma Gilmore Girls, di sala 2000 û 2007an de, û bi rola Emily Malek di The Handmaid's Tale ya sala 2017an de tê naskirin. Bledel, Xelata Emmy ji bo lîstikvaniya xwe mêvan a Drama Series de wergirtiye.

Alexis Bledel
Navê rastî
Kimberly Alexis Bledel
Jidayikbûn
Kimberly Alexis Bledel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

16ê îlona 1981ê (42 salî)
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • New York University Tisch School of the Arts Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeLîstikvan , model
Salên çalak1996-roja me
Partiya Siyasî
  • Partiya Demokratîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevjînVincent Kartheiser (zw. 2014)
Zarok1
Xelat
  • Primetime Emmy Award for Outstanding Guest Actress in a Drama Series (2017) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî

Bledel li Houston, Teksas, Nanette ji dayik bû. Birayekî wê yê biçûk bi navê Eric heye.[1] Bavê wê li Arjentînê ji dayik bû û mezin bû.[2] Bapîrê wê Enrique Einar Bledel Huus li bajarê Buenos Aires a Arjentînê ji dayik bûye û bi eslê xwe danîmarkî û almanî ye. Enrique alîkarê serokê pargindaniya Coca Cola Latin America û Inter-American Corporation bû. Bapîrê Bledel, Jean bi eslê xwe ji New Yorkê bû û xwedî bav û kalên Skotî û Îngîlîzî bû.[3] [4]Dayika Bledel, Nanette, li bajarê Phoenix ê Arîzona ji dayik bûye û di 8 saliya xwe de koçê bajarê Meksîkayê bûye.[5][6] Dêûbavê wê bi koka xwe we amerîkîyên latînî ne. Bledel wiha anî ziman: "Ew tenê çanda ku diya min ji jiyanê dizane, û bavê min jî, û wan biryar da ku zarokên xwe di çarçoveya ku ew tê de mezin bûne, mezin bikin."[7][8] Bledel di malbateke spanyolî de mezin bû, û heta ku dest bi dibistanê kir, zimanê Îngilîzî hîn nebû û xwe latînî ditîta.[9]

Bledel tevlî Akademiya Katolîk St Agnes a li Bajarê Houstonê bû, her wiha di dibistanên Baptist û Lutheran jî perwerdeh dît. Bledel di zaroktiya xwe de kesekî şermok bû. Diya wê jibo ku şermokiya xwe derbas bike ew teşwîq kir beşdarî şanoya civakê bibe.[10] Bledel di zarokatî de di berhemên herêmî yên Bajarê Me û Wizard of Oz de derket Ew li bazareke herêmî hat dîtin û wek modela modeyê dest bi kar kir.[11]

Bledel û hevserokê berê yê Gilmore Girlsê Milo Ventimiglia ji berfanbara 2002 heta hezîrana 2006an di têkiliyê de bûn.[12] Bledel di sala 2012an de bi karaktera xwe Pete Campbell, bi karaktera Beth Dawes re di dema lîstina mêvanîn ya li ser Mad Men de, bi Vincent Kartheiser re dest bi hevdîtinan kirin.[13] Birayara zewicandina xwe di Adara 2013an de ragihand[14] û di hezîrana 2014an de li Kalîforniyayê zewicî.[15] Di gulana 2016an de derket holê ku Bledel di payiza 2015an de yekem zaroka wî ya kur hatiye dinyayê.[16]

Bledel piştgirî da hilbijartina ji nû ve ya Barack Obama ya sala 2012an û ji temaşevanên xwe xwest ku dengê xwe bidin.[17]

Fîlmografî

Fîlm

Fîlmên wê
SalSernavRolNîşe
1998RushmoreStudentBê kredî
2002Tuck EverlastingWinifred Foster Jackson
2004DysEnchantedGoldilocksKurtefîlm
2004Bride and PrejudiceGeorgina "Georgie" Darcy
2005Sin CityBecky
2005Sisterhood of the Traveling Pants, TheThe Sisterhood of the Traveling PantsLena Kaligaris
2006I'm Reed FishKate Peterson
2006ZoomAceBê kredî
2006Life Is ShortCharlotteKurtefîlm
2008Sisterhood of the Traveling Pants 2, TheThe Sisterhood of the Traveling Pants 2Lena Kaligaris
2009Good Guy, TheThe Good GuyBeth Vest
2009Post GradRyden Malby
2009Ballad of G.I. Joe, TheThe Ballad of G.I. JoeLady JayeVîdeo ya kurt
2010Conspirator, TheThe ConspiratorSarah Weston
2010Kate Logan Affair, TheThe Kate Logan AffairKate Logan
2010Girl Walks into a BarKim
2011Violet & DaisyViolet
2012The Brass TeapotPayton
2014Parts per BillionSarah
2014Outliving EmilyEmilySegment 2
2015Jenny's WeddingKitty Friedman
2019CryptoKatie

Televîzyon

Fîlmên televîzyonê
SalSernavRolNîşe
2000–2007Gilmore GirlsRory GilmoreRola pêşeng
2009ERDr. Julia WiseBeşa "And in the End..."
2012Mad MenBeth Dawes3 beş
2013Remember SundayMolly BranfordFîlmê televizyonê Hallmark Hall of Fame
2014Us & ThemStaceyRola sereke
2015MotiveRobinBeşa "Oblivion"
2016Gilmore Girls: A Year in the LifeRory GilmoreRola pêşeng
2017–presentThe Handmaid's TaleOfglen/Emily MalekRola sereke

Çavkanî