Banbanke

Banbanke an banbankeya Misrê
Rewşa parastinê
Dabeşandina zanistî
Cîhan:Animalia
Filûm:Chordata
Çîn:Mammalia
Kom:Carnivora
Famîle:Herpestidae
Binefamîle:Herpestinae
Cins:Herpestes
Cure:H. ichneumon
Navê zanistî yê latînî
Herpestes ichneumon
(Linnaeus, 1758)
Belavbûna Banbankeyan li Cîhanê
(kesk - xwecî, sor - heger pêşkeşkirî ye)

Banbankeya Misrê an banbanke (Herpestes ichneumon), cureyekî guhandarên goştxweran e ji famîleya banbankeyan (Herpestidae) ye.

Şayes

Dirêjiya banbankeya Misrê di navbera 48–60 cm û teve dûvikê 33–54 cm. Giraniya banbankeya Misrê ji 1.7–4 kg.[2]

Reftar

Banbankeya Misrê çalakgerê rojê ye. Banbanke heta 12 salî dijî ye,lê carna digihîje 20 salan di rewşa girtî da.[2][3]

Xwarin û parêzî

Banbankeya Misrê goştxwer e ku xwarinên wê ji kojer, balinde, masî, xijende, bejavok, mêş û mûr çêdibin, lê dikane hêk û mêwe jî bixwe.Banbanke dikane êrîşê maregîska Felestînê (Vipera palaestinae), kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia) û kobrayê jehrtifokê bi qirikê reş (Naja nigricollis) bike û wan bixwe.[4]

Belavbûn û rewşa parastinê

Banbankeya Misrê li gihayên savana, daristanan û nêzî avê dijî.[5] Banbanke li Misir, Spanya, Portûgal, Îsraêl,Sûrî, Tirkiye, başûrê Kurdistanê û piraniya welatên bine Sahara yê ji xeynî Komara Demokratîk a Kongoyê, rojavayê Afrîkaya Başûr û Namibiya yê têne dîtin. Banbanke pir çendîn e, lê rewşa parastinê banbanke ne di bin xeterê nemabûnê ye.[3]

Çavkanî

Girêdanên derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Banbanke de hene