Erxenî

Erxenî yan Dixan (1928: ارغنى عثمانيه / Erẍenî Osmaniye[3]), yek ji navçeyên Diyarbekrê ye. Gorî hejmartinên sala 2008an hejmara niştecihên navendê 62.300 î bi giştî jî 122.000 e. 81 gund, 2 bajar û 103 mezre girêdayî navçeyê ne. 57 km dûrî Amedê ye. Rûber 1.489 km², bilindahî ji rûyê avê 955 m ye. Aborî li ser çandiniyê ye. Daristanên mayî ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye rûxandin. Li navçeyê fabrîkayeke çementê, yeka ard û yeka jî şîr heye.

Erxenî
Dixan
Ergani
Navçe
WelatBakurê Kurdistanê
DûgelTirkiye
ParêzgehDiyarbekir (parêzgeh)
SerbajarErxenî

Hejmara nahiyan2 nahiye
Hejmara bajarokan2 bajarok
Hejmara gundan78 gund

Gelhe (2008)111.921[1] kes
Rûerd1.489[2] km2
Berbelavî75,2 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008)62.287 kes
Koordînat38°15′53″Bk 39°45′34″Rh / 38.26472°Bk 39.75944°Rh / 38.26472; 39.75944
Bilindayî915 m
Koda postayê21950
Koda telefonê(+90) 412
Erxenî li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Erxenî
Erxenî
Erxenî (Bakurê Kurdistanê)

Dîroka herêmê digihîje heya b.z. 7000î. Di qeydên dîrokî de wekî Erxenî, Ekranya, Arkanîn, Erkanîkana, Ekanîna, Ûrxana, Aşat hatiye binavkirin. Hin kes dibêjin navê navçeyê ji zimanê hîtîtan tê.

Pêşangeh

Çavkanî