Fûad Temo

ronakbîrê kurd

Fûad Temo nivîskar û ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Stembolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji çalaktirîn kesan e ko beşdarî kar û barên siyasî û çandî yên kurdan dibe. Di komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912an de digel Qedrî Cemîl Paşa, Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Stembolê komeleya pêşîn a xwendekarên kurdan a bi navê Civata Telebeyên Kurdan–Hêvî datînin.[1]

Çavkanî