Famîleya arguda bej

Famîleya arguda bej (Menyanthaceae) famîleyeke riwekan e, di desteya Asterales de cih digire. Famîle ji pênc celeb, bi qasî 40 (heya 60) cureyan pêk tê. Li pirraniya welatan tên dîtin. Arguda bej (Menyanthes trifoliata) a sêpelî navê xwe daye vê malbatê.

Arguda bej (Menyanthes trifoliata)

Sîstematîk

  • Liparophyllum
  • Arguda bej (Menyanthes): Cureyekî monotîpîk e:
    • Arguda bej a sêpelî (Menyanthes trifoliata), herwiha bi navê arguda tûj jê tê binavkirin.
  • Nephrophyllidium: Tekane cure ye:
    • Nephrophyllidium crista-galli
  • Donana golan (Nymphoides): Bi qasî 40 cureyan.
  • Villarsia: Bi qasî sê cureyan.

Wêne

Donana golan Ezannos (Nymphoides ezannoi):

Donana golan a hindî (Nymphoides indica):

Çavkanî