Fetelî Xan Xoyskî
Fetelî Xan Îskender Xoyskî, an jî Fetelî Xan Îskenderê kurê Xoyskî (azerî: Fətəli xan İsgəndər oğlu Xoyski ; jdb. 25ê çiriya paşîn a 1875an - m. 19ê hezîrana 1920an) parêzerekî Azerbaycanê bû, wekî endamê Dewleta Duma a Împeratoriya Rûsî, Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Parastinê û paşê yekem Serokwezîrê Komara Demokratîk a Azerbaycanê ya serbixwe bû.[1]
Ministry of Internal Affairs (en) | |
---|---|
Member of the State Duma of the Russian Empire (d) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê | National Botanical Garden of Georgia (en) |
Navê rastî | Fətəli xan Xoyski |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | Siyasetmedar, parêzer, dadger, leşker |
Bav | Îskender Xan Xoyskî (en) |
Zarok | Tamara xanım Xoyskaya (d) |
Partiyên siyasî |
Kurtejiyan
Fetelî di 25ê mijdara 1875an de li Şakî, Azerbaycanê di malbata a kurd ji Îskender Xan Xoyî, ku fermandarekî arteşên rûsî bû.[2][3] Bavê bapîrê wî Çefer Qolî, Xanê Xoyê, ji aliyê Fatih Elî Şah bi arteşekî 20.000 mêr têk çû. Di Şerê Rûs û Faris di sala 1804 heya 1813an de, Çefer Qolî Xan aliya împeratoriya rûsî kirî û ji bêr ve yekê jî ji hikûmdar Alexander I bi tayînkirina Xanî ji Xanedana Şakî re hat xelat kirin.[4]
Fetelî Xan piştî xwendina xwe ya dibistanê li lîsteya Gênceyê, Fakulteya Hiqûqê di Zanîngeha Moskowê dixwîne û di sala 1901an de jê mezûn dibe. Fetelî piştî mezûniyetê li bajarên Gênceyê, Suxûmî, Batumî û Kutaîsî de wek parêzerê dadgehê xebitî. Piştî ku ew bû alîkarê dozgerê dadgeha wîlayeta Yekaterinodarê, ew dest bi xebatên civakî-siyasî kir.