Hande Yener

Hunermendê tirk

Makbule Hande Özyener yan jî Hande Yener, (jdb. 12ê kanûna paşîn a 1973an li Kadıköy, Stenbol) stranbêj û strannivîseke tirk e ku ji destpêka sala 2000an ve bi stranên xwe yê cûreya pop muzîkê hatiye naskirin.

Hande Yener
Hande Yener
Jiyan
Navê jidayikbûnêMakbule Hande Özyener
Jidayikbûn12ê kanûna paşîn a 1973an (51 salî)
Kadıköy,Stenbol, Tirkiye
Cureyê muzîkêPop
Pîşestranbêj û strannivîs
Salên çalak2000–niha
Etîketa qeydêDMC • Erol Köse • Avrupa Müzik • Poll Production
Malperhandeyener.com.tr
biguhêreBelge

Jînenîgarî

Makbule Hande Özyener di 12e çileya paşîn a sala 1973an de wekî keça malbatekî Bahriyeyî li navçeya Kadiköy a Stenbolê ji dayik bûye.[1][2] Ew yek ji du keçên Yildiz Yazici û Erol Özyener (1934 - 30 Berfanbar 2012) ku di navbera wê û xwîşka wê 5 sal hebû.[3] Hande, ku li Erenköyê mezin bûye ji zaroktiya xwe ve dixwest ku bibe stranbêj. Piştî dibistana navîn xwest ku perwerdehiya Konservatuarê wergirbigire lê malbata wê ne xwest ku here Konserwatuarê. Piştre çû lîseya Kadıköyê ya Keçan lê xwendina xwe ya lîseyê di pola duyemîn de berdaye. Di temenê 17e daliya wê de dêûbavê wê jiber ku bavê kesekî alkol vedixwar, ji hev cuda bûne. Hande Yener diyar kiriye ku jiber van pirsgirêkan wê gelek êş kişandiye.[4]

Li dikana ku tê de dixebitî dixwest ku Sezen Aksu re hevdîtinê pêk bîne. Piştî çendekî bi alîkariya Hülya Avşar, Sezen Aksu wê naskir û piştre wekî vokalîstê dikê ya Sezen Aksu dest bi karê muzîkê kir.[5] Bi Altan Çetin re dest bi karê çêkirina albuma xwe ya yekemîn kir û di sala 2000 de albûma xwe ya yekem a bi navê Senden İbaret derxistiye.

Dîskografî

  • Senden İbaret (2000)
  • Sen Yoluna... Ben Yoluma... (2002)
  • Aşk Kadın Ruhundan Anlamıyor (2004)
  • Apayrı (2006)
  • Nasıl Delirdim? (2007)
  • Hipnoz (2008)
  • Hayrola? (2009)
  • Hande'ye Neler Oluyor? (2010)
  • Teşekkürler (2011)
  • Kraliçe (2012)
  • Mükemmel (2014)
  • Hepsi Hit Vol. 1 (2016)
  • Hepsi Hit Vol. 2 (2017)
  • Carpe Diem (2020)

Çavkanî