Hui (netewe)

Etnîsîteke li Çînê

Hui, (erebî: هوي; çînî: 回族; " Huízú " ), komeke etnîkî ye ku li Çînê dijî. Di warê ziman û binyata laşî de, Hui heman netewê Han e û ew bi ola îslamê ve girêdayî ne. Zimanê wan Çînî ye û dî zimanê wan da gelek peyvên Erebî û Farisî hene. Hejmara wan 9.82 milyone.

Netewa Hui
Ma Zhongying

Dîrok

Nêzî 600 sal berî niha, di salên paşîn ên xanedana Yuan û salên pêşîn ên xanedana Ming de, koma etnîkî ya Hui derketin hole.

Di reveberîya xanedana Qing (1644 - 1911) de, lihevnekirin di navbera misilman û Çînîyên ne-misilman de dest pê kir. Rêveberîyê, serjêkirina qurbanê, avakirina mizgeftên nû û çuyina hec qedexe kir. Rêvebirîye xanedana Qing kete destê Mançu'yan û vana di navbera komên etnîkî da şer derxistin. Ev potîkayên zordar bun encama serhildanên Hui. Di parêzgeha Yunnan da serhildana Panthay (navbera 1855-1873an da), li Sincan, Shaanxi û Gansu serhildana Dungan (navbera 1862-1877an da) derket. Rêvebirîya Mançu'yan ji bo tepisandina van serhildana komkujî pêk anîn.[1][2][3] Bi milyonan kes hate kuştin. Ev "paqijkirina ji misilmanan" (洗 回, xi Hui) bu siyaseta fermî ya rêveberiya Manchu ji bo demek dirêj.


Ol

Baverîya wan bi ola îslamê va ye. Ji bo jin û keçên Hui gelek dibistanên olî hene, piraniya wan li Mizgeftan e, dibistan ji hêla baxşên Hui ve têne fînanse û têne rêve kirin. Jin wekî ahang (kurdi: mamoste) dixebitin.

  • Qur'an (古蘭經 / 古兰经)
  • Mizgeft (清真寺 veya 回教堂)


Kesên navdar

  • Zheng He 鄭和 / 郑和 - 馬三寶 / 马三宝 - Admiral û keşif di xanedana Ming de.
  • Ma Huan, Nivîskar
  • Ma Zhongying 馬仲英 / 马仲英 - Generalê ku Komara Îslamî ya Rojhilatê Turkîstan hilweşand.
  • Shi Zhongxin, şaredarê bajarê Harbin e.
  • Li Zhi (1527–1602), Zanyarek ji parêzgeha Fujian.
  • Hai Rui (1514–1587), Siyasetmedarek di dema xanedana Ming de.
  • Hui Liangyu, Cîgirê serokwezîrê çînê û endamê Polîtburoyê ye.

Binêre

http://www.china.org.cn/e-groups/shaoshu/shao-2-hui.htm

Çavkanî

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.