Koda welatan

Koda welatî ji bo welatan û deverên girêdayî kodeke nasnameyê ya alfanimreyî ya kurt e. Emilandina wê ya esasî ji bo karpêkirina daneyan û komunîkasyonê ye. Gelek sîstemên tesbîtkirina nasnameyê hatine pêşxistin.

Terma koda welatî bi gelemperî ISO 3166-1 alpha-2 amaje dike, tevî koda welatê ya telefonê, ku di pêşniyara E.164 ya Yekîtiya Telekomunîkasyona Navneteweyî (ITU, International Telecommunication Union) de cih digire.

ISO 3166-1

Standarda ISO 3166-1 ji bo gelek welatan û deverên girêdayî kodên nasnamekirinê yên kurt diyar dike:

  • ISO 3166-1 alpha-2: koda du-herf
  • ISO 3166-1 alpha-3: koda sê-herf
  • ISO 3166-1 numeric: koda sê-xane

Kodên du-herf wekî bingeh tên bikaranîn ji bo kod û sepanên din, wekî nimûne,

  • ji bo kodên yekeyên pereyî ISO 4217
  • tevî jêqetanan (îstisnayan), ji bo koda welatî navên domain-ên asta jorîn (ccTLD) li ser înternetê: Lîsta TLDyên Înternetê.

Tetbîqên din di ISO 3166-1 alpha-2 de hatine tarîfkirin.