Lur

(Ji Lûr hat beralîkirin)

Lur an ji Kurdên lurî komekî gel in ku li rojavayê Iranê û di hinek parçeyên rojhilata Iraqê dijîn. Bi taybetî 3 eşîrên lurî hene wekî binav Bextiyarî, Mamêsenî û Kûgîluyî. Ew eşîr tenê ji bo Zimanê lorî têkiliya ew in.[5] Ji gelek dîroknasên kurd ji dîrokî tê gotin ku gelê lur bi eslê xwe yan hîn jî kurd in û di sedsala 16an ji navendiya û bakura Kurdistanê koçeriya başûrê Zagrosê kirin.[6] Di nav wan salan de Xanedana Xurşîdiyan hatî ava kirin, revêberiya xanedan gotin da ku ew xelkên xwe „Kurdên lurî“ ne, kurd wekî bi zaravayê lurî diaxivin.[7][8]

Lur
Gelhe tevahî
 Îran 4 - 5 mîlyon (6% ji nîfûsa Îranê)[1][2]
 Iraq 127.000[3][4]
Ziman
Lurî, Kurdî, Farsî
Baweriya dînî
Îslam (Şiîtî)
Yaresan, Zerdeştî
Têkildarên komên etnîkî
Ariyan
(Kurd, Peştûn, Pars, Kumzarîyan, Belûç)

Tekiliyên Kurd û Lur di dîrokê

Lur [9], civakekê li Rojhilatê Kurdistanê bi cih dibin. Nijada gelê Lur Arî ye. Lê belê zimanê lurî vê demê weke zimanekî cûda tê dîtîn. Herçend Lur bi piranî xwe gelek serbixwe dibîne li gor dîroknasê kurd Şerefxanê Bidlîsî û gelek dîroknasên din, gelê Lur bi eslê xwe ve Kurd[10]e:

  • Di "Zubdet El-Tewarix" de dibêje "Li wê derê gundek heye —Dehkurd— ku kurd li wir dijîn. Zimanê wan kurdî ye û ji wan re Lur tê digotin.[12]
  • Dîroknasê navdar Elî ibn el-Esîr ( علي عز الدین بن الاثیر الجزري ) di pirtûka xwe ya "Dîroka Bertemam ( الكامل في التاريخ )" de dibêje "Lur komeke bin-Kurd in"[13]
  • Dîroknas Yaqut el-Hemawî (ياقوت الحموي الرومي‎) di pirtûka xweya "Mu'cem el-Buldān" (معجم البلدان) de dibêje “Ew —Lur— di navbera "Îsfehan" û "Xuzistan" de dijîn, bi eslê xwe ve kurd in."[14], [15], [16]
  • Dîroknas Mesûdî ( أَبُو ٱلْحَسَن عَلِيّ ٱبْن ٱلْحُسَيْن ٱبْن عَلِيّ ٱلْمَسْعُودِيّ ) di pirtûka xwe ya "Pêşvebirê Zêr û Mîneralên Bingehîn" ( مُرُوج ٱلذَّهَب وَمَعَادِن ٱلْجَوْهَر ) de dibêje " Lûr bi eslê xwe ve kurd in."[17]
  • Dîroknasê Osmanî Ehmed Cevdet Paşa di pirtûka xwe ya “Tarih-i Cevdet = Dîroka Cevdet Paşa wiha dibêje "Lur, Bextiyar, Guran û Lek bi eslê xwe kurd in. Ji heman kokê tên. Her wiha di her yekê de binekomên wan hene.”
  • „Ew —Lur— ji nêz ve bi kurdan ve girêdayî ne, lê ew "xuya ye ku 1000 sal berê ji kurdan cuda bûne." Dîroknas Profesor Michael M. Gunter, [21]
  • Karsazê Brîtanî, gerok û zanayê kevnar Claudius Rich di pirtûka xwe de wiha dibêje “Min tu ferq di navbera Lur û Kurdan de nedît … Bextiyarî, Zend û Lekên ku li Luristanê dijîn bi eslê xwe Kurd in.”
  • Geştyarê Osmanî Evliya Çelebî (1611 – 1682) di pirtûka xwe ya bi navê “Seyahatnâme = Pirtûka Geştê” di cilda 4an de, Lur wek “Lûr Kurd” û “Kurdên Lûristanê” bi nav dike.[24]
  • Metranê Suryanî Bar Hebraeus di kronogrofiya xwe ya bi nav "Kronografiya Bar Hebraeus" (The Chronography of Bar Hebraeus) wiha dibêje “Niha Ehmed riswa bû û Erxûn bi ser ket, Şemseddîn reviya çiyayên Medya û xwe spart nîjadeke Kurdan ku ji wan re Lur têne gotin.”[25]

Dabeşkirina luran

Belavbûna gelê lur di Îranê
Lur
Lurê BiçûkLurê Mezin
Luristana Feylî
PiştkuhPêşkuhBextiyarîKûgîluyîMamêsenî
ÎlamLuristanÇarmihal û BextiyarîKûgîluyî û Buwêr EhmedŞolistan

Ziman

 Gotara bingehîn: Zimanê lurî

Hinek çavkanî lorî wek zaravekê kurdî dijmêrin, lê hinek çavkaniyên nû, anku çavkaniyên ji Sêr Idmonds û vir de wek zaravekê farsîdibîne. Lorî bêhtir nêzîkî zimanê kurdî ye û gelek lêkçûn navberî wan hene. Diroknasê kurd Mihemed Emîn Zekî Beg piştê gera xwe ya Luristan'ê heman fikrê de dimîne û pirtûka xwe ya "Dîroka Kurd û Kurdistanê" diyar dike. Lorî di nav xwe de li du zaraveyên diqete: zimanê Lurên Biçûk ev zarave di nav zimanê kurdî de tê hejmartin û zaraveyên Lurên Mezin faris wan ji zimanê kurdî diqetîne.

Devokên Lurî

Gotarên têkildar

Çavkanî