Laliş

Laliş an jî Lalişa Nûranî (bi zimanê hûriyan; "la-la-aš-ha-ri…/. Lālašha[1]), cih û warê pîroz û perestgeha êzidîtiyê ye ku dikeve Geliyê Lalişê yê devera Şêxan, 10 km li başûrê rojhilatî Duhokê, li herêma Kurdistana Îraqa federal. Ziyaret û cihê hecê yê hemû êzidiyan e û cihê Kaniya Spî, kaniya pîroz e ku li ava wê êzidî zarokên xwe mor dikin. Di dîrokê de gelek caran êrîşên leşkerî hatine ser Lalişê bi armanca xerakirina vî cihî û nehêlana dînê êzidyan û cejnên wan[2].

Laliş
Jîngeh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Laliş li ser nexşeyê
Map
Laliş li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Laliş
Laliş
Koordînat: 36°46′17.04″Bk 43°18′12.02″Rh / 36.7714000°Bk 43.3033389°Rh / 36.7714000; 43.3033389
DewletIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dem
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Laliş aramgeha gelek şêxên êzidî ye, ya sereke gora Şêx Adî ye. Şêx Adî di navbera salên 1173 û 1162an de dijiya.

Rûberê Perestgeha Lalişê dorên 4500 (metre çargoşe) ye.

Gora Şêx Adî

Gora Şêx Hesen

Kaniya Zemzem

Şikefta zeyta zeytûnan

Kûz û denên zeyta zeytûnan

Avêtina paçikê miradan

Kaniya Spî

Morkirina zarokên êzidî

Cejnên êzidiyan

  • Cejna Çarşemê, di 8ê sibata her salekê de.
  • Cejna Koma, dikeve ji 6 ta 13ê çiriya pêşîn a her salekê.
  • Cejna Serî Salê (Cejna Tawûsê Melek, Çarşemiya Sor), di çarşema yekê ya meha nîsanê de.
  • Cejna Çilê Havînê, dikeve navbera 18ê û 21ê hezîranê de.
  • Cejna Cema'iyê, ji 23ê îlonê ta 1ê çiriya pêşîn.
  • Cejna Çilê Zivistanê, dikeve navbera 13ê kanûnan pêşîn ta 20ê kanûna paşîn de.
  • Cejna Rojiyên Êzî.
  • Cejna Bêlinda.
  • Xidir Îlyas
  • Îda Îsa
  • Remezan

Galerî

Bîbliyografî

  • Xanna Omerxalî (2007). Êzdiyatî: Civak, sembol, rîtûel. Avesta.
  • Xanna Omerxalî û Kovan Xankî (2009). Analîza Qewlên Êzdiyan. Avesta.

Çavkanî