Madîg
Madîg an jî Madîk navê keyekî kurd e ku di pirtûka Karnameya Ardeşêrê Babek de qala şerê di navbera wî û Ardeşêr I de tê kirin. Ev şer di sala 226'ê piştî zayînê de (an jî çend salan dûvre) pêk hatiye.[1]
Ji beşa pêncem a pirtûkê[2];
- “Piştre wî (Erdeşêr) gelek leşker û qehremanên Zavulê kom kirin, ji bo şer bi ser keyê kurdan Madîg de çû. Pirr şerê dijwar û xwînrijandin hebû ku di dawiyê de artêşa Ardeşêr têk çû.”
- “Artêşa Madîg pesnê xwe dida: Êdî metirsiya Ardeşêr nema, piştî têkçûnê vêga ew vegeriye Parsê.”
- “Di vê navberê de, Erdeşêr bi artêşeke ji çar hezar zilaman pêk dihat, bi şev weke suprîzekê, êrîş bire ser kurdan. Wî 1000 kurd kuşt û yên din brîndar kirin û dîl girtin; û ji bilî wan, şah Ardeşêr , kurên wî, braderên wî û malbata wî dîl girtin û şandin Parsê.”
Çavkanî
Girêdanên derve
🔥 Top keywords: DestpêkTaybet:Guhertinên dawîTaybet:LêgerînÇarşema SorWîkîpediya:Portala komêZoravaŞerê Cîhanî yê DuyemWîkîpediya:Derbarê Wîkîpediyayê deLîsteya navên kurdîAlîkarî:NaverokXola Nayab a KurdistanêPortal:Bûyerên rojaneŞadiyanPortal:NaverokWîkîpediyaBuse MeralWîkîpediya:Gavên pêşîBakurê KurdistanêŞêx EbdurehîmIdrissa DiarraBangûyîAgirîKurdistanWîkîpediya:FerexetnameSerhedKurdHevsengiya germahiya cîhanêZimanê kurdîXinûsGotûbêja bikarhêner:MidealWîkîpediya:DîwanMac OS XAwat BokanîAmedTirkiyeDîroka KurdistanêTaybet:MyTalkBikarhêner:Baran RuciyarÇarşema Reş