Perdeyên mejiyê

sê perdeyên ko demax û dirkepetikê dorpêç dikin

Perdeyên mejî, parêzgerê demarekoendama navendî.

Demarekoendama navendî bi sê perdeyên mejî dapoşî ye

Demax di nav hestiyê kiloxê de, dirkepetik di nav hestiyên birrbirre de tên parastin. Herwiha demax û dirkepetik ji aliyê perdeyên mejî ve dorpêçkirî ne[1].Di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê de şileya mejî- dirkepetik heye. Perdeyên mejî û şileya mejî-dirkepetik, valahiya navbera demax û kiloxê tijî dikin[2]. Şileya mejî-dirkepetik ji boy xwedîkirina xaneyên demaxê, madeyên sûdbexş dabîn dikin. Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demaxê û wî ji derbên hawirdorê diparêzê[3].

Demax û dirkepetik bi sê perdeyên parêzger ve dapoşî ne. Perdeyên mejî ( bi latînî: yekjimar meninx, pirjimar meninges[4]) navê gelemperî ye ji boy van hersê perdeyan[5].

Perdeya req

Perdeya req (bi latînî: dura mater[6]) di navbera hestiyên kiloxê û perdeya tevnepîrikî de cih digire. Perdeya req, perdeyek qalind û zexm e, ji du çînên bestereşaneyê pêk tê. Karê sereke ya perdeya req, parastina demax û dirkepetikê ye. Çîna aliyê derve, rûyê hundir ê hestiyê kiloxê dapoş dike û wekî bergê hestî kar dike. Çîna navî ya perdeya req, demaxê ji aliyê derve ve dorpêç dike, ji boy demaxê parêzgerî dike[7]. Di perdeya req te, hin pêkhateyên mîna xwînhêneran hene, xwînê ji mejî ber bi dil ve diguhazîne[5].

Her sê perdeyên mejî ji bestereşaneyê pêk tên.

Perdeya tevnepîrikî

Di navbera perdeya req û ya tenik de perdeya tevnepîrikî ( bi latînî: arachnoid mater[8]) cih digire. Şêweyê vî perdeyê dişibe tevnepîrikê, loma vî navê lê kirine. Ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Navbera perdeya tevenepîrikî û perdeya tenik bi şileya mejî-dirkepetik tijî ye[7].

Perdeya tenik

Perdeya tenik (bi latînî: pia mater[9]) ji çînek tenik a bestereşaneyê pêk tê. Perdeya tenik raste rast bi rûyê demax û dirkepetikê ve di nav tekilî de ye, rûyê demax û dirkepetikê mîna pêçek plastîkî dapoş dike. Lûleyên xwînê yên ko demarekoendama navendî xwedî dikin, di navbera perdeya tenik û şaneyên demar de cih digirin[10].

Ji ber hokarên nexweşiyê, kulbûna perdeyên mejiyê wekî nexweşiya menenjîtê tê navkirin[3].

Çavkanî