Youtuber

Youtuber ew kese yê ku vîdyoyan çêdike û li ser YouTubê belav dike û YouTube wek platforma serekî dihejmêrê û xwedan cemawere û bînerekî zor e ji ber vê êkê dibêjinê "youtuber".

Youtubereke jin a navdar a ku bi milyonan şopînerên wê hene.
Youtubereke qîz û bavê xwe çar xelatên cewherî birine (2019)
Youtuberekî drag ê taywanî

Cureyên vîdeoyên bi destê youtuberan

  • Tag
  • 50 pirsên di warê min de
  • Q&A (P&B, Pirsyar û Bersiv)
  • Unboxing
  • Challenge (yên youtuberên pêşbirkexwaz)
  • Vlog

Cureyên youtuberan

  • Youtuberên vîdeoyên wan li ser şêweya jiyanê, modeya lixwekirinê, makyajkirin...
  • Booktuber (youtuberên ku li ser pirtûkan disekinin)
  • Gamer (youtuberên lîstikên vîdeoyî)
  • Youtuberên henekker

Reklam, sponsorên youtuberan û qezenckirina dirav li ba youtuberan

Wergirtina xelatan

Xelatên YouTubê jêk cidane gelek cureyên xelatan hene ku ew jik mertal in bi inglîzî dibêjinê YouTube Play Button, li dîv vê rêzbendê youtuberan xelat dikin.

  • Mertalê zîv: ji bo kanalên ku 100.000 aboneyên wan hene (100 hezar endam).
  • Mertalê zêrîn: ji bo kanalên ku 1.000.000 aboneyên wan hene (yek milyon endam).
  • Mertalê cewherî: ji bo kanalên ku 10.000.000 aboneyên wan hene (deh milyon endam).
  • Mertalê taybet: ji bo kanalên ku 50.000.000 aboneyên wan hene (pêncî milyon endam).
  • Mertalê cewherî yê sor: ji bo kanalên ku 100.000.000 aboneyên wan hene (sed milyon endam).

Pênc kenalên pitirîn endam li ser Youtubê li sala 2021ê

  • T-Series, 193 milyon endam hene.[1]
  • Cocomelon, 118 milyon endam hene.[2]
  • SET India, 115 milyon endam hene.[3]
  • PewDiePie, 110 milyon endam hene.[4]
  • Kids Diana Show,  83,5  milyon endam hene.[5]

Youtuberên kurd

Navê youtuber/êNavê kenalêHejmara endamanÇavkanî
Pêşawa BerezencîKurd Gamers540 000
Ibrahîm MohsinLucky Ibo381 000
Akar FarayidûnAkA assassiN321 000
Mebest Beha'dînMabast King291 000
Karzan HîşamKarzan Hisham (YouTube)284 000
Mîr OmerKurdish Gamer281 000
Mama QalaMama Qala (YouTube)232 000
Hozan FeyiselHozan B12268 000
Ranco MehmûdRanjo227 000

Çavkanî