Zayenda navdêran di zimanê kurdî de, beşa rêzimana kurdî ye ku li ser hebûna navdêrên mêza û nêrza û navên duzayend radiweste, bi taybetî di kurdiya kurmancî de. Di kurmancî de her navdêrek xwedî cins an jî zayendekê ye. Hin nav jî xwedî her du zayendeyan in û wek navên duzayend têne binavkirin. Mînak
Nêr
Mê
babê min
Dayika min
Birayê min
Xwişka min
Kurê min
Keça min
Dilê min
Roja min
Rengê min
Gula min
Peyv dema bi serê xwe zayendê li ser xwe nîşan nade (dayik, bav, keç, kur, heval), lê di nava hevokê de dema tê bikaranîn zayenda xwe nîşan dide (ew dayika min e, bavê min kal e, keça 10 salî, kurê herî mezin, hevala min/ hevalê me).[1][2][3][4][5][6].
Ji bilî cihên bilind wek çiya û gir, weka din cihên dinên xwezayî giştî mê ne.
Deşta mezin
Zozana welat
Daristana mezin
Bîban(sehray) a mezin
Gizîrta mezin
Çola mezin
Newala kûr
Çala kûr
Burkana Agirî
hemû fêkiyên daran û nava gulan
Fêkiyên dar û gulan
Fêkiyên daran hemû mê ne (ji bilî tirî), helbet me ne gotina fêkiyên li ser erdê kir weka gindor û zebeşan, ji ber ku ew bi daran ve nayên.
Fêkiyên daran
Zerdela zer
Hirmîka kesik
Hinara sor
Gûza hişik
Ananasa min
Pirteqala min
Leymûna kesik
Qespa şirîn
Moza zer
Kîviya şirîn
Mangoya şirîn
Berwa min
Tûya şirîn
Hêjîra şirîn
Sêva sor
Xurma baxdaiyê
Navên gulan
Gula ciwan
Kulîlka rind
Rîhana rind
Punga kesik
Gulberoj a zer
Sosina şîrkî
Nêrgiza zer
Yesmîna Çiya
Beybûna rind
Nisirîna rind
Çîçeka rind
Şilêla rind
Vexwarinên avî û ewên av tê de
Ava cemidî
Şerbeta zer
Koka tezî
Qehwaya germ
Çaya germ
Şeraba sor
Wîskiya tezî
Vodkaya reş
Kapoçînoya germm
Bîra tezî
Araqa tezî
Kaffiya nû
Navên Xaknîgarî
Navên xaknîgarî hemû mê ne. Peyva welat bi xwe nêr e weka (welat ê min) lê gava navê welatekî bê gotin dibe mê ango her 195 weltên di cîhanê de dibin mê. mînek (Amrîkaya mezin). Bi heman rengê peyva bajar nêr e weka (bajêr ê me) lê gava navê her çî bajar bê gotin dibe mê. mînek (Diyabekir a paytext). Bi rengekî din peyvên weka (welat û bajêr û gund,,,) nêr in. lê gava navê welatekî an gundekî an bajarekî bê gotin ew dibina mê.
Lêkerên kurdî gava dibin nav hemû cinsê mê ne û qertafa -a digirin.
Çûna min
Hatina min
Ketina min
Firîna min
Nivîstina min
Mirna min
Jiyana min
Gotina min
Axiftina min
Dîtina cwan
Livîna baş
Gazîkirina min
Roj, meh,sal ûdanên rojê
Navên deman hemû mê ne, ji bilî peyva çax û zeman.
Yekşema bê
Kanûna paşîn
Çiriya paşîn
Sala borî
Şeva bûkîniyê
Navên rojan
Hefteya me
Şemiya me
Yekşema me
Duşema me
Sêşema me
Çarşema me
Pêncşema me
îniya me
Navên mehan
Kanûna paşîn
Çiriya paşîn
Navên demsalan
Zivistana sar
Havîna gerim
Payîza îsal
Bihara kesik
Dem û demjimêr
Saniyeka niha
Deqîqeka niha
Se'eteka niha
Çarêkeka niha
Gava te
Dema êvarê
Bêhna ha
Şebeqa îro
Sibeykeka sar
Nîvroyeka gerim
Êvareka honik
Şeveka sar
Navdêrên ku paşgirên wek -î, -hî, -ahî, -atî, -yetî, -inî, -tî
Nêr
Berhemên ji şîr
Hemû xwarin û vexarinên ji Şîr çêdibin dibine nêr û qertafa -ê digirin.
Şîr û hemû ew xwarinên ji şîr çêdibin
Şîrê şirîn
Nîvişkê meşkê
Dewê cemidî
Penîrê spî
Mastê çêlika
Şoriyê Şirnexê
Qişteyê spî
Jajiyê spî
Cil û berg
Hemû cil û bergên em li xwe dikin nêr in, û qertafa -ê digirin (ji bilî gustîl, bezin, û zincîra ji ber ku ew ne cil û berg in).
Kirasê spî
Blûzê spî
Çakêtê spî
T-şêrtê spî
Şortê spî
Fanêrê spî
Şalê spî
Kerkê spî
Zebûnê spî
Derpiyê spî
Nisirdanê spî
Qapûtê spî
Penterûnê reş
Şelwerê reş
Pîcamê reş
Kerkê reş
Tiştên hişk
Tiştên hişk, ax û kevira an jî tiştên hişk, ew dibine nêr û qertafa -ê digirin
Blokê hişk
Kerpîçê hişk
Dîwarê hişk
Kavirê hişk
Erdê hişk
Taboqê hişk
Tehtê hişk
Kaşiyê hişk
Mermerê hişk
Helanê hişk
Heyberên candar
Piraniya zindiyan (heywanan) qertafa -ê digirin û nêr in, ew jî perva dibine ser şeş koman, lê koma 6ê (irregular) anku zindiyên koma 6ê hinek nêr in û hinek din mê ne.
Firindeyên kûvî yên esmanî
Koma firindeyên kîviya her hemû dibine nêr, ji bilî kevokê. Firindeyan ewên ku kûvî ne û li esmanan difirin. Me ne gotina qaz û mirîşk û ordek û elok kir, ji ber ku ew ne kûvî ne û nafirin.
Bilbilê spî
Bazê spî
Çûkê spî
Şalûlê spî
Leglegê spî
Kundê spî
Kewê spî
Qerê spî
Şabazê spî
Qulingê spî
Çivîkê spî
Tûtyê spî
Tawsê spî
Firindê spî
Çekçekîlê spî
Seqarê spî
Zindiyên avî
Koma zindiyên avî hemû nêr in ji bilî beqê û kîsalê. Beq û kîsal avî ne û li ser bejiyê jî dijîn.
Salmonê avî
Xerçengê avî
Sedafayê avî
Masiyê rind
Oxtapûsê rind
Marmasiyê dirêj
Tîmsahê avî
Kîsalê avî
Hespê avî
Nahingê avî
Hûtê avî
Dolfînê rind
Qirşê tirs
Kêvcalê avî
Kûçkê avî
Heştpiyê avî
Dirinde
Koma zindiyên goştxwer û xirabker û nêçîrker, hemû nêr in, ji bilî hirçê.
Şêrê spî
Pilingê reş
Rûviyê sor
hyenasê reş
Gurê spî
Tajî(y)ê reş
Şabazê reş
Marê jehrî
Dûpişkê reş
Tîmsahêreş
Nahingê şîn
Hûtê şîn
Heftiyarê reş
Qirşê reş
Bazê spî
Hipposê giran
Zayendên cotik an cote
Ew zindî, mirov dikare ji hev cuda bike bo mînek mirîşk û dîkil heryek corê zindî ye, lê mirov dikar ji hef cuda bike. Mînak Dîkil nêr e û mirîşk jin e wî ya mê ye. Gay nêr e û çêle jina wî mê ye. Hesp nêr e û mîha jina wî mê ye.
Babê min
Dayka min
Birayê min
Xûşka min
Mamê min
Meta min
Xalê min
Xaleta min
Pismamê min
Dotmama min
Dîkilê min
Mirîşka min
Gayê min
Çêleka min
Beranê min
Mîha min
Hespê min
Mehîna min
Zindiyên biçûk
Kêzik ew bêrêzik, hem nêr in hem jî mê. Lê dîsan bitirriya wan nêr in pêwîstî nîn e em binvîsîn û bixwe jî ew di bêrêzik in.
Mînakên Hevokan
Peyvênnêr
Bab
Kur
Bilûz
Kew
Ne Naskirî
Babek(î) got
Kur(î) got
Bilûz(î) bîne
Kew(î) bîne
Naskirî
Babê min got
Kurê zîrek got
Bilûzê sor bîne
Kewê mezin bigire
Peyvênmê
Deyik
Kiç
Mase
Qaz
Ne Naskirî
Deyik(ê) got
Kiç(ê) got
Mas(ê) bîn
Qaz(ê) bigire
Naskirî
Deyika min got
Kiça zîrek got
Masa sor bîne
Qaza spî bigire
Lîsteya koman
Zayend di kurmancî de wek navdêran ji hev cuda dibin. Mînakên navên Cilûbergan zayendmê ne. Bi vî awayî perave dibine ser çend koman[çavkanî hewce ye].