Amerîkî

Hemwelatiyên Dewletên Yekbûyî
(Ji Amerîkan hat beralîkirin)

Amerîkî anjî Amerîkan, (bi îngilîzî: Americans) civakek dîplomatîk e ku ji dayik bûne ve an jî paşnê bûne hevwelatiyên Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê ye. Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên dawî de koçberî parzemînê bûne. Niştecihên Dewletên Yekbûyî ne etnîsîteyek taybetî ye. Civak, bi demonîmek e di çarçoveyek qanûnî ya taybetî de dijîn.[1]

Amerîkî
American
Gelhe tevahî
~320.000.000
  USA312.000.000
  Meksîk738,100–1,000,000
  Kanada316,350–1,000,000
  Almanya324,000
  Fransa100,000
Ziman
Bi gelemperî; Îngilîzî, û spanî
Baweriya dînî
Xiristiyanî, îslam, cihûtî, xwedênenasî

Daxûyaniya giştî

Niştecihên Dewletên Yekbûyî yên di sala 1550an de xeynî mirovên xwecihî, di nav wan de Ewropî jî hene. Ewropî bi vedîtina Amerîkayê ji hêla Christopher Columbus ve di sedsala 15an de berê xwe dane parzemînê.[2] Bi tevlêbûna Afrîkayiyên ku di navbera sedsalên 16 û 17an de wekî kole anîn herêmê, cihêrengiya yekem a nifûsê destpê bû. Di sedsala 20an de, bi pêla koçberiya ji Asya, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn, niştecihên parzemînê zêdetir cûrbecûr bû.[3][4]

Bi vê nifûsa xweya cûrbecûr, Dewletên Yekbûyî xwedan nifûsek e ku xwe gihandiye çandek hevparî. Ev bi gelemperî çand û kevneşopiyên Ewropî û Xiristiyanî ye ku ji hêla kolonyalîstên Brîtanî ve ku di destpêka sedsala 16an de di parzemîn de bicîh bûne.

Ji xeynî xaka Dewletên Yekbûyî, Amerîkî an mirovên ji nijada Amerîkî dikarin di navneteweyî de bigerin û li welatên din bicih bibin. Tê texmîn kirin ku bi qasî neh mîlyon dîaspora ya Amerîka yê li derveyî welat dijîn. Ev dîyasporaya herî zêde ji Amerîkîyên ku koçberî Kanada û Meksîko bûne pêk tê.[5][6]

Komên nijadî û etnîkî

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji aliyê nijadî û etnîkî ve welatek pir bi cihêreng e. Seş cinsên bingehîn ji hêla Nivîsgeha Serjimêriya Dewletên Yekbûyî ve ji bo armancên statîstîkî bi fermî têne nas kirin. Ev in: Spî, Niştimanî Amerîkî an Alaskanî Niştimanî, Reş an Afrîkî, Niştimanî ya Hawayîdî an Girava Pasîfîk û Mirovên Du nîjad an jî bêtir nijad.[7][8]

Hêjmara gelhe ya DYA sala 2010
Danasîna nîjadîRêjeya nîjadî
Ewropî72.4%
Afroamerîkî12.6%
Asyayî4.8%
Niştimanî Amerîkî an jî Niştecîhên Alaskanî0.9%
Giravên Pasîfîkê0.2%
Melez2.9%
Nîjadên din6.2%
Tevahî100.0%
Panspanî û Amerîkaya Latînî: 16.3%

Çavkanî