Arşakî

(Ji Arşakiyan hat beralîkirin)

Arşakî an arşakan navê xanedana eşkaniyan ên ku di bin rêbertiya Arşak de di sala 240 b.z. de herêmeke Keyatiyaselewkiyan a bi navê Part dagirkirin û li şûna wê Pehlewanistan an Împaratoriya eşkaniyan damezirand.

Piştî damezirandina dewletê arşakiyan gav bi gav selewkî tengav kirin û li tevahiya Îranê serweriya persan pêk anin. Keyayê arşakî yê dawî Erdevan IV, di 224 pz de ji aliyê damezirênerê sasaniyan Erdeşêrê Yekê hat kuştin û Erdeşîr kargêrî dest xwe xist. Lê xanedana arşakiyan nêzîkî 200 salên din jî li Ermenistanê serwerî domand û di sala 428an de ket bin fermana sasaniyan û bi vî awayî hebûna xwe bi dawî kir.

Keyayên Pehlewanistanê û nûnerên xanedana arşakiyan (eşkaniyan)

  • Arşak I (bi yewnaniya kevn: ΑΡΣΑΚΗΣ) (Aras I; Eşkê yekem), derdora 250 b.z.–211 b.z., damezirînerê xanedana Arşakiyan
    • Tiridates I (Tîrda I; Eşkê duyem), dema serweriyê nayê zanîn
  • Arşak II (Aras II; Eşkê sêyem), 211 b.z.–191 b.z., kur (an birayê) Aras I e.
  • Phriapatios (Friyapat I; Eşkê çarem) 191 b.z.–176 b.z., neviyê Aras II e.
  • Phraates I (Firat I; Eşkê pêncem) 176 b.z.–171 b.z., kurê Friyapat e.
  • Mithridates I (eşkanî) (Mîhrda I; Eşkê şeşem) 171 b.z.–138 b.z., kurê Friyapat e, yek ji gewretirîn keyayên Pehlewanistanê.
  • Phraates II (bi yewnaniya kevn: ΦΡΑΑΤΗΣ) (Firat II; Eşkê heftem) 138 b.z.–128 b.z., kurê Mîhrda I e.
  • Artabanos I (Erdevan I; Eşkê heştem) 128 b.z.–123 b.z., apê Firat II e.
  • Mithridates II (eşkanî) (Mîhrda II; Eşkê dehem) 123 b.z.–88 b.z., tevî Mîhrda I û Orod I gewretirîn keyayê Pehlewanistanê ye.
  • Gotarzes I (Guhderz I) 95 b.z.–90 b.z., neviyê Friyapatî ye, tevî Mîhrda II hevseroktiyê dike.
  • Orodes I (Orod I) 90 b.z.–87 b.z., tevî Mîhrda II hevseroktiyê dike.
  • Sinatrukes (Sînatrûk; Eşkê yanzdehem) ca. 77 b.z.–70 b.z., yek ji pismamên xanedana Arşakiyan e.
  • Phraates III Theos (Firat III; Eşkê danzdehem) 70 b.z.–57 b.z., kurê Sînatrûk e.
  • Orodes II (Orod II; Eşkê sêzdehem) 57 b.z.–37 b.z., kurê Firat III sêyemîn gewretirîn keyayê Pehlewanistanê. Di dema wî de sînorê Pehlewanistanê gihîşt Derya spî.
    • Mithridates III (eşkanî) (Mîhrda III; Eşkê çardehem) 56 b.z./55 b.z., kurê Firat III e.
    • Pakor I (Pakor I) ? b.z.–38 b.z., kurê mezin ê Orod II e, wek hevserok hatibû îlankirin. Fermandarekî wêrek û jêhatî bû. Di şerê li dijî Romayê de li cenga Gindarê jiyana xwe ji dest dide.
  • Phraates IV (Firat IV) 38 b.z.–2 b.z., kurê Orod II e.
    • Tiridates II (Tîrda II) 32 b.z., berendamê textê, komeke feodalan serî li hember Firat IV radike û ji text dixîne, di wê demê de Tîrda II wek keyayê Pehlewanistanê tê îlankirin, lê Firat IV di demeke kurt de Tîrda II bindixîne û careke din radibe ser text.
    • Mithridates (Mîhrda) 12 b.z.-10 b.z., gengaz e ku berendamê rabûna ser text e, lê hebûna wî hê jî tê guftûgokirin.
  • Phraatakes (Firat V; Eşkê panzdehem) 2 b.z.–4 p.z., kurê Firat IV e.
    • Mûsaya Pehlewanistanê — jina Firat IV û dayîka Firat V, hevseroka keyatiyê.
  • Orodes III (Orod III; Eşkê şazdehem) 4–7
  • Vonones I (Vonon I; Eşkê hevdehem) 7–12, kurê Firat IV e.
  • Artabanos II (Erdevan II; Eşkê hejdehem) 12–38, kurê şahbanûya Arşakiyan.
    • Phraates VI (Firat VI) 35, tenê salekê şûna Erdevan II ê dewrkirî li ser text ma. Piştî salekê Erdevan II careke din ser text rûdinê.
    • Tiridates III (Tîrda III) 36–37, ji aliyê romayîyan ve şûna Erdevab II wek keya hatibûye îlankirin, lê Erdevan II desteka eşîra dax digire û careke din text ji xwe re vedigerîne.
    • Kînnam (37-38?), hebûna wî di guftûgoyê de ye, îhtîmaleke mezin yek ji berendamên text bûye.
  • Vardanes (li rojavayê keyatî) (Verdan I yan Berdan I; Eşkê nozdehem) 39–47, tevî birayê xwe Guhderz II keyatî kiriye.
  • Gotarzes II (li rojhilatê keyatî) (Guhderz II; Eşkê bîstem) 41–51, tevî birayê xwe Berdan keyatî kiriye.
  • Vonones II (Vonon II; Eşkê bîst û yekem) 51, kurê Erdevan II e.
  • Vologaeses I (Belgaş I; Eşkê bîst û duyem) 51–78, kurê Vonon II e.
    • Vardanes II, (Verdan II yan Berdan II; Eşkê bîst û sêyem) 55–58, kurê Belgaş I e.
  • Vologaeses II (Belgaş II) 77–80, kurê Belgaş I e, bi serê xwe xwe wek keya îlan kiribûye, hewl daye text ji destê Pakor II werbigire.
  • Pakoros II (Pakor II; Eşkê bîst û çarom) 78–110, kurê Belgaş I e.
  • Artabanos III (Erdevan III) 80–81, kurê Belgaş I e, berendamê text bûye, lê nehatiye ser text.
  • Vologez II (êdî wek Vologez III) (Belgaş III; Eşkê bîst û pêncem) careke din bi serê xwe xwe wek keya îlan kiribûye, vê carê hewl daye text ji destê Xusrew I werbigire. Ji sala 128'an û pê ve tevî Mîhrda IV li ser text rûdinê.
  • Osroes I (Xusrew I; Eşkê bîst û şeşem) 109–128, kurê Belgaş I e.
  • Mithridates IV (Mîhrda IV) 128–147, kurê Belgaş I e.
  • Keyayekî ne diyar, îhtîmal e ku yek ji berendaman e.
  • Vologaeses III (Belgaş IV; Eşkê bîst û heftem) 148–192, kurê Belgaş III e.
  • Vologaeses IV (Belgaş V; Eşkê bîst û heştem) 191–208, kurê Belgaş IV e.
  • Vologaeses V (Belgaş VI; Eşkê bîst û nehem) 208–228), birayê Erdevan IV e.
  • Artabanos IV (Erdevan IV) 212–224, birayê Belgaş VI e.

Bibîne

Lîsteya Keyên Eşkaniyan