Ebdelmesîh
Ebdelmesîh an jî Eşer ben Levî [1] di serdema dawiya antîk de şehîdekî cihû xiristiyan bû.
Ebdelmesîh | |
---|---|
Navê rastî | אשר בן לוי (Asher ben Levi) |
Jidayikbûn | |
Mirin | 390 Şingal |
biguhêre |
Ebdelmesîh şivanekî cihû bû ku dûre wek ezîzekî fileh hatiye pîrozkirin. Ew ji ber baweriya xwe ji aliye bavê xwe ve hatiye kuştin. Çîroka wî li Singarayê derbas dibe û bi zimanê suryanî hatiye nivîsîn lê paşî versiyona bi erebî û ermenî jî hatiye nivîsîn.[2] Ew li nêzî Şingalê di împeratoriya farisan de dijiya. Piştî baweriya xwe wek xiristiyan guherandiye, wî guhê xwe qul kiriye (belkî nîşana xulamtiya wî bû).[3] Ew di sala PZ 390an de miriye. Di derbarê cîhê şehadeta wî de nîqaşek heye. Hin çavkanî dibêjin li Şingalê (li Iraqa modern li nêzîkî sînorê Sûriyê), û hin jî dibêjin Taglibisa Erebistanê. Roja cejna wî di 13ê tîrmehê, 22ê tîrmehê an jî 3ê çiriya pêşîn de ye.[4]