Eléonore Fourniau
Eléonore Fourniau (jdb. 1987 li Bordeaux, Fransa), stranbêj û muzîkvaneke fransî ye û bi kurdî, tirkî, ermenî û lazî stran û muzîka xwe berdewam dike. Eléonore Fourniau bi taybetî bi karê muzîka xwe yê bi kurdî hatiye naskirin. Eléonore Fourniau di adara sala 2024an de albûma xwe ya yekem a bi navê Neynik derxistiye.
Eléonore Fourniau | |
---|---|
Jidayikbûn | 1987 Parîs, Fransa |
Netewe | Fransî |
Cureyê muzîkê | Folklorîk |
Pîşe | Stranbêj û muzîkvan |
Salên çalak | 2010–niha |
Malper | eleonorefourniau.com |
biguhêre |
Jînenîgarî
Eléonore Fourniau wekê keça dê û bavek akademîsyenê oksîtanî li Bordeauxê jidayîk bûye.[1]. Hem dê û hem jî bavê wî li ser Asyaya Navîn lêkolîn kirine. Fourniau ji 11 heta 14 saliya xwe li Taşkent, Ûzbêkistanê jiyan dike û li wir fêrê pîyanoya klasîk dibe.[2]. Di salên 1980î de malbata wê li Tirkiyeyê dijîya. Eléonore Fourniau li École Normale Supérieure de Lyon zimanê rûsî û dîrok xwendiye.[3]. Piştî qedandina vê perwerdeyê, di sala 2010an tê Tirkiyeyê û li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê perwerdeya xwe dewam dike.[4] Dema ku fêrî jenbûna enstrûmentayê rojhilatî dibe, dersên piyanê dide xwendevanan. Li Konservatuara Stembolê xwendekarên kurd nas dike û bi wan re komek muzîkê bi navê Koma Esman ava dike.[5]. Xwestekên wê ji bo ji muzîka kurdî çêdibe û li gorî vê meraqê ji gelek muzîkvanan perwerde werdigire û beşdarî kursa muzîkê ya Erdal Erzincan dibe.[2]. Di salên paşerojê de bi muzîka gelên Anatolyayê re eleqedar bûye. Di repertuwara wê stranên kurdî, tirkî, ermenî, gurcî û lazî hene. Bi muzîkjenên Luna Silva û Noémie Naël re, Eléonore Fourniau koma Trio Samaïa ava kir[6]. Navê vê kome navê ji navê danseke kevneşopî ya gurcî tê. Kome Samaïa bi çend zimanan stran dibêjin ku di nav van zimanan de kurdî, lazî, swêdî, spanî, ladîno û bulgarî hene.
Muzîkvanên wek Erdal Erzincan, Merdal Erzincan, Mikaîl Aslan, Birol Topaloğlu, Keyvan Çemirani, Gülseven Medar, Dengbêj Xalîde û Petra Nachtmanova[7] bi Eléonore Fourniau re derketin ser dîkê.
Di sala 2019an de wê li Montrealê bi muzîkvanên Kurdistanê rojhilat re stranên kurmancî û soranî pêşkêş kirin. Fourniau bi van muzîkvanan jî li Festîvala Ruhê Pîroz a Cîhanê (World Sacred Spirit Festival) li Hindistanê derket ser dîkê. Hunermend Fourniau li Fransa, Almanya, Belçîka, Swîsre, Swêd, Fînlenda, Spanya, Tirkiye, Mexribê, Hindistan, Qirgizistan, Kanada û Awistiralyayê konseran daye.
Eléonore Fourniau di sala 2022an de beşdarî şahiya Newroza sala 2022an a Amedê bûye.
Dîskografî
Album
- Neynik (mirror)
Single
- Esmer eman
- Qumrukê
- Selvê kerazê
- Arix
- Lawo
- Xwezî min te nasnekiri ba