Gire

Gire[1], gîrek[çavkanî hewce ye] (bi îngilîzî: affix), di zimanzanistî da, morfîmek e ko bi morfîmeka bingehîn, wekî rihe an qurmî vedinûsit da peyvekê çêbikit. Gire morfîmên vebestî ne.

Coreyên gireyan

Li goreyê pêgehê wan beranberî riheyê, gîrek bi ser çend coreyan da dihên dabêşkirin.

Pêşgir

  • Pêşgir bi berî morfîmeka dî vedinûsin.

Paşgir

  • Paşgir bi piştî morfîmeka dî vedinûsin.

Navgir

  • Navgir di nav morfîmeka dî da cih digirit.

Dorgir

  • Dorgir dormandora morfîmeka dî an komeka morfîman digirit.

Navbergir

  • Navbergir cihên vala yên navbera çend morfîman digirit.

Tevgir

  • Tevgir an guhêrgîrek gîrekeka neberdewam karî li riheyeka neberdewam dikit.

Jorgir

  • Jorgir bi awayekê jorparçeyî bi morfîmeka dî ra dihêt girêdan.

Dubaregir

  • Dubaregir dubarbûna riheyê an morfîmeka dî.

Çavkanî