Java (zimanê bernamesaziyê)

Java zimanekî bernamekirinê ye ku di 25ê gulana sala 1995an de hate çêkirin. Bernameyên ku bi Java hatine nivîsandin karin li gelek deveran bê guhartin bişuxilin. Gelek tiştên di Java de ji C hatine deqene însan karibin hêsanîtir wê bi'elimin. Java di dinyayê de zimanê bernamekirinê yê herî naskirî ye.

Java
ParadîgmaMulti-paradigm: generic, object-oriented (class-based), imperative, reflective
Designed byJames Gosling
DeveloperOracle Corporation et al.
Herî pêşî derket23 gulanê 1995 (berî 28 salan) (1995-05-23)[1]
Versiyona herî nû
Java SE 19 / 20 îlonê 2022 (berî 18 mehan) (2022-09-20)
Sîstema cûreyanDi cihê xwe de, biqewet, safe, nominative, manifest
Xilasiyên fayl.java, .class, .jar
Malperoracle.com/java/
Fikir stand ji
CLU,[2] Simula67,[2] LISP,[2] SmallTalk,[2] Ada 83, C++,[3] C#,[4] Eiffel,[5] Mesa,[6] Modula-3,[7] Oberon,[8] Objective-C,[9] UCSD Pascal,[10][11] Object Pascal[12]
Fikir da
Ada 2005, BeanShell, C#, Chapel,[13] Clojure, ECMAScript, Fantom, Gambas,[14] Groovy, Hack,[15] Haxe, J#, Kotlin, PHP, Python, Scala, Seed7, Vala, JavaScript
biguhêreBelge

Dîrok

Duke
James Gosling, ê ku Java çêkiriye (sala 2008)

James Gosling, Mike Sheridan û Patrick Naughton di hezîrana 1991 de projeya zimanê Java dest pê kirin.[16] Di pêşiyê de Java ji bo televizyonên înteraktîv hatibû çêkirin, lê ji bo televizyonên wî wextî gelekî pêşketî bû.[17] Navê Java ji qehwa Javayê tê, qehwa ji Îndonezya.[18] Gosling Java bi sentaksek şêweya C/C ++ dîzayn kir deqena bernamekerên pergal û sepanan kodê nas bikin.

Sun Microsystems di sala 1996an de versiyona pêşî ya gelemperî wekî Java 1.0 derxist. Java bi sûnda "carekê binivîse, li her deverî bişuxilîne" (WORA) hat, û bi programên belaş ji bonî platformên popûler jî hat. Di gerokên webê yên mezin di wextekî nêzîk de xebitandina appletên Javayê di rûpelên webê de mimkin bû û Java zûka popûler bû. Kompîlera Java 1.0 ji bo ku li gorî taybetmendiya zimanê Java 1.0 bi cih bîne ji aliyê Arthur van Hoff ve bi Java dîsa hate nivîsandin. Bi hatina Java 2yê (di kanûna pêşîn a 1998-1999an de wek J2SE 1.2 hat weşandin), di versionyên nû de ji bo platformên cuda gelek konfîgurasyon hebûn. J2EE, ji bo sepanên saziyan teknolojî û APIyên ku bi gelemperî di hawirên rajekar de dixebitin jî di nav xwe de dihewîne, J2ME jî ji bo sepanên mobîlê hatibû optîmîzekirin. Guhertoya sermaseyê navê J2SEyê guherand. Di sala 2006an da, ji bo armancên bazarkariyê, Sunê guhertoyên J2yê yên nû wek Java EE, Java ME û Java SE bi nav kir.

Di sala 1997an da, Sun Microsystems ji bo fermîkirina Javayê, beşdarî standartên ISO/IEC JTC 1ê û paşê jî Egma Înternatîonal bû, lê di demeke kurt de ji van beşdarî yan vekişî. Java wek standardeke de facto ma û bi pêvajoya Civata Javayê hate kontrolkirin. Di carekê da, tevî rewşa nermalavê ya xwediyê wê, Sun piraniya sepanên Javayê belaş peyda kir. Sun bi firotina lîsansên ji bo berhemên taybet ên wekî Java Enterprise System, ji Javayê dahata xwe bidest dixist.

Sun, di 13ê mijdara 2006an de, di çarçoveya lîsansa GPL-2.0ê de, gelek makîneya xwe ya ferazî ya Javayê (JVM) wek nermalava bêpere û çavkaniya vekirî (FOSS) derxist. Di 8ê gulana 2007an de ev pêvajo qeda, ji xeynî pareke biçûk a kodê ya ku Sunê mafê wê nedigirt, hemû kodên bingehîn ên JVMyê di bin şertên belavkirina nermalava serbest û çavkaniya vekirî de hatin derxistin.[19]

Versiyon

Ji Java 9 pêve, her sal 2 versiyon têne derxistin. Yek di adarê de û yek di îlonê de. Piştevaniya versiyonê li gora şîrketa ku wê derdixê tê guhertin. Li xwar me ên OpenJDKê lîste kirine. Piştî ku piştevanî xilas dibê (6 heyv ji xeynî ên bi piştevaniya dirêj), nûkirin hew ji wê versiyonê re tên û problem hew têne edilandin. Lê ferqên di neqeba versiyonan de hingî kêm in, gelekî hêsanî ye yek Javaya xwe nû bike. Ên ku li ser Javayê dişuxilin nûkirinê gelekî pêşniyar dikin û ji xeynî şîrketên mezin, gelek kes ne hewce ne eleqê xwe ji piştevaniya dirêj bînin.

VersiyonDîrokRewşa rojane
JDK Beta1995  Versiyona bê piştevanî
JDK 1.023ê kanûna paşîna 1996  Versiyona bê piştevanî
JDK 1.119ê sibata 1997  Versiyona bê piştevanî
J2SE 1.28ê kanûna pêşîna 1998  Versiyona bê piştevanî
J2SE 1.38ê gulana 2000  Versiyona bê piştevanî
J2SE 1.46ê sibata 2002  Versiyona bê piştevanî
J2SE 5.030ê îlona 2004  Versiyona bê piştevanî
Java SE 611ê kanûna pêşîna 2006  Versiyona bê piştevanî
Java SE 728ê temûza 2011  Versiyona bê piştevanî
Java SE 818ê adara 2014  Versiyona bi piştevaniya dirêj
Java SE 921ê îlona 2017  Versiyona bê piştevanî
Java SE 1020ê adara 2018  Versiyona bê piştevanî
Java SE 1125ê îlona 2018  Versiyona bi piştevaniya dirêj
Java SE 1219ê adara 2019  Versiyona bê piştevanî
Java SE 1317ê îlona 2019  Versiyona bê piştevanî
Java SE 1417ê adara 2020  Versiyona bê piştevanî
Java SE 1515ê îlona 2020  Versiyona bê piştevanî
Java SE 1616ê adara 2021  Versiyona bê piştevanî
Java SE 1714ê êlûna 2021  Versiyona bi piştevaniya dirêj
Java SE 1822ê adara 2022  Versiyona bê piştevanî
Java SE 1920ê îlona 2022  Versiyona bê piştevanî
Java SE 2021ê adara 2023  Versiyona bê piştevanî
Java SE 2119ê êlûna 2023  Versiyona bi piştevanî

Weşan

  • Java Card - Ji bonî qertên jêhatî. Ev di milyaran qertên SIM, qertên benqê û tiştên bi wî şiklî de heye.[20]
  • Java ME - Ji bonî telefonên berê. Hew tê bikaranîn, lê di wextê xwe de di hema bêje hemû telefonan de hebû.[21]
  • Java SE - Javaya normal ku di hema bêje hemû programên Javayê de tê şuxilandin.[22]
  • Jakarta EE - Kitêbxanên "ji bonî şîrketan" ji bonî Javayê. Berê navê wê Java EE bû û weşaneke bixwe bû. Lê vêce tenê komeke kitêbxanan e û derveyî Java bixwe tê weşandin.[23]

Di Blu-rayê de jî Java tê bikaranîn, jê re "BD-J" (Blu-ray Disc Java) tê gotin û ew şiklekî Java MEyê ye. Ji bernameyên BD-Jyê re "Xlet" tê gotin, di wana de gelek tiştên weke menûyên neqandinê, pişkok û nivîs karin hebin.

Şiklê şuxilandinê

Java Virtual Machine (JVM) û bytecode

Yek ji hedefên Javayê ew e ko bihêle bername di hemû sîsteman de bişuxilin, yanî divê bernameke Javayê di her sîstemî de bi eynî şiklî û xurt bişuxilê. Şiklê ku ev pê çêdibe ew e bê pêşî koda bernameyê tê xistin bytecode, ev şiklekî weke bernamekê ku tenê programa Java dikare bixwêne ye. Dûvre jî programa Javayê ji bonî her sîstemî tê çêkirin, û program bytecodê dixwêne û dixe koda ji bonî wê kompûterê û dişuxilîne.

Rêziman

Gelek tiştên rêzimana Java ji C++ û C tên, ji vê malbata zimanên programkirinê re "C-family" tê gotin.

Nimûna "Merheba, dinya!"

public class Bername {public static void main(String[] args) {System.out.println("Merheba, dinya!");}}

Divê navê hemû faylên çavkaniyê (source code) eynî weke navê klasa xuyakirî (public class) be û nav bi ".java" re xilas bibe. Wextê ku programek tê xistin bytecode, navê wê bi ".class" xilas dibê. Di her fayla Javayê de tenê yek klasa xuyakirî çêdibe hebê, lê tê de gelek klasên veşartî yan jî klasên di bin ya xuyakirî de çêdibin hebin.

Çavkanî