Kamera

Kamera, amûra girtina wêneyan e. Mirov bi alîkariya kamerayê wêneyan digirin û dûv re derbasî ser kartan, an jî derbasî kompûterê dikin û wekî bîranîn hiltînin. Di sedsala 21em de bêhtir kamerayên digital tên bikaranîn.

Kamerayeke kevn.
Kameraya Zenit. Bergeha 3 dîmen.

Dîrok

Wêneyê herî pêşîn.

Kamerayên di sedsala 19em de bi yekbûna teknolojîyê optîk û kîmya hat derketin. Kamerayên kevn, mekanîk bû zehf giran bû û nehat kişandin. Di van sala de wêneyên li ser lewhe tên pêl kirin. Wêneyên kevn bê reng bû, reş û sipî bû. Wêneyê herî pêşîn, di sala 1827 de, lewheya metal bi madeya kîmyawî hat rû kirin. Paşê, bi şewl wêne li ser lewhe çêdibe.

Dîroka kurt a kamerayan
SalÇêbûnKiryar
1725Ji bo wêneyên, madeyê kîmyawî hat sehkirin.Johann Heinrich Schulze
1827Qeyd kirine wêne li ser lewheya metal.-
1839Sîstema Dagerreyptîp hat peyda kirin.Louis Jacques Daguerre
1841Sîstema Kalotîp hat peyda kirin.William Henry Fox Talbot
1851Wêneyên hat kêşandin bi dema 30 çirkan kêmtir.Frederick Scott Archer
1870Lewheyên hişk hat hilberadin.-
1888Kameraya piçuk û sivik hat hilberandin.George Eastman
1920Kamerayên zîztir hat çêkirin.Carl Zeiss
1937Kamerayên bi yek-lens (înglîzî: Single Lens Refleks (SLR)) hat çêkirin.-

Kamerayên nûjen

Kamerayên nûjen bi peresîn dewreyên elektronîk bu erzantir. Ji bo cihên tarî, Filaşê Wênekêş jî hat veserkirin.

Çavkanî