Kursî

Kursî, sendelî an jî sandalî mobîlyayek e ku bo rûniştinê tê bikaranîn. Di zimanê zarokan de li jê re çûço dibêjin ku zarok ji rûniştinê re dibêjin çûçî. Çûço herwiha kursiyê pitokan e ku tê de nakevin.

Kursiyek

Piranî çar pêyên kursiyê hene. Kursiyên bêpalpişt (para wan nîne) jî hene ku li kafêxaneyên Kurdistanê gelek tên bikaranîn. Ev kursiyên bêpalpişt jî çarpêyî ne û cihê rûniştinê ji qayîşê yan cîlê hatine ristin. Kursiyên Amedê navdar in.

Cureyên sereke yên kursiyan

  • Kursiyên Amedê
  • Kursiyên barê, bi almanî Schemel
  • Çûço
  • Kursiyên hejînok, bi îngilîzî rocking chair
  • Kursiyên buroyê, kursiyên zivirok, kursiyên çerxende
  • Kursiyên otomobîlan
  • Kursiyên zayanxaneyan, bo zayînê tên bikaranîn
  • Kursiyên dêrê
  • Kursiyên paldanê, kursiyên mirov xwe li ser wan ber tavê didin
  • Kursiyê Windsor, bi îngilîzî Windsor chair
  • Kursiyên bermil, bi îngilîzî kneeling chair
  • Kursiyên navşeqî, bi îngilîzî saddle chair
  • Gelek cureyên kursiyên nûjen

Girêdanên derve