Nan

Nan xwarinek e ji hevîrê ardê (arvan) tê çêkirin.Nan di firneyê de, di tenûrê de yan jî li ser sêlê tê pêjan. Niha bi sedan cureyên nanê tên xwarin. Berê li Kurdistanê bo nanê pirranî ardê genim, lazûtê dihate bikaranîn.

Jineke kurd nên çêdike.

Nan gorî melzemeyê xwe dikevin bin koman. Heger ji şikevayê (pelhevîr) be dibe kilor, heger li ser xwarin an sos hebe dibe patîle yan pîza, tenê ji hevîrê be dibe kate, heger şîrîn be dibe kulîçe. Kurd ji nan, nanê ku tê ser destexaneyê (sifre) û bi wê xwarin tê xwarin, fêhm dikin. Ên din wekî kilor, kulîçe, kate yan patîle binavdikin.

Nanên kurdî

  • Berwesêl (?)
  • Berweste
  • Destenan, deztenan (?)
  • Kût
  • Kûtêşa
  • Nanê loş
  • Nanê vêtîr an nanê fetîr, nanê bêhavên (bêeyvan)
  • Nanê helîte
  • Nanê hilhatî, nanê hilehtî
  • Nanê mêzînê, nanê firneyê
  • Nanê patîleyî, yan tenê patîle
  • Nanê sêlê
  • Nanê şikeva, galeta
  • Nanê tenûrê (tendûr)
  • Nanê tirş
  • Nanê toraqê
  • Nanê tûj
  • Nanê şilikî
  • Nanê mişeliqê (?)
  • Nanê mîr, nanê xweşik
  • Pate, patot
  • Rikak
  • Teptepe, nanê temayan jî dibêjin, nanê qulqulî
  • Totiknan, totik (nan)
  • Xerwal
  • Nanê kakilê
  • Nanê garis, nanê garisî
  • Nanê pincarê
  • Nanê rûs, nanê ûris
  • Nanê etor
  • Nanê pilûrkî (?)

Nanên cuda cuda

Girêdanên derve

 Wîkîferheng: nan – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir