Pêjgeha asûrî

Pêjgeha asûrî gelek dewlemend e. Asûrî, Suryanî, Keldanî xwedî dîrokeke gelek kevn, çandeke dewlemend in. Li Mezopotamyayê cihwar in û Mezopotamya jî wekî yekem şarezayiya mirovahiyê lê rûdaye tê zanîn. Bi pêşketina Mediyan, belavbûna Îslamê, hatine berên romiyan (tirk) ve, li ser wan pêkutî gelek zêde dibe û bi dehan komkujiyan re rûbirû dimînin. Gelek ji wan bo canê xwe bifilitînin, bûne misilman. Gelekan jî barkirine.

Asûrî jî parek ji Kurdistaniyan in û kûltûra herdu gelan gelek dişibîn hevûdu, lewra bi hezaran salan bi hev re jiyane. Hin caran asûrî bûne serdest, hin caran kurd, lê di nava herdu gelan de her danûstandin û biratî hebûye.

Pêjgeha asûriyan pirr dewlemend û rengîn e. Hin xwarinên kurdî ji asûriyan hatine, xwarinên kurdan jî tevlî pêjgeha wan bûne. Zad(dexl), tirî û zebze di xwarinên asûriyan de gelek cih digirin. Gelek xwarinên wan bi yên kurd, ereb, faris û tirkan re hevpar in.

Hin ji xwarin-vexwarinên navdar ên Suryaniyan

  • Ecîn
  • Herîre
  • Helhel
  • Bûmbar, kîbê, lûmbar
  • Hamro (cure şerabek)
  • Kutilka (dolmeha) parsûyê
  • Muhamere, Muhamara, Mûhammara
  • Îcce yan Icce
  • Seleteya bacanreşkê
  • Qisir (bi tirkî kisir)
  • Seleteya toraqê
  • Gebola Mêrdînê (gevol jî dibêjin)
  • Savara bi parsûyê
  • Mûtabaqa (bi tirkî kirine Mutabbaka)
  • Iqbeybet (bi tirkî kirine Ikbeybet aşi)
  • Maqlûbe
  • Kitel Raha
  • Fatûş

Pirtûk

  • Süryani Mutfak Kültürü ve yemekleri - Pêjgeha Suryanî û xwarinan, Weşana GDK yayıncılık, ISBN:978-605-5739-72-0