Tirk

Tirk an jî Rom (bi tirkî: Türkler) komekî etnikî ne ku bi piranî li Anatolyayê,[72] rojhilata Trakyayê û li Bakurê Kîprosê dijîn.[73] Nifûsa giştî ya gelên Tirkiyeyê yên li derveyî welat ji 6,5 mîlyon kesî derbas dibe, ji van derdora 5,5 mîlyon li welatên Ewropaya Rojava dijîn.[74] Tirkên mayî yên li derveyî Tirkiyê ku li axa împeratoriya osmaniyan a berê dijîn, ku îro jî di nav kêmneteweyan de têne dîtin. Tirk bi eslê xwe ji Asyaya Navîn in û bi gelên tirkî re wekî azerî, tirkmen, teterên Krîmê, ûzbêk, ûygûr, yaqût û hwd. ve girêdayî ne.[75] Tirkên „Muhacîr“ wekî 10 mîlyon kesên misilman ya dewleta osmanî bûn, û neviyên wan ên piştî hilweşîna împeratoriya Osmanî ji dayik bûne, bi piranî Tirk in, lê alban, bosnak, yewnanên misilman, çerkez, teterên Krîmê, bulgarên misilman, pomak,[76] û romayên misilman[77] jî henê ku ji şerên sedsala 18an heya sedsala 20an koçî Trakyaya Rojhilat û Anatolyayê kirin, bi taybetî ji bo zilma berdewam a li welatên xwe xîlas bibin. Îro çaryek heya sêyek nifûsa Tirkiyeyê ya 85 mîlyonî bi eslê xwe ji ev Muhacîran ne.[78]

Tirk
Türkler
Gelhe tevahî
c. 80 mîlyon
 Tirkiye 58,000,000 - 62,000,000[1][2]
 Kîpros 315,000[3]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Almanya2,000,000 - 7,000,000[4][5][6][7]
 Iraq2,000,000 - 3,000,000[8][9]
 Sûrî1,700,000[10][11][12]
 DYA1,000,000 - 3,000,000[13][14][15][16][17][18][19]
 Fransa1,000,000[20][21][22][23][24]
 Lîbya700,000 - 1,000,000[25]
 Bulgaristan588.318–800.000[26][27][28]
Keyaniya Yekbûyî500.000[29][30][31]
  Holenda400,000 - 2,000,000[32][33][34]
 Awistirya360,000 - 500,000[35][36]
 Libnan280,000[37][38]
 Belçîka250,000 - 500,000[39][40]
 Awistralya250,000[41][42]
 Qazaxistan250,000[43]
 Swêd185,000[44][45][46]
 Rûsya109,883–150,000[47][48]
 Azerbaycan130,000[49]
  Swîsre120,000[50]
 Misir100,000 - 1,500,000[51]
 Kanada100,000[52]
 Makedonyaya Bakur77,959–200,000[53][54]
 Danîmarka70,000 - 75,000[55][56]
 Qirgizistan55,000[57]
 Îtalya50,000[58]
 Yewnanistan49,000 - 130,000[59][60][61][62]
 Romanya28,226–80,000[63][64][65]
 Ûzbêkistan25,000[66]
 Kosova18,738–60,000[67][68]
 Norwêc16,500[69]
 Tirkmenistan13,000[70]
 Fînlenda10,000[71]
Ziman
Tirkî
Baweriya dînî
Îslam (sunîtî û elewîtî)
yên din: Xiristiyanî, Tengrî, Cihûtî

Tirko ji Asyaya Navendî di sedsala 11an de, bi fethên selcûqî li Anatolyayê bi cîh bûne. Vê yekê dest bi veguhertina herêmî kir, ku bi giranî herêmeke yewnanaxev piştî ku berê helenî bû, bûye herêmekî misilmanên tirk.[79][80][81] Împeratoriya Osmanî di nav çend sedsalan de piraniya herêmên Balkanê, başûrê Qefqasyayê, Rojhilata Navîn (ji bilî Îranê, tevî ku wan beşek ji wê kontrol dikir) û Afrîkaya bakur de desthilatdar bû. Împerator heya dawiya Şerê Cîhanî yê Yekem desthildar kir, dema ku ji aliyê hevpeymanan ve hat hilwêşandin û parve kirin. Piştî Şerê Serxwebûnê yê Tirkan ku bi paşxistina Tevgera Netewî ya Tirk re gelek deverên ku ji aliyê Hevalbendan ve hatibûn windakirin, bi dawî bû, Tevgerê di 1ê Mijdara 1922an de împeratoriya Osmanî qedand û di 29ê Cotmeha 1923an de Komara Tirkiyeyê îlan kir.[82]

Etîmolojî

Kurd di nav xwe de wana bi navê Rom û Roma reş jî bi nav dikin. Tê gotin ku ev ji bêjeya Roma tê û ji ber ku li rojavayê kurdan bi hezaran salan xelkên ji împeratoriya romî dijîn, kurdên ku li rojava bijiya jê rê gotine rom. Herwiha heya 100 sal berê jî peyva „tirk“ nedihate bikaranîn û ev jî bûye sedem ku hinek kurd îro jî dibêjin rom.[83] Rêxistinên polîtîk ên kurdan ji ber ku di bin fîlozofiya "biratiya tirk û kurdî" têdikoşiyan xwastin binavkirina rom ji holê rabe û di hemî xebatên xwe de hewla wê dan.

Jêderên pêşîn ên ku li ser "tirkan" disekinin, bi piranî çavkaniyên çînî yên di sedsala şeşan de ne. Di van çavkaniyan de "tirk" wekî "tujue" (T'u-chüe) hatin xuya kirin.[84][85] Di sedsala yekem a piştî zayînî de, nivîskarê yewnan a Pomponius Mela behsa gelekî bi nav "turcae" dike, xelkekî ku li daristanên bakurê Deryaya Azovê dijî. Plinî yê Kal navê "tyrcae" behsê dike. Arkeologê inglîz Ellis Minns dibêje ku '"tyrcae", Τῦρκαι ji bo Ἱύρκαι "Iyrcae" sererastkirineke derewîn e, ji ber ku li gorî Hêrodotos "Iyrkai" ev mirov in ku li derveyî "Thyssagetae" dijiyan.[86]

Dîrok

Dema Selçûqî

Nexşeya selcûqian di sedsala 11an
Serêkî ji aliya selçûqî wekî hat çekirin.

Selcûqiyan navê xwe ji Selcûq Xan yê ku ji ela oxiziyan ji eşîra Qiniqan bû û di sedsala 9an de li rojhilata Gola Aralê (îro axa Qazaxistan, Ûzbêkistan) dijî bû û girtî bû. Selçûq Xan ji pê bavê xwe Dukak Xan mir re bû kargerê Oxûzan. Di sala 985an de Selçûq Xan bi Xanêdana xwe ve derbaza ola Îslam bû.[87] Selcûq Xan cara pêşin di bin kargeran Qaraxanan de bû.[88] Çar lawên Selçûq Xan wekî bi nav Mikaîl, Îsraîl, Mûsa û Yûnûs hê bûn.

Di bin serdariya lawên Mîkaîl, Tûxrûl Beg (1038–1063) û Çaxr Beg (1038–1060) de, Selçûqî di 1030an de ji herêma Xorasanê derketin û di 1040an de di Cenga Dandanakan de împeratoriya Xeznawiyan bin xistin. Ji pê Tûxrûl Beg û Çaxrî Beg re dewleta Selcûqiyan bû du paran. Tûxrûl Beg li rojavaya keyîtî ji Îsfehan de, Çaxrî Beg jî ji Merw de rojhilata keyîtî karger kir.[89] Tûxrûl beg keyîtiya xwe li Îran û Iraqê fireh kir. Ji pê ku mîrektiya Bûriyan hilweşî, wî bandora xwe li ser xelîfetê Ebasî kir, ku li başûrê Iraqê di ve demê hikûm kir. Tûxrûl beg li Bexdadê ji xelîfe unvana siltan girt.[90]

Di bin kargera Alp Arslanê (1060–1072) keyîtî dîsa bû yek û ji pê serfiraziya di şerê Milazgirê de di sala 1071an hembera bîzansan re dagirkirina cîhên Anatolya û Sûriyeyê dest pê kir.[91] Di dema Alp Arslan de erîşên Fatimiyan yên li Meke û Medîne bin xistin û xelîfetiya ebasî li Iraqê şun da saz kir. Di bin kargera Alp Arslan û paşwerê xwe Melik Şah I (1072–1092) û wezîrê xweyê Nizam Elmulk (1065–1092) de keyîtiyê dema xwe a herî baş dîtî bû. Di wê demê de medreseyên Nizam Elmulk hatin sazandin. Di wê demê de selcûqiyên Kermanê li Omanê hat sazandin.[92][93]

Ji pê wezîr Nizam Elmulk ji aliya xaşxaşiyan hat kuştin û mirina Siltan Melik-Şah (1092) re di keyîtiyê de li ser textê ceng der ketin. Vê cengê heta 1118an dewam kir û keyîtî di parvên Xorasan û Iraqê de bû du paran.

Ji pê sedsala 11an li Anatolyayê siltanatiya Rûmê bi paytexta a Qonye (di ve demê binav Iconum) hat sazkirin û li Sûriye jî bindesthildariyên selcûqî bûn. Ew mirnişiyên li Sûrî ji pê re ji aliya zengiyan di sedsala 12an de hat yekkirin û li şûnê kurdên eyûbî hat sazandin.[94]

Wextê tirkên Anatolyayê

Li Xorasanê dema siltan Sancar (1118–1157) de, lawê Melik Şah bû, selcûqiyan demeke xwe ya dina baş dît. Lê ji pê di 1141an de li Semerqand hembera Kara Kitaiyan de bin ket re çend salan şunda keyîtî hilwaşî ye. Selcûqiyên li Anatoliyayê ji pê binketîniyê di 1243an hembera Îlxaniyan re lawaz bûn û di 1307an de hilweşî. Paşê bi awayê began dabeş bû û li ser bermayiyên vê dewletê împeratoriya osmaniyan ava bû.

Împeratoriya Osmanî

Nexşeya Beylikên tirk di sedsala 14an

Piştî ku tirkên oxizî bûn Misilman, nêzî alema Îslamê bûn û di sedsala 9an de li bakurê Deryaya Qezwînê û Behra Aralê dest bi bicihbûna xwe kirin.[95] Di sedsala 10an de, Selçûqiyan ji welatê bav û kalên xwe, Asyaya Navendî, bi tevlêkirina axa Farisan di nav sînorên xwe de, dest bi koça rojava kirin û Dewleta Selçûqiyan ava kirin.[96][97]

Di nîvê duyemîn ê sedsala 11an de Selçûqiyan dest bi niştecihbûnê kirin û êrîşî herêmên rojhilatê Anatolyayê kirin. Di sala 1071ê de, di serdema Siltan Alp Arslan de, bi serketina Selçûqiyan re piştî şerê Milazgirê yê di navbera Tirkên Selçûqî û Împeratoriya Bîzansê de, tevgera Tirknasî û îslamiyetê li ser axa Anatolyayê dest pê kir. Bi vê tevgerê re zimanê tirk derbasê Anatolyayê bûn û belav bûn.[98] Ji ber vê yekê Xiristiyanî û Yewnanî ku li herêmê belav bûbûn, hêdî hêdî misilmantî û çanda tirkan li şûna xwe girtin.[99][100]

Piştî belavbûna Împaratoriya Mezin a Selçûqiyan, Siltanên selcûqîyen ya Anatolyayê ku li ser mîrekiyên din ên Tirk ên li Anatoliyê desthilatdar bû, demeke dirêj li Anatoliyê desthilatdarî kir.[101] Selçûkiyên Anatoliyê ku paytexta wan bajarê Îznîk e, piştî ku bajarê Îznîkê di dema Sefera xaçperestan a yekem de ji aliyê Bîzansiyan ve hat girtin, di sala 1097an de ji aliyê siltan Kiliçarslan I ve paytexta xwe birin Qonyeyê û ji vê rojê û vir ve Qonye paytexta Dewleta Selçûqiyan e. Selçûqiyên ku serdema xwe ya zêrîn di serdema siltan Alaeddîn Keykubadê Yekem de jiyaye, piştî mirina I. Alaeddîn ketiye dewra rawestanê.[102]

Împeratoriya mongolan ji mirina Alaeddîn Keykubad sûd werdigirin, bi êrîşa li ser sînorê rojhilatê Selçûqiyan hewl didin ku bikevin Anatoliyê. Bi rastî, bi têkçûna ku di encama Şerê Kosedagê de di navbera dewleta Selcûqiyên Anatolyayê û Mongolan de di bin fermandariya Baycu Noyan de di sala 1243 de hat, Anatolya ket bin desthilatdariya mongolan û Dewleta Selçûqiyan a Anatoliyê qels bû û dev ji xwe berda.[103] cihê mîrekiyên tirkan e. Di nav van mîrektiyan de, Mîrektiya Osmanoğulları, ku li derdora Söğut û Bilecikê hatibû damezrandin, di dawiya sedsala 13an de serxwebûna xwe ragihand.

Şere Konstantinopolîse navbera Tîrken Osmanîyan û Yewnanên Bizansê.

Mîrektiya osmanî ya ku Osman I. serokatiya wê dikir, di salên pêş de gav bi gav mezin bû û li ser Anatolya, Balkan, Afrîkaya Bakur û Şam serdestiya xwe ava kir. Di 1453an de di bin serokatiya siltan Mehmed de paytextê împeratoriya Bîzansê bajarê Konstantînopolisê hate fetihkirin û împeratorî ji holê rabû.[104][105] Piştî vê bûyerê osmanî bûne împeratorî.

Di sala 1514an de Selîm I bi têkbirina mîrê sefewî Şah Îsmaîl di Şerê Çaldiranê de sînorên împeratoriyê ber bi rojhilat ve berfireh kir. Di sala 1517an de herêmên Şam, Misir û Cezayir bi dest xist û li Misirê siltanatiya Memlûkan hilweşand û hişt ku xîlafeta Îslamê derbasî împeratoriya Osmanî bibe. Dûv re çend şerên deryayî di navbera împaratoriyên Osmanî û Portûgalî de li ser Deryaya Sor, Deryaya Erebî û Kendava Besreyê hatin kirin da ku di Okyanûsa Hindî de serweriyê bi dest bixin.[106] Serdestiya portûgalî ya li ser Hindistanê ji hêla osmaniyan ve wekî xeteriyek hate dîtin. Ji ber ku vedîtina Cape of Good Hope û Amerîkî, bi saya Vedîtinên Erdnîgarî yên di dawiya sedsala 15an de, bû sedem ku rêyên bazirganiyê yên kevn ên ku bazirganiya di navbera Asyaya Rojhilat û Ewropaya Rojava de, ku di destê Osmaniyan de bûn, winda bikin. girîngiya wan û bandoreke neyînî li aboriya Osmanî kir.[107]

Şere Prevezayê di sala 1538.

Împeratoriya Osmanî di sedsalên 16an û 17an de, bi taybetî di serdema Siltan Silêmanê Qanûnî de gihîştiye lûtkeya xwe. Di vê serdemê de, tevahiya Balkanan, Ewropaya Navîn û başûrê Polonyayê bi dagirkirina erdên ber bi Împeratoriya Romê ya Pîroz a Alman a li rojava ve hatin girtin. Hêzên deryayî yên Osmanî bi ketina pêşbirkên curbicur ên li behrê bi ser ketin. Piştî ku Barbaros Hayreddîn Paşa di Şerê Prevezayê de di sala 1538an de Xaçperestan têk bir, kontrola împaratoriyê li Deryaya Navîn zêde bû. Li rojhilat hin nakokiyên bi Dewleta Sefewiyan re, ku ji ber nakokiyên mezhebî û nakokiyên erdnîgarî derketine, carnan veguheriye şer û di navbera sedsalên 16 û 18an de berdewam kiriye.[108]

Împeratoriya Osmanî li paş zemanê ma û nikarîbû pêşketinên nû yên wekî Ronesans, Şoreşa Zanistî, Serdema Ronahîdariyê û Şoreşa pîşesaziyê ku li Ewropaya Rojava pêk hatin, bîne welatê xwe. Piştî Peymana Karlowitzê ku di sala 1699an de hat îmzekirin, bi dawîbûna Şerên Îttîfaqa Pîroz re, Împeratoriya Osmanî hêdî hêdî dest bi paşveçûnê kir. Gelek reform û Fermana Tanzîmatê ya ku di sedsala 19an de hat ragihandin, bi armanca nûjenkirina welat; lê bi ser neket.[109]

Tekîliyen Aşîtî ya Karlowitzê.

Bi ser de jî, tevgera Osmanî ya ku ji bo parastina yekparebûna axa welêt hatibû pêşxistin û tê de fikira mirovên ji eslê xwe yên olî û etnîkî yên cuda bi hev re dijîn, bi ser neket û nekarî pêşî li perçebûnê bigire. Di sala 1854an de, di dema Şerê Krîmê de, Împeratoriya Osmanî cara yekem ket nav deynên biyanî; lê deyn nehatin dayîn. Di nava 20 salên pêş de gihîşt asta bilind û bû sedem ku aborî ber bi îflasê ve biçe û dewleta Osmanî bikeve rewşeke dijwar.[110] Piştî vê yekê felaketên wek Krîza Rojhilat a 1875-78 û Şerê Osmanî-Rûsya yên 1877-78 de çêbûn. Di encamê de dema ku aboriya Osmanî ji ber nekarî deynên xwe bide wêrankirin, di sala 1881’an de Düyun-u Umumiye ji aliyê welatên deyndêr ve ji bo misogerkirina berhevkirina deynan hate avakirin.[111] Bi vî awayî kontrola dahatên Împeratoriya Osmanî derbasî destên welatên deyndêr bû. Di destpêka sedsala 20an de Împaratoriya Osmanî li gorî hêzên ewropî bûye welatekî pîşesazî û kêm pêşketî.[112] Lê dîsa jî, ew li Asyaya Başûr-rojhilatê jî bibandor bûn ji ber ku osmaniyan leşker şandin ber vasalê xwe yê herî dûr, Sultanatiya Aceh li Sumatra, Îndonezya. Hêzên wî yên li Aceh li hember Portekîzên ku derbazî Okyanûsa Atlantîk û Hindistanê bûn, Sîltanatên Malacca dagir kirin, û Spanya ku ji Amerîkaya Latînî derbas bûn û Manîla misilmanên berê li Filîpînê dagir kirin, ji ber ku ev hêzên Îberî mijûl bûn. di şerên Osmanî-Habsburgan de ku bi navê Şerên Osmanî-Habsburgî dihatin binavkirin.[113] Wan şerê cîhanê li dijî Xelîfetiyê kirin.[114][115]

Împeratoriya Osmanî li aliyê hêzên navendî ket Şerê Cîhanî yê Yekem û di şer de têk çû. Bi Qanûna Dersînorkirinê ya ku ji ber zêdebûna rageşiya etnîkî ya bi Ermeniyan re di dema şer de hat derxistin, Ermenî ji aliyê dewletê ve ji Herêma Rojhilatê Anadoluyê koçî Sûriyeyê kirin. Li gorî çavkaniyên cuda, hate îdîakirin ku di dema koçberiyê de ji 300.000 heta 1.500.000 Ermenî jiyana xwe ji dest dane. Ev mirin ji aliyê gelek çavkaniyên cuda ve wekî Qirkirina Ermeniyan hatine pênasekirin. Li aliyê din aliyê tirk jî diyar kir ku bûyer ne jenosîd in û diyar kir ku ermenî tenê hatine veguhestin. Di dema şerê li împeratoriyê de ji bilî Ermeniyan, Yewnanî û Asûrî jî hatin kuştin û ev bûyer ji aliyê hin çavkaniyan ve weke jenosîd hatin pênasekirin.[116]

Kampanyayê Mezopotamyayê, Şere Kûtê.

Piştî şer, neteweyên girêdayî împeratoriyê ji hev cuda bûn û dewletên nû yên cuda ava kirin. Di 30ê cotmeha 1918an de Împeratoriya Osmanî bi Hêzên Antant re Agirbesta Mudrosê îmze kir. Peymana Sêvrê ku di 10ê tebaxa 1920an de hat îmzekirin, axa Osmanî di nav Hêzên Antantê de hat parvekirin, lê nekarî bikeve meriyetê.[117]

Gelhenasî

Ziman

 Gotara bingehîn: Zimanê tirkî
Belavbûna tirkî di Tirkiye û Kurdistanê

Zimanê tirkî ji zimanên tirknîjad yên ku herî zêde tê axaftin, li derdora 80 heya 90 mîlyonî diaxivin. Zimanê neteweyî yê Tirkiye û Bakurê Kîprosê e. Komên piçûktir ên girîng ên tirkîaxêv jî li Iraq, Sûrî, Almanya, Awistirya, Bulgaristan, Makedonyaya Bakur,[118] Yewnanistan,[119] Qefqasya û deverên din ên Ewropa û Asyaya Navendî hene. Kîpros daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê ku zimanê tirkî wek zimanê fermî lê zêde bike, tevî ku Tirkiye ne endamê wê ye.[120] Zimanê tirkî di cîhanê de di rêza 13emîn de ye.

Dîn

Piranîya gelên tirk misilman in an jî misilmanên ku li ser dersên ekola Henefî ya Îslama Sunnî dişopînin. Ew civaka herî mezin a misilman li Tirkiye û Kîprosê Bakur û her weha komên herî mezin ên misilman li Awistirya, Bulgaristan, Çekya, Danîmarka, Almanya, Liechtenstein, Holenda, ava dikin. Romanya û Swîsre. Ji bilî tirkên sunî, tirkên elewî jî hene ku kevneşopiyên wan ên îslamî yên herêmî li Anatolyayê bi cih bûne, herwiha Bektaşiyên ku bi kevneşopî navenda wan Anatolya û Balkanan in.[121]

Gelhenasiya Tirkiye

Li gorî çapa 2016 ya CIA World Factbook, 70-75% ji nifûsa Tirkiyê ji tirkên etnîkî pêk tê, ku Kurd %19 û hindikahiyên din jî di navbera 7 û %12 de ne.[122] Li gorî Milliyet, di rapora 2008an de ku ji hêla akademîsyenên sê zanîngehên Tirkiyeyê yên li rojhilatê Anatolyayê ve ji bo Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê hat amadekirin, tê pêşniyarkirin ku bi qasî 55 milyon tirkên etnîkî, 9,6 milyon kurd, 3 milyon zaza, 2,5 milyon çerkez, 2 milyon Bosnak, 500,000-1,3 milyon albanî, 1 milyon gurcî, 870.000 ereb, 600.000 pomak, 80.000 laz, 60.000 ermenî, 30.000 brîtanî, 25.000 asûrî / suryanî, 20.000 cihû û 15.000 yewnan û 500 êzdî li Tirkîyê dijîn.[123]

Mijarên têkildar

Çavkanî

Giredanê derve