Pênc Xanedanî û Deh Keyanî

Pênc Xanedan û Deh Şahî, yan Pênc Xanedan û Deh Keyanî, yan jî Pênc Xanedan û Deh Qiralî (çînî: 五代十国, Wǔ dài shí guó, 907 - 960) serdemeke dîrokî ya Çînê ye. Di sala 907an de Zhu Wen Xanedana Tang hilweşand û Xanedana Hou Ling damezrand. Bi vê bûyerê ev serdem dest pêkir. Di sala 960an de bi damezrandina Xanedana Song û yekkirina axa Çînê, ev serdem dawî bu.

Pênc Xanedan û Deh Şahî (Keyanî, Qiralî), di 923an piştî zayînê de

Di vê serdemê da li bakurê Çînê xanedanên Hou Ling, Hou Tang, Hou Jin, Hou Han û Hou Zhou hatin damezrandin û hilweşîn. Di navîn û başûrê Çînê de, deh şahiyên (keyaniyên, qiraliyên) herêmî (五代, wǔ dài) hatin sazkirin û hilweşandin.

Pênc Xanedan

XanedanDamezrenêrSal
Hou Ling 後梁Zhu Quanzhong 朱全忠907 - 923
Hou Tang 後唐Li Cunxu 李存勗923 - 936
Hou Jin 後晉Shi Jingtang 石敬瑭936 - 946
Hou Han 後漢Liu Zhiuyan 劉知遠947 - 950
Hou Zhou 後周Guo Wei 郭威951 - 960


Deh Şahî (Keyanî, Qiralî)

NavDamezrenêrSal
Wuyue 吳越Qian Liu 錢鏐907 - 978
Keyaniya Min 閩Wang Shanzhi 王審知909 - 945
Jing Nan 荊南Gao Jixing 高季興907 - 963
Chu 楚Ma yin 馬殷907 - 951
Qralîya Wu 吳Yang Xingmi 楊行密902 - 937
Keyaniya Nan Tang 南唐Li Bian 李昪937 - 975
Keyaniya Nan Han 南漢Liu Yan 劉龑909 - 971
Keyaniya Bei Han 北漢Liu Min 劉旻951 - 979
Keyaniya Qian Shu 前蜀Wang Jian907 - 925
Keyaniya Hou Shu 後蜀Meng Zhi Xiang 孟知祥934 - 965

Binêre

Lîsteya Monarşiyên Çînê

Çavkanî

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.