Sêwreg

Sêwreg, Sêwereg, Siwêreg an jî Sêrek[çavkanî hewce ye] (tirkî: Siverek) navçeya Rihayê ye. Siwêreg navçeyeke kurdan e. Di navbera Amed û Rihayê de cih digre, li Bakurê Kurdistanê ye. Nifûsa bajarê di sala 2008an de 105.475, yê hemû navcê jî 204.638 ye.

Sêwreg
Siwêreg
Siverek
Sêwreg
Navçe
WelatBakurê Kurdistanê
DûgelTirkiye
ParêzgehRiha (parêzgeh)
SerbajarSêwreg

Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan121 gund

Gelhe (2009)210.400[1] kes
Rûerd4.314 km2
Berbelavî48,8 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009)107.634 kes
Koordînat37°45′19″Bk 39°19′1″Rh / 37.75528°Bk 39.31694°Rh / 37.75528; 39.31694
Bilindayî780 m
Koda postayê63600
Koda telefonê(+90) 414
Sêwreg li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sêwreg
Sêwreg
Sêwreg (Tirkiye)
Nexşeya bajarê
Map

Dîrok

Siwêreg her çiqas girêdayî Rihayê be jî, di hêla dîrokî û erdnigarî de zêdetir girêdayê Amedê ye ku 83 km jê dûrtir e, ye. Di Împeratoriya Osmanîyan de Siwêreg di parêzgeha Amedê cih digirt. Lewmane merivên Sêweregê xwe zêdetir weke xelkê Amedê dibînin.Diroka Siweregê pir kevnare ye. Li navçeyê qela, mizgeft, dêr, kanî, bermahiyên dîrokî, sîstema av û kanalîzasyonê hwd gelek in. Li navçeyê gelek ermenî û cihû jî hebûne, lê belê piştî damezrandina Komara Tirkiyê, cihû ji vir çûne. Hinek ji filehan (ermenî) ola Îslamê pejirandine û hêj jî dijîn. Ên ku nebûne Îslam di Komkujiya Ermeniyan de hatine tunekirin.

Navên Sêwregê

Di dîroka Sêweregê de navê bajêr û navcê gelek caran hate guhertin.

  • Di cavkaniyên bizantînî û ermenî de navê xwe weke Sevaverek derbas dibe. Ev nav tê maneya Xirbeya Reş û kevira herême mebest dike.
  • Sasanîdan bajarê weke Surk bi nav dikirin (Surk navê erda sor a herêmê ye).
  • Farisan navê Serrek lê kirin.
  • Ereban ji bajêr re navê as-Suwaidāʾ bikardianîn. Ev nav tê maneya Reşê û Evînê.
  • Naveke tirkîKankalesi (Kela Xwînê) ye[çavkanî hewce ye].

Gelhenasî

Hejmara rûniştvanên Siwêregê 127.000 e. Siwêreg ji Amedê 83 km û ji Rihayê 97 km dûr e. Li vê derê zêdetir Dimilî û Kurmancî tên axavtin. Li navçeyê hinek tirkmen û ereb jî (di Qerecedaxê de) hene. Cotkarî li Sêweregê gelek girîng e.

SalHejmara bajêrHejmara gundanKom
2008[2]105.475 (%52)99.163 (%48)204.638
2007[3]108.094 (%54)93.674 (%46)201.768
2000[4]126.820 (%57)97.282 (%43)224.102
1990[5]63.049 (%47)70.783 (%53)133.832
1980[6]29.464 (%36)52.558 (%64)82.022
1975[7]40.990 (%42)56.075 (%58)97.065
1970[8]34.146 (%38)55.881 (%62)90.027

Navdarên Bajêr

  • Faruk İremet, nivîskareke zazakî
  • Mehmed Uzun, nivîskareke kurd
  • Rûmet Riha Ronakbîr, nivîskar û zimannasê kurd
  • Güler Isik, stranbêjeke kurd
  • Selami Ağaçhanlı. lîstikvana kurd
  • Ruşen Fırat Ağaçhanlı, lîstikvana kurd
  • Cuma Yolaçan,stranbejeke kurd
  • Abdo Dasdan, stranbêjeke kurd
  • Serkan Suluağaç, stranbêjeke kurd
  • Necmettin Büyükkaya şoreşgerê navdar
  • Şevket Hamidanoğlu, stranbêjeke kurd

Gundên Sêweregê

 Gotara bingehîn: Lîsteya gundên Sêweregê

Gelek gund bi vê navçeyê girêdayî ne:

Teyşt bi tirkî(yaygılı) Mizar (bi tirkî: Karakeçi), Xirbê Hestiyan, Bab hwd gundên heri mezin ên Siwêregê ne. Wekî din bi sedan gundên Siweregê hene.

Çavkanî

Girêdanên derve