Taliş

Taliş (bi talişî: Tolışon; bi farisî: مردم تالش‎‎; bi azerî: Talışlar) yan Toliş yan jî Talî, neteweyeke îranî ye[9][10][11][12] ku li ser peravê başûrê rojava yê Deryaya Xezerê di navbera Azerbaycan û Îranê de dijîn. Pîraniya wan zimanê xwe dizanin lê gelek ji wan hene ku tenê bi zimanê azerî û farisî diaxivin. Taliş bi taybetî misilmanên Şiîtî ne û li Azerbaycan dijîn, kesên sunnî jê li Îranê dijîn.

Taliş
Gelhe tevahî
1.2 - 2 mîlyon[1][2]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Îran700.000 - 1 mîlyon[3][4]
 Azerbaycan500.000 - 1 mîlyon[5][6]
 Rûsya2.529 (zensûsa 2010an)[7]
 Ûkrayna1.726 (zensûsa 2010an)[8]
Baweriya dînî
Îslam (Şiîtî, Sunîtî)
Zerdeştî, Bê Bawerî, Xiristiyanî
Têkildarên komên etnîkî
Ariyan
(Kurd, Peştûn, Pars)

Esil

Kardûsî di nav Medya de
 Gotara bingehîn: Jêdera talişan

Gelê Taliş xwe wek neviyên Kardûsî[13] dibînin. Ev gel li basûrê rojavayê zeryaya qezwînê dijiyan, herêma wan digihişt heta Erdebîl û Zengan. Dibe ku navê Deryaya Kaspiyan jî ji vî gelî hatibe.

Ziman

Belavbûna talişî ya kevnar û niha
 Gotara bingehîn: Zimanê talişî

Di talişî du zaravayên serekî hene, ya bakur li Azerbaycan û Îranê tê axaftin, ya başûr li Îranê tê axaftin. Lê zimanê wêjeyê hîn jî azerî û farisî ne.

Mijarên têkildar

Çavkanî

Girêdanên derve