Xulamtî li DYAyê

Xulamtî li DYAyê an Xulamtî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ev serdema xulamtiyê re tê gotin, ya ku di 13 koloniyên de peyda bû. Di sala 1776an de ji ev 13 kolonyan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê derket holê. Ji neviyên xulamên berê re afroamerîkî an afrîkî-amerîkî tê gotin, her çend afrîkî-amerîkî jî hene ku paşê koçî DYAyê kirine.

Nexşeya dewletên Amerîkî ji sala 1789 heya 1861 ku koletî qanûnî bû.

Kolonîzasyona Amerîka ji sedsala 16a heya sedsala 19an bi koletiyek girseyî ya kesên afrîkî pêk hat, yên ku wek karkerên erzan li hemû beşên parzemîna ducarî ya kêm niştecîh dihatin xebitandin. Ev ne tenê koloniyên brîtanî, hollendî, swêdî, fransî û spanî yên ku piştre bûn DYA dihewîne, lê bi rêjeyek hîn mezintir bandorê li Brezîl û koloniyên ewropî yên li deryaya Karibê jî dike.[1] Lêbelê, li ser axa Amerîkaya bakur, koletî formên ku ji bo parzemîna ducar yekta bûn bi dest xist.[2][3][4]

Bi vî havî di sala 1501an de, padîşahên Spanyayê Ferdinandê Aragonî û Îsabellaya Kastîlî destûr dan rûniştvanên cîhana nû ku mirovên reş ji bo karê bi zorê ji Afrîkayê bînin Amerîka. Piştî ku gihîştin Amerîka, mirovên afrîkayî wekî koleyên koloniyên ewropî hatin firotin û li ser çandiniyê, bi taybetî li koloniyên başûr, hatin xebitandin.[5] Ev pratîk zû li hemî kolonî û giravên ewropî yên li Amerîkaya Başûr, Amerîkaya Navîn û Karîb belav bû.[6]

Çavkanî