Girê Mirazan yan jî Xirabreşk / Xerabreşkê, cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be. Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye û nêzîkî 760 mêtre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê vedihewîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye. Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1924 – Piştî hevdîtinên Lozanê dewleta Tirk dest bi paqijkirina mixalefeta hûndur kir. Kesên weke Elî Galîp, Çerkez Ethem, Refîq Xalit Karay, Refî Cevat Ulunay, Riza Tevfîk weke kesên li dijî têkoşîna neteweyî hatin îlankirin û ji hemwelatibûna Tirkiyê hatin derxistin û hatin sûrgûnkirin.
1979 – Dev-Genç ji aliyê rêvebiriya leşkerî ve bi awayekî bê dem hate girtin.
1980 – Li Colemêrgê helîkopterên tirkan gundiyên ku ji bo dirutina gîha ji sînor derbas dibûn, gullebaran kirin, di encama bûyerê de 10 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.
1983 – Partiya Tirkiyeya Mezin bi biryara Desteya Ewlekariya Tirk MGKê hate girtin.
Jidayîkbûn
1850 – Sami Frashëri (Şemseddîn Samî), wêjekar û çalakvanê tevgera azadiya albanî